Kürtçe Makaleler

BÎNAHIYA DIL, BÎNAHIYA ÇAVAN

20.12.2011-ANKARA


Bi hezaran salan e mirov li ser rûyê erdê dijî. Mêr û jin dizewicin, zarok ji wan re çêdibin. Ew zarok mezin dibin, dê û bavê wan zarokan dimirin. Dawî ew zarok mezin dibin, ew jî dizewicin, zarok ji wan re jî çêdibin û ew jî kal dibin; dawî ew jî dimrin...ev çerx wisa dewam dike.


Di nav keft û lefta jiyanê de, hemû mirov li gorî xwe bi armanc, hedef û meqsedekê dijîn. Ew meqsed, hedef û armanc tête guhertin. Nizanim, belkî ew armanc, hedef û meqsed e ku jiyanê li ber mirovan dike jahr, nexweşî û xerabî.

 

Gelo, ger ku armanc nebûya jiyan xweştir nedibû? Em nizanin, lewre em hemû xwedî armanc in. Incex mirovekî bêarmanc rabe, tenê ew dikare bêje ka jiyaneke bêramanc çawa ye û ne çawa ye. Belkî jiyaneke bêarmanc ji vê jî nexweştir bû. Wê çaxê temenê mirov belkî wekî temenê minminîk ango perperîkan bûya.


 

Çima armanc zehmet, bela û taloke ne? Mînak salikek her tim dixwaze bi çavên dil pêşî li pey murşîdê xwe jidil bimeşe...xwe baş bigihîne şêxê xwe...ango hemû ezmûnên murşîdê xwe bi serkeftin derbas bike. De kanî li vê cîhana xopan kîjan salik dikare di ezmûna murşîdê xwe re derbas bibe?


 

Hinek baweriya xwe bi ramana feylosefên mezin tînin. Feylesof ku xwediyê bihîstin, dîtin û zanîneke tenik in. Haya wan ji made, viyan, ruh û ronahiyê heye. Tiştê ku mirovên sade û di halê xwe de nikarin bibînin, ji wan ve bi rehetî ‘eyan e. Ew feylesof rêç û cîhanekê nîşanî kesên ku baweriya wan bi wan heye didin. Êdî ferqa bawermendan ji salik û sofiyan namîne. Ew bawermend temamê temenê xwe li gorî wê armancê serf dikin.


 

Li gorî hemû ol, bawerî, felsefeyan cîhan zulmet û tarî bû; bîr û baweriya wan, murşîd, şêx, rêber û teorisyenê wan; ew ronahî, geşî, zanîn û xweşî aniye ser rûyê erdê.



 

Gelo çima evqasî raxbet û pûtepêdan ji ronahiyê re heye? Nizanim, mirov di zikê dayîka xwe de, gelo di nav tariyê de ye? Dema tê cîhanê, ew çav li ronahiyê dike, matmayîn, şaşmayîn û ecêba mezin yekem car li vir dimîne? Hemû sebeb, saîk û hewldana mirov a li pey ronahiyê ji vir tê?


An jî dema cîhan ava bû...dema mirov wek zerreyek xumam, ji Xwedayê mezin veqetiya û hat, li vê cîhana xopan danî...dema mirov ji Bezm-î Elest veqetiya û ber sefera xwe ya sosret û kambax ve meşiya serguzeşta wî dest pê kir?


Tiştek heye, pirraniya mirovan dipejirînin; em bi her du çavên serê xwe nikarin van rastiyan bibînin. Çavên dil lazim in. “Bînahiya Dil” lazim e.


Yanî divê ku dilopek “Ronahiya Rahmanî” biniqute dilê mirov. Ew jî nesîb e...Jiyan wekî ava şetan e. Mirov nizane kengî çawa, li ku derê “Bînahiya Dil” dibe nesîbê mirov.


Ma evqas lez û beza mirovan ji ber çi ye? Hê wan demê qedîm, mirovên bê teknîk û bê aletên pêşketî, bi mehan, salan meşiyane û her geriyane. Hinek ezîz û zana, murşîd û ‘alim çûne li cihekî asê, di nava şikêr û goman de, xaniyekî mîna kozika mirîşkan ava kirine. Li wir, tenê, bêmecal, gelek caran tî û birçî jiyane. Hinekan ji wan eserên xwe, dîwanên xwe li wan cihê wisa nivîsîne.


Kesên wisa jan, tenêtî, keder û jiyaneke bi edeb û nefskorkirî ji xwe re pejirandine. Em bi wan nizanin; gelo “Bînahiya Dil”ê wan bi ser dilopek ronahî ve bûye, an wan her û her xwe di nav reşiyê de dîtine û dane pey rêça dilopek “Nûra Rahmanî”


Heke em li van gotinên Melayê Cizîrî binêrin, dibe ku baweriyek bi mirov re çêbibe; lê bawer nakim ku wan xêr ji xwe dîtibe û qîma xwe bi ronahiya li ber çavê xwe anîbin:


Îro ji derba xencerê, zanim bi êşan î Mela
Teşbîhê zulfa dîlberê zanim perîşan î Mela

Zanim perîşan î jidil, bêhed bê êşan î jidil
Teşbîhê buryan î jidil, billeh ne insan î Mela...

Nerûda wiha dibêje:

“Ez ji rehên te hatim afirandin

Lê ez fam nakim,
Xak hîkmeta xwe nabexişîne bo min

Tişta dibînim ji bilî zulmet û şevê ne tiştekî din e
Stêr veşartîne...!”

Hafizê Şîrazî wiha dibêje:

Emanet nebe ku bêhêvî bibî
Lewre tu sirrên cîhana xeybê nizanî
Li pişt perdê,
Çiqas dek û dolab hene
Xeman mexwe...!


Û Nazim Hîkmet dibêje;

Gerdûneke rast bû ya ku te dîtî ey Celaledîn, ne heyûla meyûla
Gerduneke Bêser û bin û ew nehate afirandin, ew ne resmê nexweşiyê

Û rûbaîya ku ji ber goştê laşê te yê biraştî mabû, ya muteşem
Ne ewa ku “Sûret hemî zillest...” dest pê dikir...

Ruhê min ne beriya gerdûnê hebû, ne jî ji wê cûda, ruh sirreke kemalî ye
Ruhê min xeyala wê ye, ew xeyala cîhana li derveyî min e, dibiriqe bi ser min de

Û xeyala ku herî dûrî eslê xwe û xeyala herî nêzî eslê xwe
Ronahiya ku li min dixe, rûyê yara min e...