Kürtçe Makaleler

KENGÎ BI KURDÎTIYA XWE HESIYAM-BÎRANÎN
 
 

                 

ZAROKATIYA MIN
 

Di sala 1964’an de, li Nisêbîna Mêrdînê Xwedê dame. Em sê xwişk û pênc bira ne.

Heta min dibistana lîseyê qedand li Nisêbînê bûm, piştî ku min dest bi zankoyê kir, êdî havînan dihatim Nisêbinê.

Di wexta zarokatiya min de, her çend em li navçeyê dijiyan jî, lê hê kelepor û zargotina Kurdî ji devê dayikan kêm nebûbû. Dayika min, dapîra min bi sedan çîrok, çîvanok, mamik, çîrçîrok û lorîk ji min re gotine. Vê çanda rengîn û zengîn bergeh li ber zarokatiya min vekiriye.

Dema temenê min bû şeş heft salî êdî min bîra dinyayê bir. Wexta temenê min şeş bû, sal 1970’ê bû. Lazim e ez hinekî behsa salên 1970 û Nisêbinê bikim.

CIVAT Û ŞEVBUHÊRKÊN BAPÎRÊ MIN

Wekî niha qehwexane meşrû rewa nebûbûn. Park û bexçe jî li nav bajêr nehatibûn çêkirin. Li bajêr tore, çand û ‘eded ne kêmî yên gundan bûn.

Mala me li Serê Pirê bû. Ez ne behsa pira teze  ya ku wan sala avakiribûn dikim. 20-30 metre li başûre pira nû, pireke gelekî qedîm heye ku îro mixabin gelek Nisêbîniyê me nizanin. Ew pira qedîm, “Pira Bexdayê” ye. Pir li ser rêya Hevrîşîm hatiye avakirin. Berê karwan di ser wê re derbas dibûn û berê xwe didane Bexdayê. Ev pira qedîm tam li ser sînor e û kes nizane li vir pirek heye an na. Pireke kevirî ye û gelek çaviyên wê hene. Sala pêşî dema me dest bi dibistana seratayî kir, em di ser vê pirê re derbasî dibistana seretayî dibûn.

Em, apekî me û bapîrê me, di heman hewşê de bûn. Malên berê wisa bûn, dema bira ji hev cuda bibûna jî, di hewşekê de dijiyan. Her êvar civata bapîrê min Seyîd Yûsif li dar diket. Pismam û lêzimên me her şev dihatin şevbuhêrkê. Tiştek nedima ku jê xeber nedidan. Niha xeyal meyal tê bîra min, bi rêz, hurmet û hezkirin behsa Mele Mustefa Barzanî dikirin. Gelek caran jî digotin felankes firar bûye û xwe li Mele Mustefa Barzanî girtiye, bêhvankes bûye esker ango pêşmergeyê mele Mustefa.

Ev rastiya han, em bivin nevin di jiyana me de heye. Îcar çi bandor li ser me kiriye em pê nizanin. Lewre ev demên ku behsa wan dikim, belkî temenê min hinge çar-pênc sal bû.

TERZÎXANEYA APÊ MIN

Wan salan apê min Beşîr terzî bû. Wekî gelek zarokên mintiqeya me ku hê di temenê zarokatiyê de, dest bi kar dikin; ez jî her wisa li cem apê xwe bûme şagirt. Me devdeling didûritin, bişkok didûritin, qulpok dihonandin û me ûtî ango kewî dikir.

Malûm e, terzîxane mekanên sohbet, nûçe, dostanî û hevalîniyê ne. Xwarina nîvroyan dişînin firûnan, hevdû diezimînin. Li wan mekanan mirov meyla xwe didin hevdû, rojê çend deqe be jî, keyf, henek têne kirin, ger hewadîsên nûjen hebin, têne gotin. Hawadîsên ku li wan mekanan digeriyan, di şûna radyo, televizyon û rojnameyên îro de bûn.

Divê em tiştekî jibîr nekin; heman wext terzîxane cihê guhdarîkirina mûzikê bûn. Mûzîkên nûjen, yên antik û qedîm, her cure mûzîk dihatin guhdarîkirin. Tu caran sewt ji van mekanan kêm nedibû. Li terzîxaneya apê min û gelek terzîxaneyên cîran wan salan Mihemed Şêxo, Saîd Gabarî, Ayşe Şan, Mirado, Tahsîn Taha, Mihemed Arif Cizîrî û gelek hozan û hunermendên din dihatin guhdarîkirin. 

Niha dema zorê didim û binê hişê xwe vedikolim, ez dibêjim ne mimkun e ku muzîka Kurdî, mijara wan stranan, dema stran dihatin gotin, nîqaş û agahdariya mezinan a li ser wan stranan, bi awayekî berbiçav şop û bandor li ser nasnameya min nekiribe. Naxwe bi rehetî ez dikarim bibêjim; ez beriya her tiştî deyndarê dengbêj û hunermendên Kurd û stranên Kurdî me. Wan nasnameyan min pêşve biriye. Hiştine ku xwe nas bikim.

 

Dema dibû havîn xort bêtir dihatin terzîxaneyên. Xortên ku wê demê dihatin ên xwende bûn. Rabûn û rûniştina wan, axavtina wan, porê wan, cênikên wan, simbêl û riha wan, kinc û bergê wan cudatir bû ji yên xortên nav bajêr. Ev xort xwendevanên zankoyan bûn. Hejmara wan nayê bîra min, lê ne gelek bûn. Belkî çend kes bin. Mînak navê Ekrem Çınar û Şerif Karadeniz di serê min de mane. Belkî nav sed der sed ne rast bin, an nav an paşnav cihê bin jî; lê wisa li ser hişê min hatine tomarkirin.

Wan kekan bandoreke mezin li ser min dikir. Digel apê min, wan di nav xwe de, digel hinek kesên din behsa mijarê siyasî dikirin. Peyvên ku wê demê di bîra min de mane, ez zanim behsa Leyla Qasim pirr dikirin, jixwe Mele Mustafa Barzanî, Cegerxwîn, Seydayê Tirêj, peşmerge peyvên sereke yên dihatin xebitandin bûn.

 

LI NAV BAJÊR QALA DENÎZ GEZMÎŞ BÛ

Wan salan Denîz Gezmîş zêde zêde li bajarokê me mijara rojevê bû. Gelek caran behsa wî dikirin. Yanî hêj em gelekî biçûk bûn, ji ber ku firarbûn û çalakiyên wî tam di wextê heft-heşt saliya me de bû û qey wê demê radyoyan pirr behs dikir, hezkirina Denîz Gezmîş ketibû dilê me. Belkî wan rojan nasnameya mûxelîftiya sîstem û dewletê, bêhemdî me be jî, muheqeq niqutiye ser dilê me.

 

LI DIBISTANA SERETAYÎ ROJA YEKEMÎN

 

Dema me me dest bi dibistana seretayî kir, ji xeynî çend peyvan me bi Tirkî nedizanî. Tenê çend zarokên bajariyan û çendekên me’mûran bi Tirkî dizanibûn. Malbata me jî zû ve li bajêr bi cih bûbû, lê me Tirkî Roja pêşî dema em çûne dibistanê, ew roj jib o me kabûs bû. Dema mamoste ji me tiştek dipirsî wisa em diricifîn. Mista destê me xwêdan dida. Mamoste yek bi yek, navê me, navê bavê me û tiştên wisa dipirsîn. Hevalekî nêzî min rûniştibû. Ji taxa me bû. Dema mamoste pirsa nave wî kir, wî hema ji nişkê ve dest bi girî kir. Borebora wî bû. Kete nav tirs û heyecaneke gelekî xerîb. Vê bûyerê bandoreke gelekî mezin li min kir. Digel ku li gorî sinif dersên min baş bûn jî, lê her cara ku radibûm ser piyan bersiva pirsên mamoste bidim, an dema ku ez diçûm ku li ser textê reş tiştekî binivîsim, heyecaneke mezin bi min digirt. Bi ya min tu îşkenceya ji vê mezintir tune ye.   

 

SIMBÊL Û CÊNIKÊN TELEBEYAN

 

Helbet wan rojan em zarok bûn, haya me jê tune bû; lê dema ez aniha analîz dikim, naxwe hêdî hêdî tevger, xebat û rêxistin pêşve çûne ku dema li dibistana seretayî ku em di sinifê du-sêyan de bûn, êdî li derdora me, li malan, li dikanan, li taxê dema em zarok dilîstin xebata siyasî ya Kurdîtiyê tîn, bandor û pêjna xwe dida me. Mînak bûyereke ku hîç jibîr nakim ev bû: Me li dibistana Yildirimê ya seretayî dixwend. Li Nisêbinê wê demê tenê Lîseyek hebû. Xwendekarên Lîseya Nisêbinê di ber dibistana me re derbas dibûn û diçine lîseyê. Wekî niha mînîbus an otobus nebûn, xwendekar peya diçûn. Simêlên hinek xwendekarên lîseyê mina herfa “M”’yê bûn û cênîkê wan jî mina “L”’yê bûn. Îcar me digot ew “L”, Lenîn e, ew “M” jî Marks e. Xeyala me ew bû em zûtirîn dem mezin bibin da ku em jî karibin simbêl û cênîkên xwe wisa bikin. 

 
 

BAVÊ MIN Û CENDIRME BI PÊSÎRA HEVDÛ GIRTIN

Beriya behsa vê bûyera ku wekî siyekê, di temamê temenê min de li dû min meşiya û wekî şerîda fîlmekî herdem li ber çavê min bû bikim; dixwazim hinek gotinên ku di civatan de, li ser hişê min mane bêjim.

Di gelek şevbuhêrk û civatan de, mezinan behsa bîranînên xwe yên eskriyê dikirin. Di sohbetan de, gelek peyvên wiha dihatin gotin; “çawîşekî me hebû wekî berazekî bû”, “çawîşekî me hebû pirr zalim, kê baş bi Tirkî bersiva xwe nedaya li wan dixist”, “onbaşiyekî me hebû yekî bêbav bû, dijminê Kurdan bû” “Carekê çend eskerên Enedolî gotin numeraya mexareya te çend e”, “Kuro te çend leşker kuştine”, “Kuro hela pantorê xwe daxe, em li dûvê te binêrin”, “Ulan Barzanî hele were vir”, “Nanê mêrikê Enedolî li ser çonga wî ye”, “Rom bêbext e” û hwd.

Helbet lêkolîner dê bêtir biryarê bidin lê muheqeq bandoreke van gotinan li ser me çêbûye.

Ez werim ser hadîseya bavê xwe û cendirme ka wan çawa bi pêsîra hevdû girtin. Di salên zarokatiya min de gelê Binxetê (Kurdistana Rojava-Suriye) û Serxetîyan (Kurdistana Bakur-Tirkiye) di cejnan de,  li ser xetê, li ber têla bi dirî, li her du aliyên xetê rêz dibûn. Herkesî bi lêzimên xwe re “gorişme” pêk dianîn ango hevdû ditîtin, bi darî hevdû diketin. Biqasî ku tê bîra min, gorişme li nêzîkî pira Bexdayê çêdibû. Yê min, meta bavê min li wî alî bû. Rojên cejnan, dema gorişme çêdibûn, roja mahşerê bû. Herkes di nav wê qelabalixê de li lêzimê xwe digeriya. Yên ku lêzimên xwe didîtin, dest bi sohbetê dikirin, li rewşa hevdû dipirsîn û hewadîs ji hev re digotin.

Me Serxetiyan qidamk (nokên daxkirî), melkes, rûn û hûremûrên wisa wekî diyarî dida lêzimên xwe, Binxetiyan jî, kitan, çay, qedehên qirilmez û hûremirên wisa diyarî me dikirin.

Yek ji van rojê cejnê bû. Herkesî xwe ji bo gorişmê amade kiribû. Lê ji hoperloran bang dan. Gotin “dîqat dîqat, îsal gorişme hatiye qedexekirin. Serê sibe, beriya gorişme destpê bike, ev gotin belav bûn. Heçkû gel digel hevdû biryar dabe, tu kesî guh neda bangê û gel herikî ber cihê gorişmê. Gel wisa bi kotekî û zorê dixwest xwe bigihîne cihê gorişmê, lê cendirmeyan destûr nedida û rê li ber gel digirt. Di wê hengamê de, hew min dît ku bavê min û cendermeyek ketine pêsîra hevdû. Her duyan bi berstika hevdû girtibû. Yê cenderme qundax bilind kir ku li nav çavê bavê min bixe. Ew dîmen bû sedem ku ez nefretê ji kincên leşkerî bikim û tirsa sîleh û kincên leşkerî, wê gavê kete dilê min.

 
 

ŞIVAN PERWER DILÊ ME KIRE HÊTÛN  

Wekî niha li ber çavê min e; em dîsa şagirtê terzî bûn. Meha Remezanê bû. Di meha Remezanê de, terzî heta paşîvan dixebitîn. Dîsa piştî paşîvekê ji wan bû. Kar qediyabû, ez û hevalekî xwe yê şagirt em vedigeriyan mal. Teybek di destê min de bû. Min dengê wê heta dawî vekiribû. Şivan Perwer diqîriya. Heke ne şaş bim strana “Kurdistanê Kurdistan barê giran li ser milan…” digot. Belkî straneke din be, li niha wisa tê bîra min. Sal ger ne xelet bim, 1975 bû. Êdî em di dibistana seretayî de, di sinifê 3-4’an de bûn. Wan gotinan dilê min dikir pêt û agir. Min dixwest dengê Şivan biçe hemû Nisêbinîyan.

Êdî ez jî di nav wan de, me zarokan çav li mezinan dikir û me dabû pey rêç û doza Kurdistanê. Yanî agir ketibû dilê me. Ez dikarim bi rehetî bêjim ku evînê, evîna welat bi stranan êdî di dilê min de kemilî û meyî.

Dengê Şivan Perwer, gotinên stranên wî, heçku xwelî ji ser agirekî vemirî vedimalişt. Êdî li dibistanê, li nav mehelê, me zarokan di nav hevdû de digot; emê bibin pîlot. Emê bibin pîlotê Barzanî. Hinek hevalên min jî digot em camê dibistanê bişkînin, ew camên dewletê ne. Kîn û nefret hêdî hêdî bi me re çêdibû.

Di pirtûka xwe ya kurteçîrokan; Girnewas de, kurteçîroka “Desmala Bixwîn”, min bi bandore vê hadîseyê nivîsiye.

 

DIKANÊN QAÇAXÇIYAN HATIN TALANKIRIN

Li Nisêbîna me bazarek hebû jê re bazara “qaçaxçîyan” digotin. Belkî du sed-sê sed dikan hebûn ku wan malê qaçax ango malê derve difrotin. Mal ji Îran, Suriye, Libnan û welatên din bi qaçaxî dianîn û li van dikanan teşhîr dikirin. Ji her deverê Tirkiyeyê, muşterî dihatin; hinekan ji bo mala xwe, hinekan jî bo ticaretê mal dikirîn.

Em zarok bûn, temenê me gelekî biçûk bû. Aniha hîç nayê bîra min gelo sala çendan bû û ez çend salî bûm. Lê tiştê tê bîra min, bi sedan cemseyên leşkerî nava sûka qaçaxçiyan girtibûn. Qiremîra jin, zarok, leşker û zilaman bi ser bajêr diket. Li gorî ku di hişê min de maye, digotin ferman ji Mêrdinê hatiye û leşkeran bi ser dikanên qaçaxçiyan de girtine. Hemû mal, firax mirax, kel û pelên wan desteser dikin. Îcar wey li wî ku biçe eşyayên xwe ji dikana xwe birevîne, ji nav lepên leşkeran xelas bike. Leşkeran jî bi quntaxên tivingan êrîşî ser milet dikir. Malê qaçax, pertal, tiştên din li nav kolanên Nisêbînê digindirîn.

Hemû gelê Nisêbinê alîkariya dikandaran dikir da ku malê xwe ji nav lepên leşkeran xelas bikin. Ka çawa bû, çi bû nizanim, lê min dît ku hema bû reqreqa sîlehan. Belkî saetekê duyan dengê sîlehan ji pey hev qût nebû. Herkesî xwe dixist pişt dîwaran, hinek dibeziyan, hinekan dijûn dikirin. Roja mahşerê bû. Min jî li binê derenceyên maleke bajariyan xwe pernisand. Min guhê xwe girtin. Heta dengê sîlehan hate birrîn wisa li wê derê, bêdeng mam.  

Dîmenê wê rojê, metersî, xof û endîşeyeke mezin li ser hiş û dilê min hişt.  

 
 

ÊDÎ EM JÎ TELEBE NE Û NÛREDÎN

Bi bûyer û salên wisa, zarokatiya me derbas bû.  Dema me dest bi dibistana navîn kir; êdî li Nisêbînê gelek rêxistinên Kurdan hatibûn avakirin. Hinek ji lêzimên wekî apê min, xalanekî min û gelek lêzimên me yên din, bûbûne alîgir, endam û hevalbendê rêxistina Rîzgarîxwazên Neteweyî Yên Kurdistanê-KUKê (Kürdistan Ulusal Kurtuluşçuları).

Çawa çêbû, kê bandor li ser me kir, ez niha detayan baş nizanim; lê tişta baş dizanim dema em di sinifê yekemîn ê dibistana navîn de bûn; hemû hevalên min ên samîmî, hem ên di sinifê min de, hem jî hemsalên min ên di sinifê din bûbûn sempatîzanê KUKê.

Mîrê sinifê me (serokê sinif) jî Nûredîn bû. Nûredîn bi temenê xwe û bi girşê xwe ji me hemûyan mezintir bû. Kesekî zêde dilovan û dilpak bû. Nizanim gelo meyla xwe dida hemû hevalan, li tiştê ez zanim zêde meyla xwe dida ser min. Ji ber ku bejina wî bilind bû ew li kursiya herî dawi rûdinişt; lê digel ku bejna min ji ya wî kurttir bû jî ez li nik wî rûdiniştim. Nûredîn jî xebatkarê KUKê bû.

Helbet herkes ji xwe razî ye, lê tiştê ez zanim zarokatiya xwe de, şensê min hebû. Dersên min baş bûn. Nivîsên ku min dixwendin min baş fam dikirin. Yanî ez ji xwe, ji zîrekiya xwe û jêhatîbûna xwe ne lomedar bûm.

 

Wê demê li hemû taxên Nisêbînê komê xebatê hebûn. Me ji wan re bi Tirkî, “Eğitim Çalışması” digot. Yanî xebata perwerdehiyê. Ji her komê kesek berpirsiyar bû. Di xebata perwerdehiyê de, bêtir dersên îdeolojîk dihatin xwendin. Mînak xweş tê bîra min, ez di sinifê didûyan an jî sisêyan ê dibistanan navîn de bûm. Çawa ku min got, em zarokên Taxa Serê Pirê bûn; lê ez wan rojên seqem û sermayî, bi tena kenzeyên orlon ango trikoyî, kûmikek dida sere xwe û li mala Mahmûd me xebata perwerdehiyê çêdikir. Yên ku tevli dersê dibûn hema bêje di temenê bavê min de bûn. Min carekê dixwend, hinekî şirove dikir, dawî ji wan dipirsî ka çi fam kirine, bila bi dorê bêjin. Wek niha li ber çavê min e, me pirtûka “İşçiler Neden ve Nasıl Sömürülür” (Karker çima û çawa têne mêtin) dixwend.

Dawî li gelek deverên din ez an wekî endamê koma xebatê, an jî wekî dersbêj beşdarî van xebatên perwerdehiyê bûm. Dema niha ji xwe re difikirim, gelo çima me dersên di heqê Kurd û Kurdistanê de pirr hindik dixwendin, nizanim.

Ya rast, ez ji Kovara Xebatê hînî xwendina Kurdî bûm. Sal kîjan bû baş nizanim. Lê ez evîndare xwendina wê bûm. Ez zanim piştî darbeyê, hê jî Xebat ji me re dihat û me bi dizî dixwend.

 

Wan salan ji şoreşger, xebatkar, kadro û sempatîzanê tevgerên Kurdî re, “Telebe” digotin. Em jî telebeyên biçûk bûn. Me li ser hemû dîwaran “Bijî Peşmerge” dinivîsî. Dawî me nivîsa “Peşmerge” dixiste şeklê keleşkofê.

 

Di wî temenî de, min çi zanibû, çiqasî xwedî îrade bûm hemû jî cihê nîqaşê ne. Çawa zarokên wê demê ketibûn nav vê xebatê, bi sere xwe cihê lêkolîne ye.

Jixwe, êdî dema em ji sinifê sisêyan ê dibistana navîn derbasî Liseyê bûn darbeya leşkerî ya 1980’î çêbû. Temenê me panzdeh bû. Em ne wekî kirde ango ne aktor bûn, lê em şahidê hemû xem, tirs, êş û janên wan salên malkambax bûn.

Di wan sê salên dibistanan navîn de, jixwe me nasname, aîdiyet û kesayetiya xwe temam kiribû bêje hema. Yanî em welatparêz Kurd û çepgirên hişk û jidil bûn êdî. Piştî darbeyê herçend ewqas zilm û zordarî çêbû, lê hemsalên me, koma me hîç ji fikir, raman û doza xwe danegeriya. Em eşkere nediaxivîn lê meyl, hizir û her tiştê me li ser dozê bû.

Gelek kes li dû pere, tolazî, spor û tiştên wisa beziyan; lê ruh û canê me, îmana me li ser dozê bû. Xwedêgiravî me digot rêxistina KUKê dê were û me bike şervan, emê dîsa bixebitin. Lîseya me wisa derbas bû. Lê me gelek êşên derûnî kişandin. Dewran hatibû guhertin. Em bi tenê mabûn. Civak jî hêdî hêdî xerabtir dibû.

Jixwe ji hemsalê me kêm kes ketin zindanê, temenê me gelekî biçûk bû. Lê yên ku du-sê salan di ser me re bûn, bêje hema hemû hatibûn girtin. 

 

Piştî ku êdî em bûne xort û pê de, hemû rabûn, rûniştin, helwest, nasname, kesayetî, aîdiyet, raman û fikra me li ser wî bingehî bilind bû û herwiha pêşve çû. Ez deyndarê wan bûyer û kesên di zarokatiya xwe de, deyndarê wan salên heta bi beriya darbeya leşkerî me. Gerçî piştî darbeya leşkerî jî hinek kekên me, dost û hevalên qedirbilind, hêja, dilovan dema ji zindanê derketin, moral, eleqe, hezkirin û dilovaniya xwe nîşanî min û hevalên hemsalên min dan. Ez deyndarê wan im jî. Ger rojekê ez wekî bîranîn van tiştan binivîsim, ezê navên wan kesan bêjim û ez deynê wan wekî deyndariyeke mezin dihesibînim.

Piştî lîseyê min dest bi xwendina zankoyê kir. Bandora darbeya leşkerî bi hemû zoradriya xwe berdewam dikir. Me xwendekarike zor û zehmet derbas kir. Hevkarî, piştgirî û rêxistin di navbera xwendekarên welatparêz ên Kurd de hebû. Me hemûyan hay ji hevdû hebû, me xwe di warê dîroka welatê xwe de, di gelek waran de digîhand. Dema xweparastin, xwendin û zanînê bû.

Piştî ku min zanko qedand, êdî sal hatibû derdora 1990’î. Wê demê saziyên Kurdî yên çandî hatin damezrandin. Min di nav wan de, bi awayekî profesyonel cih girt. Ez nêzîkî 14 salan di van saziyên Kurdî de, bêyî ku karekî din bikim, xebitîm. Salên man û nemanê bûn. Me hemû zordarî, zilm û îşkenceya sîstemê bi çavê xwe dît. Ji bo ku me dersa zimanê Kurdî, dersa muzîka Kurdî, kursa şano û dansên Kurdî amade dikirin, tu nema ku neanîn serê me. Vegotina zilm, îşkence û tecrûbeya wan salan belkî mijara rojên pêş bin. Ew pêvajo hê jî berdewam e, di musteqbel de, ezê behsa van rojan bikim. Raserê nasname, ziman, hebûn, çand û hemû nirxên me hedef bûn.

Îro hê jî ne diyar e ka gelo nasnameya me, bi awayekî fermî garantî dibe an nabe. Fikar û gûman berdewam in. Doza ku di şeş-heft saliya me de, ketibû nav reh û rûhê me hê jî di halê seferê de ye. Jiyan normal nebûye. Em bi hêvî dijîn...