Kürtçe Makaleler

WERGER, SÎNORÊN ZIMAN FEREH DIKE

                                                                     

Hasan Kaya                                                                                            
  
 
11.02.2006, Amed
 

ÇAREMÎN PÎROZBAHIYA ROJA KURTEÇÎRIKÊ YA CÎHANÎ-14 SIBAT

Roja kuretçîrokê ya cîhanî li we pîroz dikim; spasî we dikim ku hûnê zehmetiyê bikşînin û li me guhdarî bikin.

Mêjûyê destpêka wergerê heta bi 3. salên Beriya Zayînê diçe. Ji lêkolênên arkeolojîk û dîrokî em pê dihesin ku Beriya Zayînê li Misrê, wergêran di navbera Misrî û gelên cînar de karekî pêkhatî kirine. Wê demê wergêr di tebeqeya jorîn de cih digirtin; xwediyê statuyeke bilind bûn. Heçku ew di navbera Yezdan û mirovan de wergeriyê bikin, peywireke wisa pîroz ji wan re dihat bexişandin.

Beriya bi 4000 salî, li welatê Babîl, pirtûkeke di dirûvê ferhengê de heye ku bi Sumerî û Akadî hatiye nivîsîn. Îhtîmaleke mezin ev pirtûk ji bo karê wergerê hatiye amade kirin. Di Încîlê de gelek caran behs tê kirin ku ji zimanekî din tişt hatine wergirtin.

Bi sedan sal rexnegîr û wergêran derbarê teknîk û rêbaza wergereke têkûz de munaqeşe kirine. Gelek tarîf û navlêkirin peyda bûne ji bo wergerê. Lê tu caran herkes li ser yek navlêkirinê nebûye yek.

Di sedsala 20. de gelek ravekirinênên zanistî êdî peyda bûn. Di wergerê de, em bibêjin li ber dest metnek heye, berî her tiştî divê ew metn ji aliyê wergêr were têgihiştin. Dema li ziman hate wergerandin divê naveroka her du metnan hevdu bigre û hemû tiştên di metnê resen de bi tevahî hatibe gotin.

Kurd ji ber statuya xwe her dem di nav wergerê de ne. Ji ber têkiliyên civakî kurd nêzîkî karê wergerê ye. Lewre li Tirkiyeyê di jiyana rojane de bi kar anîna du zimanan êdî tiştekî ji rêzê ye. Mirovê kurd, di navbera du zimanan de diçe û tê. Ew di 24 saetan de mimkun e ku gelek caran bi herdu zimanan biaxive. Helbet ev realîte ji bo pêşveçûna zimên herçiqas hinek tiştên erênî bi xwe re bîne, ji ber ku duzimanîbûn ne bi esl û esas pêk tê zirar digihe her du zimanan jî. Her çiqas ez dibêjim duziman jî, ya rast ku bibêjim du nîvziman belkî rastir be. Lewre ji ber rewşa siyaseta asîmîlasyonîst , piraniya zarokên kurd zimanê xwe li dibistanan hîn nabin; perwerde bi zimanekî din e. Ji ber vê yekê jî zarokên kurd du nîvzimanan hîn dibin. Nivîskarên kurd jî di civakeke wiha de mezin dibe.

Li jêr çend biwêjan di nav hevokan de bi kar bînim da ku hûn bibînin dema ku werger ne bi zanistî û rêz û rêçik çêbibe ka çi tofanê li zimanekî radikin. Pêşî çend hevokên ku çewt li tirkî hatine wergerandin. Çend mînakên ku ji axavtina rojane ne:

- Min têr xwar (Bi kurdî): Ben tok yedim (Bi tirkî), rastiya wê: Ben doydum

- Roviyên min diêşin: Tilkilerim ağrıyor, rastiya wê: Bağırsaklarım ağrıyor

- Çavsoriyê li min dike: Gözlerini bana kırmızı ediyor. Rastiya wê: Bana zulmediyor, haksızlık yapıyor

- Li ser sera û li ser çava: Başım gözüm üstüne. Rastiya wê: Baş üstüne, hay hay, olur

Ez dixwazim çend hevokên ku nivîskaran ew çewt li kurdî wergerandin nîşan bidim:

-Koltuklarının altı kabardı (Bi tirkî): Bin çengê wî nepixî (Bi kurdî) rastiya wê: Serî lê mezin bû

- Ona yağ yaktı: Rûn jê re şewitand. Rastiya wê:Xwe pê çêkir, şelafî, melaqî jê re kir.

- Kabak başıma patladı: Kundir li serê min teqiya. Rastiya wê: Sûrafka xwe di serê min ve derxist, hêrsa xwe di serê min ve anî

-Destên xwe têxe bin kevir: Ellerini taşın altına koy, rastiya wê ev e: Xwe bixe bin bar, bar Hilde ser milê xwe.

Îcar bi sedan ji van mînakên çewt di metnên nivîskarên kurdan de hene. Ji ber ku kurd û tirk pêkve dijîn û hêza asîmîlasyonê li ser kurdan xurt e, kesên kurd gelek caran biwêj, peyv û hevokan çewt li tirkî an kurdî werdigerînin lê bi xwe pê nahesin. Lewre çewtiyê li ser hişê wan hêlîn ji xwe re çêkiriye.

Wekî gelek gelan, li ba kurdan jî nesir piştî helbestê bi demeke dirêj hatiye nivîsîn. Her çiqas yekemîn çîroka kurdî di sala 1912an de, di Rojî kurd de ji aliyê Fûad Temo ve, bi navê “Çîrok” hatibe nivîsandin jî kemilandina kurteçîroka kurdî ne xwediyê rabirdûyeke dûvdirêj e. Di navbera wê kurteçîrokê û “Le xewma” Cemîl Saîb de13 sal hen. Lewma, niha jî em dibêjin wêjeya kurdî di dema xwe ya pêşketinê de ye. Ji bo wêjeyên wiha, wergereke têkuz xwediyê cihekî qedirbilind e. Wergereke bi serketî belkî beramberî çend berhemên orîjînal ên şkestî ye. Lewre pewîst e em di gelek civîn û gotaran de balê bikşînin ser girîngiya wergereke paqij.

 Dixwazim dabaşa azmûna xwe ya bi navê “Kürt Öykü Antolojisi” bikim. Naxwe wekî din tu ezmûneke min a taybet di vî warî de tune. Divê ku hinekî behsa ezmûna xwe bikim. Ka min di wergerê de çi astengî dîtine.

Heta niha bi almanî û frensî jî antolojiyên kurteçîrokên kurdî hatine amadekirin.

Di xebata min de 43 kurteçîrokên ku ji kurdî min li tirkî wergerandine hene. Di barê 141 nivîskarî de agahdarî hene. Ji ber cihê bi sînor min nekarîbû zêdetir kesan tevli xebata xwe bikim.

Pêşekek jî di serê berhemê de heye ku min li wir behsa kurteçîroka kurdî kiriye û derheqê xebata xwe de agahdarî daye.

Di amadekirina vê xebatê de, pirsgirêkên ku wekî “Pirsgirêkên zimanê kurdî” têne bi nav kirin ji min re bûne astengî. Em dizanin ku herçend bi giştî huner, wêje û bi taybetî çîrok neteweyî, gerdûnî be jî, ji aliyê herêmî ne bê par e. Hem ji ber vê rastiyê, hem ji ber peydanebûna zimanê standart, hebûna devokan gelek caran çîroknivîsên kurd ew peyv bi kar anîne ku mirov nekaribe wan di tu ferhengan de peyda bike.

Herwiha gelek biwêj û gotinên herêmî bûne zehmetî li ber wergerê. Ji bilî vê astengiyê herçend min xwendina xwe li ser wêje û zimanê tirkî kuta kiribe jî, werger bi serê xwe hunerek û beşek e ji edebiyatê. Di vê babetê de heta niha gelek ezmûn, berhem, materyal û pirtûkên metod û sîstema “Ji zimanê kurdî ber bi zimanê tirkî ve” kêm in, heta em dikarin bibêjin hîç tune ne.

Ferhengên heyî yên kurdî-tirkî, ferhengên biwêjan û yên gotinên pêşiyan têr nakin. Di dema wergerandinê de, dema min serî li wan ferhengan da, gelek caran rastî peyv an biwêja ku lê digeriyam nehatim; mecbûr mam ku li xwediyê kurteçîrokê bigerim.

Nîvhenek be jî astengiyeke min ew bû, dema min wergerandina hemû metnan qedand û ji xwediyê wan re şand; bila heval dilê xwe megrin lê min dît ku hema bêje hemû hevalên çîroknivîs heman dem wergêr in jî. Ez zanim niha gelek ji wan bi hêrs in çima ku min hinek tişt li gorî dilê wan çênekirine.

Herçend min got di warê wergera kurdî ber bi tirkî ve xebat û ezmûn kêm in jî, li Swedê Mustafa Aydoğan hinek gotarên hêja derheqê wergera tirkî û kurdî de nivîsîne; divê em wan ji bîr nekin. Wekî din wekî wergêr hewldana Husên Dozen a bi salan ku ew dixwaze werger di beşa wêjeyê de bibe beşekî bi serê xwe û ji bo vê ramanê hewldana wî ya di hemû platforman de divêt bête nirxandin û hêjandin. Muhsîn Kızılkaya, Selîm Temo, Abidin Parıltı, Metin Aksoy, Edib Polat çend nav in ku metnan ji kurdî li tirkî werdigerînin. Ronî War û Yaqob Tilermanî jî bêtir hewl didin ku ji tirkî wergerînin kurdî.

Di destpêka xebata antolojiyê de, hê min dest bi wergerandinê nekirbû, ji xwe re min got, “Xwezî ev xebat ne ji aliyê min; lê bi destê werger û nivîskarekî tirk ve bihata kirin. Li ser min û hevalên wek min wezife ye ku em ji tirkî metnan wergerînin kurdî. Ne ku tanan didim werger û nivîskarên tirk; bila hêjayên amade dilê xwe ji ber vê gotina min negrin. Ev ne rexne ye û jî tan e. Tenê tesbîteke rasteqîn e.

Lewre îro bi sedan nivîskar û wergerên tirk hene ku bi erebî, farisî, rûsî û zimanên gelên din metnan werdigerînin tirkî. Lê çend kes hene ku ji kurdî werdigerînin tirkî gelo? Yanî çend nivîskarên tirk bi kurdî dizanin. Bi tenê ne yek kes jî ! Mixabin… Lêkolînerên Alman, İngilîz, Rûs, Fransiz hene ku bi kurdî zanin, lê hîç yek lêkolîner, wergerê/a tirk tune ku bi kurdî zanibe.

Sînorên bi dirî di navbera wêjeya gelan de hene. Werger wan sînoran ji holê radike. Wêjeya tirkî û kurdî du bexçeyên bi hev ve ne. Lê ji hev ne agahdar in. Ger metn ji wan werin wergerandin, ewê nergîzên Seqlanê tevli gulên Ispartayê bibin. Melayê Cizîrî ewê piyala xwe ya meyê li ya Bakî, Şîrazî bide; ewê pêkve binoşin.

Di demeke kurt de nikarim behsa hemû astengiyan bi dorferehî bikim. Lê dikarim bibêjim nivîskarên kurd îro ne xwediyê xwendevanan e, ne xwediyê bazara kurdî ye. Sîstemek tune ku berhemên nivîskarên kurd binirxîne, asta wan krîtîk bike. Bi ya min divê em pirsekê têxin rojevê: Çima berhemên nivîskarên kurd li tirkî û zimanên din neyên wergerandin. Belkî gelek canik û camêr bibêjin, “Berhemên nivîskarên kurd, ne di asta cîhanê de ne…” Ez tevli vê ramanê nabim. Piştî ku ji nêzîk ve li ser kurteçîroka kurdî hûr bûm, têgihiştim ku bi rastî gelek berhemên hêja û nivîskarên pêşketî hene. Naxwe bi ya min xwediyê van çîrokan ango nivîskarê kurd her yek “Şovalyayek e, dînemêrek e.” Digel ku bazar tune, xwendevan gelekî kêm in, tecrûbeyên mezin li ber destê wan tune ne, bi ser de jî astengiyên moralî herî zêde ne, nivîskarê kurd bi hewldaneke spartakusî çîroka xwe, helbesta xwe dihûne.

Lê dinya ji berhemên me yên heyî, ji nivîskarên me ne haydar e. Îro yek du nivîskarên kurd, bi hewldanên xwe yên şexsî biserketine û berhemên xwe li tirkî an jî zimanên din dane wergerandin.

Ji bo pêşveçûn û xurtkirina beşa wergerê gelek pêşniyarên min hene; lê ez ne xweşbîn im. Di heqê zimanê kurdî de, ji dahatûya vî zimanî ya li Tirkiyê ez gelekî bedbîn û reşbîn im. Ezê niha li vir, bi dehan û sedan pêşniyaran xal bi xal rêz bikim; lê ji bo kîjan saziyê, ji bo kîjan rêxistinên alîkarên ziman û wêjeyê? Pêşvebirina zimanê kurdî bi hêviya nivîskarên xwedî wijdan ve maye, maye li benda keyfiyetê.

Ku hezar car be jî, heta ku guhertin pêk neyê, em mecbûr in bibin zimanê rastiyê. Em mecbûr in realîteya xwe dubare û sedbare bikin, bibêjin: “Heta kurd nebin xwedî statu û kurdî nebe zimanekî fermî; li Tirkiyeyê emê bi meşa kûsî bimeşin û alozî dê xelas nebin ji qada wêje û ziman.

Ma ne ji ber bêstatubûna zimanê kurdî ye; digel ku kurd û tirk di hewşekê de dijîn; lê birayên me yên tirk wekî kerr û lalan bi îşaretên destî çîrokên me dixwînin. Na, naxwînin… li çîrokên me temaşe dikin. Ma ku statu nebe ewê çawa ziman qelew bibe, dê çawa bikemile û bixemile. Zimanekî nekimilî û nexemilî be, ma ne ewê çîrokên lawaz biwelidîne.

Bi ya min bila diruşmeya çalakiya me, ji bo pîrozbahiya “14 Sibat roja kurteçîrokê ya cîhanî” ev be: “Çîrok bê ziman nabe; statuyeke fermî ji bo zimanê kurdî!”

 Wekî encam û kurtahiya axavtina xwe, hez dikim van xalên jêrîn bibêjim:

1-     Werger dihu hebû, îro heye û dê sibe jî hebe. Hinek kes li dijî wergerê ne, bi ya min ramana ku li dij wergerê ye şaş e.

2-     Wêjeyên di nav qonaxa pêşveçûnê de, gelekî muhtacî wergerê ne. Werger, zorê li sînorê wêje û zimanên wiha dike, sînorên ziman û wêjeyên li paşmayî dibezîne û fireh dike.

3-     Ji bo ku werger têkuz û bi rêk û pêk be, divê ferhengên zimanekî têkuz bin.

4-     Çîroknivîsên kurd herçiqas di nav gelek astengiyan de bin jî, gihîştine asteke baş; lê ji ber nebûna bazara zimanê kurdî, xwendevan û otorîteyên rexneyê pîvan û asta berheman berbiçav nabe. Wergerandina kurteçîrokên kurdî li zimanekî din, belkî deriyekî veke û bîhna çîroknivîsên kurd fereh bike.

5-     Piraniya zarokên kurdan ji ber sedemên ku têne zanîn-qedexebûna kurdî hwd- dunîvzimanî mezin dibin. Nivîskar û wergêrên kurd di nav civakeke wisa de mezin dibin. Lewre bandoreke neyînî li ser wan peyda dibe.

6-     Heta îro di wêjeya tirkî de, yek wêjevanekî ku bikaribe berhemên kurdî li tirkî wegerîne tune; banga ji bo wêjevanên tirk e. Bila ji bo kurteçîrokên kurdî û tirkî bibin destûbira, hewl bidin û doz bikin da ku zimanê kurdî bibe xwedî statu.

7-     Di qada wêjeya kurdî de, ji bo ku em behsa kurteçîrok û wergera serkeftî bikin; divê zimanê kurdî bibe xwedî statu; fermiyeta wî were pejirandin. An na, her tim emê behsa lipaşmayîna zimanê kurdî bikin. Lewre bingehê werger û wêjeyê jî ziman e. Heta kurd nebin xwediyê mafên xwe yên neteweyî, kurdî nebe zimanê perwerdehiyê; li welatê min ewê kurteçîrok hezinî be û bi dilekî şa cejna xwe pîroz neke!