Kürtçe Makaleler

MACIRÊ-2

21.04.2010- ANKARA

Min li ber sebeta wê çong veda. Wekî Îbraniyekî ku tengî dîwarê Dawid bibe. Wisa bi kubarî, pîrozawer û bi kelecan. Heçku wê gaveke din, dîrok mîna kalemêrekî bi tewekul û zana libo libo xeber bidaya û devê min ji hev bûyî, ezê wekî metelmayekî bêtûte destê min li ser argûşkan, minê lê guhdarî bikiriya.



Min got ey sebet! Hêvîdar im nifşê zemanî pê zanibin û nifşên navsere bikaribin vê peyvê jî, wekî laşekî mirî ji binê komek mirovên bombebarankirî derbixin. Lewre peyv jî mîna hemû giyanaweran in. Dema ku ji rewacê dikevin, êdî koçî goristanên xwe dikin. Çawa qebristanên mirovan hene, yên peyvan jî hene. Evîndar û hezjêkiriyên wan; ango şaîr û nivîskar, wan ji binê şikêr û lodan derdixin, bi wan dilîzîn, kirasekî nûjen li wan dikin û derdixin nav bazarê û mazatê.



Welhasil bi kurtî “Sebet” sandoqa bûkaniyê ye.


Ez hatim û li ber sebeta Macirê rûniştim. Sebet ji zergûzê bû. Kifş bû ku ji destê hostayekî zemên ê jîr û zana derketibû. Bîhna lawij û dûayên Ermenîkî ji motîfên li ser wê difûriya. Lehengê Tork û Tarhundas eşkere û diyar bûn.



Ew sebeta ku hemû çav vexwendî hurmet û kubariyê dikirin; tilsim û razdariya xwe bera ser odeya Macirê dida.


Ya rast wekî hemû hemtayê xwe, heçku piçekî ji ber qelsiya bapîrê xwe keder û janekê xwe bera ser hişê min da. Min got ey dîrok! Te wekî xencereke zengirtî, xwe bera ser bext û talîhê cumle netew û civakan da! Ez li ber vê sebeta han şermoke û bixof im. Çawa derebeg û alayên Hamîdî di qadê gund û bajaran de hesp bezandin li ser gerdeniyê zeriyên xama û hostayên wisa kedkar. Çawa Macirê wisa ji welatê jorîn, ji serhedan xwe bera welatê başûr berda?



De ka em hemaset û nezaketê daynin dera han; em guhê xwe bidin sebeta ku ji ber destê Sarkîsyan derketibû, bila ew ji devê xwediya xwe behsa mazîyê bike:



Hêj dengê mekanîk, alavên modern, çekên pêşketî zêde nehatibûn welatê me. Îsot, frengî û balîcan xera nebûbûn Bîhna gizêra hebû. Gotin û ehd hêj bi qedr bû. Qedrê mêvanan hebû. Siruşt hîna wekî laşekî jikêrketî nebûbû.



Ax...! Çima nebêjim hîna evîn neketibû nav cûzdan û borsayan! Li ber tifikên ku agirê êzingan dilê xortan disot, çend roj û çend şevan gotinên rojnedîtî ji devê dengbêjan dipekiyane ser ribab û tembûran.



Ji Colemêrgê heta bi nav êla Hesen û Heyderan û heta bi nav Feylî, Hewramî, Şemer û Qerekêçiyan def hebû, zirne hebû...keyf, şahî, xwarin, vexwarin hebû. Siruşt bi bereket û adan bû. Herçnd serê çend salan xelayê zarok, pîr û nexweş diqelandin jî, li welatekî, seranser mirovanbi pênîr, mast, nivişk, hungiv, hêk û giyayên çiyayî dikaribûn qernekî sax heyata xwe berdewam bikin.



Ez Rakela keça Amîr. Navê diya min Sosî. Amirê bavê min erê heddadekî jêhatî yê dora Wanê bû; lê wekî qralekî xwedî hebûn bû. Hespên ‘Erebî, keriyên pez, kûpê zêr di qesra bavê min de heyînên rojane bûn.

Gundiyen kurmanc tevir, bêr, das, kêr û xencerên xwe didane çêkirin li ba bavê min ê simbêlmezin. Kirîvên me yên Çiyayî rojeke tenê jî ji me re negotin quzelqurt.



Jiyan wekî aveke herik, wisa xweş, nerm û nazenîn bû.


Heta wê sibeha ku xwîn di cokên taxa me de herikî, me ne şer dît ne jî mêrkujî.


Lê dema dengê naqosê û dudukê wekî nalîna birîndarekî xedar bi ser bajêr de belav bû, êdî koçê me bi rê ketin; li deşt û newalan, ji zozan û baniyan dê weledê xwe avêt û em li gora herikîna Çemê Feratê meşiyan. Me xwe kire pêsîra ava Muradê.



Em meşiyan û meşiyan. Her ku diçû mirov ji karwanê me kêm dibûn. Lê hê bêtir jin û keç kêm dibûn ji karwan.


Bavê min Amîr di hundirê dikana xwe de hate gurandin, wekî ku tu pezkoviyekî serjêke.


Diya min Rakel xwe avête ser cendekê wî, lê ew jî dane ber xenceran


Meta min a Şûşê, li beriya Mûşê ma.


Apê min Hayk li nêzî Misricê ji kerba mir.


Ez û xwişka xwe Mayrik, digel karwanê di bin parastina axayekî kurd, bi heftê belayî gihîştin Paloyê.


Li wê derê debara me nebû, dîsa karwan bi rêket. Vê carê hedefa me Şam û Heleb û Bêrûd bû.


Lê bi rê de, çerçiyekî dest ser min danî û dawî ez firotim axayekî ji welatê Têrkan.


Şeş zaroyên min ji Eliyê Zaza çêbûn.


Sebeta zergûzî, li ser nav û hesabê xwediya xwe incex evqasî dikaribû bi zimanê xwe yê lalik vebêje.
Dawî, min ji binê sebetê rahişte fotoyekî zerbûyî...kurtekirasek li ser bejna Macirê. Por kejî.


Tîrêjên rojê daye çavê wê, lewra kurisandine.


Beriya xatirê xwe ji sebetê û Macirê bixwazim, seranser li ser sedsala dawîn fikirîm.


Hêj tiştek ji hev nehatiye vewejartin. Reş û spî têkilhev e. Ne xweşik tarîx hatiye nivîsandin. Ne li ser belge û dokumanan xweşik xebat çêbûne. Mînak tenê li Mezopotamya gelo çend dekar zevî hene. Gelo beriya 1910an, tapoya van zeviyan di destê kê de bûn. Malê xezînê bûn, malê şexsan bûn, erda mîrî bû, çi bû? Çawa wekî mîsal tapoyê qesra Qenco, yên Şêxê Hamîdiyan, yên Bucaxan, yên mala Necîm, Mala Nicma, Mala Gozê û yên bi sedan “Mal”an bi hezaran hektar bin?



Gelo xwediyê aş û qonaxan, xwediyê xan û manan, xwediyê van bax û bexçeyan kî bûn. Em lê dinêrin mirovekî çerçî, an malbeteke muhacir bûye xwediyê deh gundan. Çawa çêdibe?



Heke ax welat be, ma yên ku bostek axan wan tune be, wê çi ji welat bikin.


Îro xwediyên hezaran dekar ax ji bo “Welat” çi dikin.


Yên ku dimrin kesên “Bêax” in.


Ha Şûşê, Rakel, Hayk û Garbîs! Ha Fatim, Zelîxa û Gurgîn û Behced!


Lîstika rûvî, çeqel û hirçan li seranserê welatan berdewam e.


Lê em her û her “MACIR” in!