Kürtçe Makaleler

MESÛD BARZANÎ Û METODA DUBAREKIRINÊ
 
 

10.04.2007-Amed/NETKURD

Rûpelên dîrokê, arşîvên konsolosên Ewrupî, serpêhatiyên gelek rayedaran û pelên rojnameyên wê demê bi me didin zanîn ka di destpêka avakirina Komara Tirkiyeyê de, çi xirecir çêbûye; kadroyên avaker çi hîle, fen û fût li hev kirine, çawa xwestine hevdu bikujin, hevdu ji holê rakin, post û kursiyan ji bin hevdu bikşînin.

 

Zarok û neviyên “Kadroyên bijarte” yên damezrînerê Komara Tirkiyeya ku li ser fersendan hatiye avakirin, ji ber berjewendiyên xwe wê kevneşopiya kirêt li ser gelê hêjar û kurdên bêmaf birêve dibin. Kadroyên damezrîner, M. Kemal û hevalên wî bûn. Ew jî bêje hema hemû leşker bûn, bi temenê xwe jî ciwan bûn, piraniya wan di binya çil salî re bûn. Şertên wê demê, amadekariya wan, berjewndiyên dewletên mezin ên wê demê, hêla ku Kemalîst bibin desthilatdar.

 

Van kadroyan hemû zengîniyên welat li xwe parvekirin. Sazî jî hemû kirin bin bandora xwe. “Kadroyên bijarte” yasayên eşkere û dizî, rêzikên birêvebirinê, her tişt wisa sazkirin ku li welat pelekî daran bêyî wan nelebite.

 

C. Wright Mills di sala 1956an de, gotarek nivîsiye. Di gotarê de vegotiye ku li Amerîka, “Komeke bijarte” ji birêveberên saziyên leşkerî, şîrketên teknolojiyê û saziyên siyasî pêk hatiye. Mills, dibêje koma ku ji hevgirtin û hevkariya van birêveberên payebilind pêk hatiye desthilatdarî hildaye destê xwe. Vê komê ben û hevsarê civakê desteser kiriye.

 
 

C.Wright Mills, di vê mijarê de, dema dabaşa berjewndiya vê komê dike mînakeke wisa nîşan dide: Tiştê ku ji bo kompanyaya General Motors baş be, ew ji bo Amerîka jî baş e.” Ev gotin herçend reklamek e li Amerîka, lê dema hûr lê bête nêrîn, dê bixuye ku ev destnîşankirineke sosyo-polîtîk e.

 

 Ev destnîşankirin sed der sed ji bo Tirkiyeyê ji wisa ye. “Ew tiştê ku ji berjewendiya koma desthilatdar re nebaş be, ji bo gelê Tirkiye jî nebaş e.”

 

Koma damezrîner ku piraniya wan ji leşkeran pêk têt, saziyên wekî “Wezarete Derve”, “Teşkîlat-î Mahsuse” (Saziya îstîxbaratê-MÎT), “Arteş” û gelek post û meqamên stratejîk ê saziyên din ji damezrandina komarê heta îro wekî sîstemeke monarşîk ji malbat û ezbetên kadroyên bijarte yên damezrîner ret êne veqetandin.

 

Ev sazûman wisa pêk hatiye, belkî bi dehan sal şûn de jî pergal neyê guhertin; belkî ne pêkan be ku zarokên kurdan an kesên ji rêzê bikaribin di peywirên girîng û stratejîk de cih bigrin.

 

Bi binyada xwe, piraniya birêveberên payebilind ên saziyên “Wezareta Derve”, “Artêş” û “îstîxbaratê” Kafkasî û Balkanî ne. Ev ne sirek e. Dema lêkolîneke biçûk bête kirin dê xuya be ku ev rastî li holê ye.

 

Mekanîzma wisa saz bûye; îcar hemû tevger, xebat, helwest, refleks, rabûn û rûniştina kadroyên leşkerî-siyasî yên bijarte li gorî “Berjewendiya berîkê” ye. Wek ku Nazim Hîkmet gotî, “Welatê wan bêrîka wan e.”

 

Dema em li gorî vê rastiyê bimeşin, emê rehetir helwesta “Kadroyên bijarte” yên tirkiyeyê ya li hemberî gotinên Serokê Kurdistana Federal Mesûd Barzanî têbigihin.

 

Barzanî gotiye, “Serxwebûn mafê kurdan e jî…” 

 

Gelo ev cara yekem e ku Barzanî vê gotinê dibêje? Na… Naxwe çima “Kadroyên bijarte vê reaksiyona tund nîşan didin. Sedem ev e: Mesûd Barzanî metodeke perwerdehiyê bi kar anîye. Navê vê metodê “Dubarekirin e” Di perwerdehiyê de, ji bo formul û remz bêne “Jiberkirin”; metoda dubarekirinê pêwist e. Ji bo ramanek wekî mîxê di mêşkê mirov de cih bigre metoda “Dubarekirin”ê tête bikaranîn.

 

Bawer dikim Mesûd Barzanî kurd baş dahûrandine. Ew dizane ku kurd tiştên baş jî, yên nebaş jî zû jibîr dikin. Hişê kurdan ên dîrokî lawaz e. Lewre ew bi “Azîneya dubarekirinê” mafê wan ê rewa bi wan dide jiberkirin.

 

Ya duyan jî kurd ji aliyê zulumkarê wan ve wisa hatine tirsandin, çewisandin û wisa hatine şermokîkirin ku mafê xwe yê wekî av û hewayê rewa ye jî newêrin bêjin, bixwazin. Heçku qebahet, tawan û destdirêjiyek e ku kurd bibêjin “Ez tî me, ez birçî me… xewa min tê”

 

Ma gelo çi cudahî di navbera “Tîbûn, birçîbûn, xewtin û serxwebûn, azadî û xwebirêvebirinê de heye?”

 

Desthilatdarên dîktator ên rojava, nexasim di serî de “Kadroyên bijarte” ên Tirkiyeyê û piştre jî yên Îran, Sûriye, heta ew kadroyên Sine û Şîe ku li dij Saddam bûn, lê niha li Bexdayê şirîkê hekumetê ne bi gotinên Mesûd Barzanî tehl dibin.

 

Helbet ewê tehl bibin. Lewre perdeyeke nehênî li ser guh, çav û mêşkê kurdên mezlûm e. Ew perde incex bi zingezingekê, bi dubarekirinê sist û xav bibe. Dema kurdên mezlûm di dilê xwe de be jî mîlyonek car got, “Serxwebûn mafê min e…serxwebûn mafê min e…serxwebûn mafê min e…” dê êdî baweriya xwe bi xwe bîne.

 

Ji xwe hîmekî serkeftinê jî “Bixwebawerbûn” e. Bi zanîna min, yek ji armancên dubarekirina van gotinên Serokê Kurdistana Federal Mesûd Barzanî, ji takekesê kurd re peydakirin û zêdekirina hestê “Bixwebawerbûnê” ye.

 

Rayedarên serdest, argumentên xwe dubare dikin da ku çav, guh û mêjiyê gelê xwe ji zulma li ser kurdan re bigrin. Rayedarên mafparêz, demokrasîparêz; argumentên xwe dubare dikin da ku guh, çav û mêjiyê gelê wan, çavnasî azadî, wekhevî û aştiyê bibe!

 
Cudahiya di navbera Barzanî û "Kadroyên bijarte yên Tirkiyeyê" de ev e.