Kürtçe Makaleler

ERGENEKON


08.12.2009-BURSA

Çima venebe, her tiştek wextek heye. Wekî modeyê ye. Ne ku di dilê me de kul tune ne. Ne ku em qencî û xerabiyê ji hev dernaxin. Ne ku em cawên kê pîs e û kî ji neslekî pak e em nizanin. Ango em cemayuzulewela xir kurdên Tirkiyeyê dizanin.


Me deftera xêr û gunehan daniye kulînê. Ma hîç venabe?
Belê.


Çima venebe, her tiştek wextek heye. Wekî modeyê ye. Ne ku di dilê me de kul tune ne. Ne ku em qencî û xerabiyê ji hev dernaxin. Ne ku em cawên kê pîs e û kî ji neslekî pak e em nizanin. Ango em cemayuzulewela xir kurdên Tirkiyeyê dizanin.


Lê wek min got, heta fikir bikesidin, heta bimeyin…Welhasil!

Ez dixwazim hema serê meselê bêjim; bila çend sinyal ber çavê hinekan bikevin.

Dewran “Dê weledê xwe diavêt, gelek se li ser tingan, li hestiyan digeriyan”. Dilê me şilf tazî bû.

Erd û asîman, melayiket û Xweda şahid e; me ne mal û milk ne rutbe û ne jî tiştekî din ê şexsî dixwest.

Em bendî û dildarên civata xwe bûn.

Lê li vê ecêbê binêrin “Gelek kes”an xwe dûrî xebatê me dikirin. Me rojê panzdeh-bîst saetên xwe ji bo ziman, çand, wêje û manewiyata civata xwe xerc dikir.


Wê demê wan “Gelek kesan” xwe dûrî me dikir. Qaşo ew li dijî otorîte û rêxistinan bûn. Lê wê demê zulm hebû. ..zulm hebû. Zulm li kabokê bû. Xwediyê zilmê otorîteya herî mezin bû. Temsîla wê zilmê jî ERGENEKON bû.


Nizanim çima wan “Gelek kes”an em otorîte dihesibandin û çavên wan ERGENEKON nedidît.

Eniya me li ya ERGENEOKONê diket. Em û ERGENEOKON dîn dijminê hev bûn. Ji wan bihata dê xwîna me vexwara. Vedixwarin jî…

Ew “Gelek kes, çi bidil, çi bêdil di sefa ERGENEKONê de bûn.

Werin li qederê binêrin!


Wext guherî, ji 1999an û vir ve, gelek kesên wek min hêdî hêdî berê keştiya xwe guhertin. Çeper, sazî û baregeh mixabin hatin terikandin.


Me xwe îzole kir.

Ew “Gelek kes hatin li çeper, sazî û baregehên me rûniştin” Ma kê xêr ji malê mîratê dîtiye?


Pirsa muhîm bipirsim: Îro jî eniya me li ya EREGENOKÊNê dikeve, sîngê me li ya wan dikeve. EERGENEKON dixwaze xwîna me vexwe. Lê îro dîsa ew kes di sefê EREGENEKONê de ne!


Îro rant e, hert tişt derew e. Gelxapandin e. Yê zane zane, yê nizane baqê nîskan e. Lê xwedê şahid e, misqalek heqî winda nabe û misqalek batil nabe heq!


Wext lazim e û hê zû ye! Wê reş û spî derkeve meydanê. Kî reş e, kî spî ye ewê kifş bibe.


Li tu deverê dinyayê heta hetayê zilm, batil, neheqî û împeretoriya derewan nebûye hukumdar. Wekî navê xwe zanim kurdên ERGENEKONparêz wekî qeşaya li ber rojê ewê bihelin.


Niha mêr girêdane û yên mayî berdane. Ango kevir girêdane û êrîşker berdane meydanê.

Ehd be, yek ferd ji vê civatê bimîne, ewê nehêle ku zalim, neheqê kurdan di dîrokê de spî bimînin.


Hemû hêza miletê kurd dane pişt xwe, xurtiya xwe mêranî dihesibînin! Mêr ew e ku lawaz û jêrdest be û serbilind be. Ne ku pesnê xwe bi xwurtiyê bide.


Bila heta demeke din, a me di dilê me de be.

Giya di bin keviran de namîne.

Kurdên serdest, rêxistina APOyî, DTP: We gelek kul kirine dilê me.


Hêza we xurtiya we ye. Yên wek min bêhêz in. Me ne ordî heye, ne murîd, ne nefer, ne jî aşîreta me heye. Em û dilê xwe ne; “Dilê şilftazî.”


Lê gotina me neqediyaye…heta hêj gotina me nehatiye gotin! Ez bi xwe bi deftera wan ên ku li ber deriyê otorîteyê wekî gavanan kar dikin baş dizanim. Ehd be, ezê rûyê kurtîlxuran reş bikim.


De xwedê mezin e!