Kürtçe Makaleler

PÊŞGOTIN BO TARÎXA EDEBIYATA KURDÎ
03.01.2003

Nivîsandina tarîxa edebiyata kurdî, yek ji xewnên Seyda bû. Dema wî behsa xwe dikir; digot, ‘kekê min bi lêkolîneriya dîrokê dest bi xebata kurdewariyê kir. Demeke dirêj jî li ser xebitîm. Lê ez bi xwe hesiyam ku bêtir di warê zimên de serwext im. Lewre min dest avête lêkolîneriya zimên. Edebiyat ji zimên naye veqetandin; xebata min a li ser edebiyatê, di ber a zimên re berdewam kir. Ez pê dizanim ku hêj li nik kurdên bakur tarîxa edebiyata kurdî bi rêk û pêk nehatiye amadekirin.’

Ji ber vê sedemê wî ev xebata xwe pir girîng ditît. Dema ku ev berhem, ji ber pênûsa wî derket; wî dest navête tu xebateke din. Dema ku min jê pirsî, ‘destê min lê nagere’got. Wî nêt hebû ku piştî çapandina vê berhemê, di mehê de berhemeke klasîk transkrîpîze bike. Di rojeva wî de, amadekirina antolojiya şiîrên kurdî jî hebû. Li ser cudahiya ni navbera tarîxa edebiyatê û antolojiyê de vedikoliya.

Piştî ku Apê Feqî ev berhem bi dawî anî û teslîmî min kir, da ku ser rast bikim û ez jî teslîmî Aysel Xanimê bikim; bi lêhûrbûneke dorfireh min bala xwe dayê. Di hinek deveran de, min desthilatdariya xwe bi kar anî û min bêyî ku wî agahdar bikim; guhertin pêk anî. Hinek cih jî bi îknayê, me bi hev re guhertin. Lê ji bo guhertina hinek deveran hêza min têrê nekir.

Di warê îmla û hûnandina hevokan de, Seyda selahiyeteke bê sînor dabû me. Bêyî şêwrê me guhertin di metnî de pêk dianî.

Piştî ku min carekê berhem xwend, min dît ku belkî Seyda metodolojiya rojava zêde bi kar neanîbe; lê ew bi xwe xwediyê metodolojiyekê ye. Ji xwe wî gelek caran digot, ‘dema berhemek bête amadekirin divê ku ji yên beriya xwe baştir be. Heke ne weha be, pêwist tune ku mirov zehmetê bikêşe.’ Bi ya min jî helbet armanca mirov mukemeliyet e. Lê civakên mîna me incex bi gavên biçûk bigihîjin ya herî baş. Helbet paşerojê berhemê ji vê xurtir dê amade bibin; lê ji bo îro li Tirkiyeyê ev berhemeke sereke ye; di warê tarîxa edebiyata kurdî de.

Seyda, bi salan li mala xwe, li ser komputura xwe, rojê bi deh saetan rûnişt û ev berhem qedand. Piştî ku berhem ji ber destê min jî derket û êdî ji bo serastkirina şiîrên di berhemê de, wî û Aysel Xanimê, dest bi xebat kirin; rojê heşt-nih saetan li avahiya enstîtuyê dixebitîn. Di çaremîn roja xebatê, piştî ku ‘civîna çarşemê’ jî qediya; sed heyf û xebînet Seyda donzdehê şevê li ser qomputurê ji ber tansyona bilind, mêjiyê wî xwînî dibe.

Ji roja ku ez bûme serokê enstîtuyê heta îro, li ser pêşniyara Seyda civîna me ya hefteyî roja çarşemê li dar diket. Di pêşniyara xwe de gotibû, şemî ya Yahûdiyan e, yekşem a Îsewiyan e, çarşem a Zerdeştiyan e. Bi yek dengî pêşniyara Apê Feqî hatibû pejirandin. Şeş salan me her çarşem saet di donzdehan de, civîn li dar dixist.

Ev e çil û çar roj in ku di nîv-komayê de ye. Ji ber wê yekê min nivîsa xwe bi qertafa dema bihurî honand. A niha dîroka Apê Feqî hem tê jiyîn hem jî tê nivîsîn Hêviya min ew e ku ewê rabe vê nivîsa min bixwîne, pê şa bibe û wan xebatên xwe yên nîvçe mayî û yên ku kiribûn serê xwe bidomîne. 

Ji bo wî xebat pîroz û di ser her tiştî re bû. Lewre em dikarin bi rehetî bibêjin ku ew ji îstîsna rewşenbîrên ku bi hemû hucreyên xwe, ji bo gelê xwe dijî û hem jî bi hemû hucreyên xwe ji bo kurdewariyê kar dikir. Tu warê kurdewariyê tune bû (ziman, dîrok, edebiyat, zargotin, etnolojî, sosyolojî û hwd.) ku Apê Feqî jê ne haydar be. Rast-çewt, pir-hindik, zanistî-kevneşopî bi çi awayî dibe bila bibe mutleq, li ser her tiştekî kurdan ew xwediyê fikrekî, ramanekê, baweriyekê, hukmekî bû. Ew bi serê xwe dibistanek bû. Bi serê xwe enstîtuyek bû.

Dema ku ew çilemîn roj anîne korîdora nexweşxaneyê, ji bo ku lêzimên wî bikaribin wî bibînin, ez jî li wir bûm. Xanima wî çend pirs jê kirin, kur, keç û bûka wî çend pirs jê kirin, lê ne çavên xwe lebitandin ne mîmîk nîşan dan. Lê çi balkêş e; dema ku min got; ‘Seyda Pirtûka te çap bûye, li çapxaneyê ye’ çavên wî zîq bi min ve man, devî xwe lebitand. Pişt re min gotê; ‘Seyda li Irakê dewleta kurdan ava bû, soz ku tu rehet bibî emê herin, tuyê li zankoya Hewlêrê li ser pirtûka xwe konferansekê li dar bixî’ piştî van gotinan; şabûna xwe bi awayekî diyar nîşan da.

Ji ber ku min zana, pispor, mezinekî kurdan ê weha nas kir, min pê re hevaltî, dostanî kir, xwedî şensekî gewre me. Wî hem wekî mamosteyê jiyanê serpêhatiyên xwe nîşanî min dan, rêberî ji min re kir, hem sirên xwe bi min re par ve kirin.

Apê feqî ne mirovekî ku şûna wî were tijekirin e. Înşeleh Xwedayê dilovan dê wî ji bo gelê wî yê jar bibexişîne; ewê xebatên xwe biqedîne.

Hasan Kaya