Rabe, biçîn Dilya! Gotinên xwe yên ku ji ber devê kêr û gûzanê qebraxan felitîne li ser hiş û dilê xwe bineqişîne; têgihên nostaljî û evînê bi deqên risasî raxe ser selulozê û biçîn.
Dema biçîn, pistepist, sir û hemû laqirdiyên mahrem dê di qul û qewêrên dîwaran de, wekî sêwî û êtîmên sernixwin û bi ahîn li pey me bizûrînin çavên xwe.
Fermo, em biçin; bila senet, borsa, fon û polîçe li ser tingên sanal laneta bêbextiyê bixwînin bi tirsonekî û devjêberdana me. Bila tifaqên muqedes, plan û bendên neteweyî, hevbend; ên ku timamê hişmendiya xwe li ser koka berjewendiya berîkî (cêb-kûrik) damezrandine, manşet û sergotinên xwe li ser dijberiya me bihonin!
Biçîn…hezn, êş û amentuyên qibleya xwe, digel tenêtiya xwe bidin ser rêya man û nemanê; bila rêya çûn û venegerê ji welatê me yê bêal, ebed ber bi xak û welatekî winda ve, me bibe. Bila em di nav bêpasaportî û bê al û nîşaniyê de, vegevizin ta ku “Necmul Ereb” û cumle “Qewmên Necîb” bi totika xwe ya vala tifî ser pîrozînên min bikin û ji eşqa serkeftin û xwirtiya xwe serxweş, xwîngerm û çavsor bibin. Ji nefsmezinî û difreya wan bila bi ber bê bikevîn, ta ku em bipekine xak, welat û devereke ku di tu nexşe û belgeyên fermî de, em nexuyên.
Sehw û xofa li ser rûyê min û dilê min ê teptepî; ji ber wan rojên giran ku di her berbangan de, digel barîna zilm, êrîş û karesatan, xizanî û tunebûnê em li ber şek û pekan dixistin; bi ser de jî bîrdozî û yasayên taxûtî, dilê me didewixand, biqewirîne û ji kerema xwe bi wan tiliyên kubar û zirav bihungive dilê min, ji nû ve min vejîne Dilya!
Biçîn welat û erdekî ji hemû dengê qîrqîr, xirecir û bêwate xalî; utopya û xewnên şêrîn taxîr mekîn…abadîn em li pey mixriqiya xwe vemeşîn…em nedin paş ji tu inyad û serserîtiyên xwe yên pak û serguzeştî.
De ka em biçin wî welatê çepek Dilya! Bêyî ku hîç li pey xwe binêrin û poşmanî wekî hevsarekî bêqudoş xwe bera ser sîngê me bide.
Li çavên min binêre, bihungive dilê min. Ger tîna min neşikest; lêva xwe bera ser kevçîka dilê min bide. Lêva xwe bera ser lêva min bide…bimije!