03.10.2009-Ankara
Cejna yekemîn a ku di bîr û hiş de maye kîjan e? Nizanim. Bi qasî ku tê bîra min sal zivistan bû. Terzî apê min bû, şalekî xweşik ji min re dirûtibû. Jixwe ez jî şagirtê wî bûm. Têra min bexşîş ji min re hatibûn. Têra berikên demençeya derewîn, heqê deydik û siwarbûna bisiklêt û motosîkletên Forsonê Bajarî û qundireyeke Sumerbankê hebûn.
Hewa sar bû, baran û herî hebû. Em ji Mizgefta Mazîlevdîn heta bi Mizgefta Qijlê, ji wir jî heta bi Mizgefta Elî Kiçî, heta bi Taxa mala Hedlê û ji wir jî heta bi Wêsîk û car din heta bi Mizgefta Şêx Huseynê Kinikî li şekir, pere, dendik û hêkan geriyabûn.
Dawî em çûbûn, me motosiklêt û bisiklêtê Forsonê kirê kiribû, em li erebeya dewaran siwar bûbûn, me li ser erebeya dewaran gotibû, “Gel Gidelim Pazara, et alalim erkeklere, erkeklere afiyet olsin, kizlara dert olsin”…keçikan jî gotibû, “Gel gidelim Pazara, et alalim kizlara, kizlara afiyet olsin, erkeklere dert olsin.”
Welhasil…li navçeyeke li ser xetê, navçeyeke jihevdeketî, xizan û jibîrbûyî, ferdê malbateke ketî dikare çawa derbas bike, wisa dibihûrî cejna yekemîn.
Min li ser MSNê jî, destûr xwestibû û ji te re gotibû ezê notekê bihêlim ji tarîxê re…Min got ezê bibêjim: “Dûrbûna mala me û ya Kon, nêzîkî hezar metroyî ye, lê em nikarin biçin eydaniya hev…”
Hasan Kaya: Bawer bike ji xwedê, ev saeteke li ser Qamişlo difikirim, min noten xwe nivisîn , nivîsa min a bê, li ser Binxetê ye;
Hasan Kaya: Sernîvisa min, “Eyd e, lê nikarim herim mala Kon” û tu bi xwede bikî, te îro kî li sukê û li nav malan dît, bêje “Hesen ewê bihata cejna we, lê mudeta Pasaporta wî tije bûbû…” Erê yao, tu werê ber goristana Cihûyan dengê te, ewê werî min.