Min di 13.05.2010an de, ev gotara li jêrê nivîsî. Li ser kuştina Salih Özdemîr, birayê wî Sadî, Siddik û parêzer Sedat Özevîn ez dixwazim hûn xwendevanên dildar ên ku nivîsên min dixwînin, careke din berê xwe bidine vê gotarê.
Salih Özdemîr merdemer, xweşmêr, dostê dostê xwe, maqûl û esîl bû. Ya rast min ev gotar bi tesîra gotinên dayika Usteğmen Çağlar Canbaz nivîsî bû. Min roportaja dayika wî xwendibû. Fermandarê Çağlar Canbaz gotibû biçe mayîne pûç bike, lê mayin teqiyabû. Hevalê usteğmen du postalên wî ji dayika wî re dibin. Dayik dibêje ma tiştekî din tunebû hûn binîn. Ew dibêjin, “Dayê ji bilî du postalan tiştek nemabû…”
Min Kek Salih ji nêzîk ve nas dikir. Çawa bêjim, seranser evîn û mirovahi jê difûriya. Rûyekî bi hezn û nerm. Wekî aveke zelal û xwînşêrîn. Min ji bo kesekî ku wî nas nakim ev gotar nivîsîbû. Kela min ew gotin bi min dabûn nivîsandin. Ka ezê ji bo Salihê bira çi binivîsim.