Kürtçe Makaleler

LEŞKERÊ ŞEHÎD!
(Diyarî bo xortên ku bûne qurbanên siyasetê)

Wekî mêrxasekî serbilind ku ji ceng û cerdê, ji talan û halanê serkeftî vegeriyabe; bi heytehol, dengînî û sirûdên egîdiyê şandin nava şer leşker!

Ji êvarê ve, qewlikbêjan hemû dûrikên mêranî û şerûtiyê bi seremoniyeke ku rîtuel û neqşên wê ji “Efsaneyên Neteweyî” daverivandîbû bo cenabê te amade kirin; heçku te bişînin ber darika zavê wisa bi şahînet û dîlan dengênî bi ser bajêr xistin.

“Sînor” di talokê de bûn. Welat di xeterê de bû, welat bindest bû, al binpê bibû, xîret lekedar bûbû, dijmin ji derve bû, teror hebû, dijmin hebû, sîxûr hebûn, xayîn hebûn, zilimkar hebûn, şerê man û nemanê bû...bû û bû...dewlet serdest û dagirker bûn...terorîstan doza îmana me dikir.

Çar aliyê me dijmin bû...welhasil, ey leşkerê ku egîd û canfeda, ey goriyê ku fedayî û nobedarê “Weten” û “Netew” e! Diviyabû te wekî gûzanekî polayî ku çawa mûyan dibire, wisa li tirsê bidaya û sawa xwe ser xwe biavêta. Bi gotineke din, ziravê te ji pisîkê re, yê pisîkê ji te re.

Biçe welat rizgar bike, bêyî ku tenê carek be jî di nav bexçê xweşî û kamraniyê de bimeşî, bêyî ku li ser xaka kêmtalih carek be jî di nav sîng û berekî xilmaş de, bibî sermest û peyayekî westiyayî; divê biçî...divê tu biçî û tenê bila navê te li ser qebreke bi heybet bi herfên zêrîn were neqişandin û her sal di salvegera “Bîranîn”a te de, qet meraq neke, emê hoz û sirûdên ku hinavên keç û xortan diperitînin û wan jî bo şerekî xedartir û afatir amade bikin. Yanî bi gotineke din, ferîqet be ey leşkerê şehîd! Şûna te vala namîne!

Heta ku serdest û siyasetmedar li ser rûyê axa qedîm hebin, tu ferîqet be, wê herdem bo artêşan leşker hebin. Heta ku kedkar û xemxur hebin, ewê bo “Artêşên pîrozîn” hergav yên ku bo kuştin û mirinê li ser qelevîzkan bin hazir û amade bin biwelidînin!

Da ku sermaye û rant girtir û zêdetir bibe, da ku seltanet û mêjî bikaribe orgazm bibe divê tu şehîd bibî ey leşkerê saf û dildar!

Ey leşkerê vî alî û wî alî! Ey leşkerê hemû aliyan! Yezdanê pak û dilovan baş guh bidin hukumdarên xwe!

Hûn wekî navê xwe zanin ku hûnê serê raqîbê xwe wekî gogekê bidin ber kaşoyan.

Hûn wekî navê xwe zanîn ku hûnê ji qada şer du potînên bêcendek di tabûteke sar de bişînin bi ser dayîka leşkerê raqîb de.

Ey hukumdarê bêdewlet ê ku li ser navê mazlûmiyetê, ango bo rizgarkirina welatê xwe yê bindest; berê leşkerên xwe dide qada herî bilind ango “Şehdadetê!

Ey hukumdarê ku li ser navê parastina welatê xwe, yanî hukumdarê bidewlet ê ku berê leşkerên xwe dide qada herî bilind ango şehadetê!

Hûn wekî navê xwe zanin ku leşkerê we, wê serê raqîbê xwe wekî gogekê bidin ber kaşoyan.

Hûn wekî navê xwe zanîn ku leşkerê we, wê ji qada şer du potînên bêcendek di tabûteke sar de bişînin bi ser dayîka leşkerê raqîb de.

Ey rojnameger, nivîskar, hozanên bulwar û bircan...feylefosê ku li ber şerabeke mirr, teroriya “Darê zorê” ji ustadan teqdîs dike û bo layemûta mirovî hîsabê dike!

Ey çiroknîvîs û romanhonê ku bo berhema xwe parsekiya mijar û babetê dikî

Hûn wekî navê xwe zanin ku gaveke din ew leşkerê han wê li ber çavê we bibe şehîdekî nemir û lehengekî bêhempa!

Helbest û nota wê xwînî bibe li ser ten, xwîn û ruhekî birîndar û kuştî. Lê dilê we mîna lepek goştê kutayî, hestên we wekî şîrekî qûsandî, hûn bi xef, vedizî û bi bêrûmetiyeke estetîk, bi fen û fûtên siyasiyane û nemerdane wêjazanî, hunerzanî û feylsofya herî baş di xizmeta serdestê xwe de ne!

Ey hunermendên serdestan!

Ey hunermendên bindestan!

Li ber hêstir û janan hûn yek rêz in!

Ma hûn nabêjin çima şaheser danewerivin ji ber pênûsa we?

Ma hûn nabêjin çima napekin stranên klasîk û nemir ji ber gîtara we?

Ma hûn nabêjin çima “Gotinên bi fezîlet” nakevin ferheng û pirtûkan, ji felsefeya we?

Reben nikarin bibin hunermend!

Pepûk nikarin bibin fîlozof!

Siya du potînên “Leşkerên şehîd” li ser hunerê digere!

Siya du kefiyên “Gerîlayên Şehîd” li ser ramanê digere!

Huner virnî ye!

Xelaya fezîlet û ramana azad e! Dîrhemek fezîlet peyda nabe! Herkes hevalê xwirtê xwe ye!

Li welatê min, seranser “Netew” êsîrê dîktatorên xwe ye!

Kurd êsîrên dîktatorên xwe ne!

Yên ne kurd, ango Yorük, Turkmen, Çerkez, Boşnak û yên mayî hemû gelên Tirkiye esîrê dîktatorên xwe ne!

Welat seranser zindan e...Stenbol, Trabzon, Edîrne, D.Bekir, Urfa, Batman, her der.

Heta şehîd hebin; gotin wê a dîktatoran be!

Heta dîktator hebin, wê rûmet nebe.

Heta rûmet nebe, huner, edebiyat, felsefe wê nebe!