Kürtçe Makaleler

LI MIN NEGRE

30.09.2010-ANKARA

Li min negre!

Ma ne ez bûm li sînoran dixist, di şevereşên bapûkî û seqemî de; da ku carekê werim tewafa te, hilma te bera nav kûrahiya masûlke û rehên xwe bidim.


Ma ne ez bûm min sebr û hezna xwe di tûrê parsekiyê de dadiwerivand û li kuçeyên bûlwarên metrepolê fahîşêyî de bi hesrata çirûskek hêviya ku ezê bihungivime serê tiliyê te; da ku enerjiyeke bêser û ber xwe bera nav dilê min ê mayî bide.


Nizanim belkî tê bîra te, şer bû, tofan bû, waweylê bû. Rojên man û nemanê bûn. Hema ku qozîkek tenê hebûya, slava germ a rêhevalan jidil bûya û em bi bayê serkeftin û têkoşînê sergerm bibûna bes û zêdeyî serê me bû. Lewre serê gelek hêjar û bêkesan mîna gogekê bi ber kaşoyê xedar û zaliman diket û digindirîn! Ax çiqas bêçaretî zehmet e û dema qîr û hewarên qidûmşikestiyekî negihîjin tu deverê çiqas jana herî giran e!


Tam di orta wî şerî de, xwasî û bêlibasî wekî deqeke reş rûmet û hesiyeta me dijenand. Em ber xwe diketin. Jixwe ne mimkun bû kes hisa deng û axîna me bike. His û kirrênî ji wî dilê me yê erzşikestî nedihat. Ma ne jixwe tişta herî li me giran, zor û zehmet dihat; "Sernixunî û şikestina rûmetê bû." Waweylê! me digot bila Xwedê tu kesî nexîne, Xwedê kesî muhtacê nemerdan neke. Incex em zanibin çiqas em ber xwe ketin Û incex em zanibin çiqas naçarî dilê merdan dikewîne!


Rûyê me wekî şîrekî qusiyayî bêmecal, dil di xewarbûneke jihalketî; lê Xwedê şahid e, ji tevekê derew û dirûtiyê xalî bû. Her me çi dikir ji ber evîn û dildarî, bawerî, pak û pîrozewriya xeyalên xwe bû!


Li min negre!


Zanim di nav xiroşî û seremoniya şoreşa gerdûnî de, sermest û sergerde bûm. Min digel te, hemû rasteqeniya xwe binpê û paşguh kir. Min hemû pewyir û xweşiyên rojane bi qurbana dahatûya pîrozîn kir. Di wan bajarên xopan de, ne rojekê bûme mêvan li ser sîng û berê xewar ku ji mayîna bendewariyê vewestiyabûn, ne jî di êvareke payîzê ya hênik, bi ba û hezinî de, min li deriyê te xist! Ax..! Bawer bike te çi gilî û gazind hebin; kêm in ne zêde ne!


Dema çavên te bi wê hêvî û coşiyê diman li rêya min; kêreke pûşt di nav qolinca min de dilîst. Derbeke xedar ji paşve, ji nişka ve dihat û wekî koramerekî bi min ve dida.


Sibeheke wekî deryayeke nermîn, bêdengîn û şîn bû.Nizanim ew sibehê sersalên Stenbolê têne bîra te. Ew sibehên ku ji şevê sersalê mayî, sibehên ku şeva sersalê ya tijî şahînet, dengînî, reqs, pevçûn, eraq û zewqê li paş xwe dihîştin. Sibehên mirî, yên ku tenê pisîk, kûçik û bêmal li kolanan digeriyan!


Ez zanim di gelek sibehên wisa de, heçku paşila te tijî dînamît be, wisa germ, wisa coşdar û wisa vîndar tu li benda hatineke di wextê fecrê de, dimayî!


Lê mixabin heçku hemû rêyên me mayînkirî, hemû hêviyên me bi girêka şoreşa gerdûnî ve korkirî bûn. Dil tu caran ji wî halê wekî cendekekî xêrjixwenedîtî nefilitî. Herdem bêkam. Herdem diqurmiçî.


Te digot belkî çokên min bûne wekî hirî û pembû. Bêmecaliyeke wisa xwe bera ser bedena min dabû ku beden û dil, beden û mêjî di nav nakokiyeke dijwar û xedar de bûn.


Li min negre!

Nizanim îro çiqas qiymet û buhayê van gotinên qelew heye!

Ma gelo tuyê çi bikî ji seremoniya “Xwezî”, û “Gazindan”!

“Tiştê çû nede dû...”, “Şûşa dilê şikestî cebar nabe”...” gotine yên xwedîtecrûbe.


Belê ka tu rêyekê nîşanî min bide da ku ez mîna parsekekî nekevim pey şop û rêça bîranîn û rabirdûya xwe. Zanim ku di wan şevreşan de ez nebûm çirayek û min dilê te wekî sêwiyekî têrkeder û tenha hişt; lê îro ji bilî hedinandin û ponijandinê ka çi rê hebe ji kerema xwe nîşanî min bide.


Ez pirr westiyame...pirr..!

Ne qayil im tu hevrazên asê nîşanî min bidî û berê min bidî korerêyan!


Heke hê jî di wî dilê te yê makewer de, dilopên dilovaniyê mabin; ji kerema xwe li min were rehmê...li min were rehmê û LI MIN NEGRE!