Kürtçe Makaleler

“Bi can, bi xwîn em bi te re ne ey evîn”

16.07.2009-Ankara

Piştî ku dengê hemû teptepan, dengê bêhisk, laqirdiyên serxweş û tolazan, yê sîsirk û mûzîka barên erzan hate vebirîn, heçku tu pê li hêkan bikî, wisa bi nermî, tedbîr û xofeke dilê dizekî nîvê şevê, yê şeva ewil ku xwe bi ser tawaniyê de xûz dike were ber deriyê min!

Xwe ne wekî deynadarekî şermoke, ne wekî leşkerekî ku wezîfe binpê kiribe û ne jî wekî şagiretekî revok bihesibîne dema ku te gav avête pêpelûka yekemîn; bila teptepa dilê te wekî “Aşê Xezebo” çeqçeqê bike û ya periya “Efsaneya bajêr” ku li taxa me jî nav daye, hema wisa wekî aveke sernerm, gotineke herikbar xwe bera nav odeya min bide.

Pêşî bila hucreyên te wekî panzehîrekê li nav xwîna min bikevin, ew min bistrînin ji elemên qedîm û hemdem da ku evîn nebe dijberê bêrîkirin û wisletê.

Bi esaleteke wisa were ku tu karibî bi wê heybeta xwe ne dilê wan jar û dilovanan; heta bikaribî dilê celadekî kordunde û bêxweyî jî wekî hevîrtirşekî meyandî û sîngeke li benda destan bi keser û hesret binermijînî.

Ax leylanê… ma çiqas şevan ez li benda bîhna te mam.

Ez çiqas şevan tenê li benda te…-ma ezê ji kê veşêrim-, leylanê ez çiqas şevan ne li benda porê te…ne li benda ruhê te…ne li benda gotinên te, ka ez yekser bi bêjim: Ya rast, bêfedî û kalan, bêyî ku bibêjim haşa….hema rasterê; “Ez li benda bîhna sîng û berê te mam.”

Belkî ulema, ravekar, sansurker, nobedarê sinc û toreyê…an jî zêrevanên yasa û makezagonan ewê rahêjin hemû kitêb û qewlikên xwe yên çermîn. Ewê vekin devê hemû mushef û qalikreşan; an fermanek dê bibe talihê korevîniya sersebebên wê bîhna mayînde ku ne tenê ez, lê hemû mişayix û feylesof ewitîne li ber deriyê wê.

Lê ka ez çi bikim; sed serî difikire, yek dibêje. Freud û Fromm wexta ku ber bi rastiya mirovî ve meşiyan û tiliya xwe dirêjî kuna mozan kirin, hemû mêşên hungiv beziyan ber deriyê “Bêexlaq” û “Jirêderketiyan.”

Der û cîran nizanin ku kesên bezek û êrîşker dibezine rastiya xwe…nizanin ku ew diberizine kesatiya xwe ya veşartî.

Leylanê, ka em ya rast ji hev re bibêjin? Kî zêde xwe ji çi aciz dide xuya kirin, ew ewqasî zêde tiştê jê aciz dixwaze.

Kî zêde xwe ji tiştekî dûr dide xuyakirin; ew ewqas bêtir nêzîkî wî tiştî ye…kî zêde xwe nêzîkî tiştekî dide xuyakirin, ew kes herî zêde dûrî wî tiştî ye.

Welhasil, ger wêrekî ji bo mirovên din be; ew camêrî ye. Ger cesaret û wêrekî ji bo nefsa mirov be, ew jî newêrekî ye.

Ez van gotinan ji bin çengê xwe dernaxim Leylanê, kubara wan şevê xedar, leylana ku di paşila xwe de bîhna şimamokan vedidize! Tu herî nêzîk î dad û rastiyê yî…tu ji ferşikê agirê semawet î, ne berjewendiyên îlelebet bandorê li ser wijdanê te dikin, ne jî tu made dikarin kîmya te xera bikin û xirekiyeke ji rêzê çêbikin li ser hişê te; lewre hewara xwe digihînim te û tu ji bo min kaxizeke turnosolê yî…ka destê xwe dayne ser wijdanê xwe. Bêje, kîjan tîran, Xweda û otorîte formulên matematîkê ava dikin li ser dijberjewendiyên xwe!

Naxwe madem jar û lawaz bêyî hîsab û kîtab gunehkar in; ka naxwe em vê lîstik û senaryoyê feremoş bikin û bila herkes biçe mala xwe ezbeniyê! Dest jê berde, fermo bila neherike cobar, bila roj bihile naxwe di rojava re, bila kenê pitikan ne pîroz be û mirin ne heq be naxwe li ser me.

Elekulî…guh mede van xireciran Leylanê. Zanim; tu dibêjî ev tişt gelekî zêdeyî serê min in. Naşêm serê xwe bi van re biêşînim. Hêj dilê min ê pevşabûnê têr nebûye ji henek û yariyan. Hêj çavê zikê min têr nebûye ji namet û tametînkan, tu çêla axret û paşiyê dikî!

Hema bi kurtî, wekî ku hemnetewên min dibêjin; “Bi kurt û kurmancî” ez hêj têrî tu tiştî nebûme li darê dinyalikê, lêê de ka dev ji wêdetir berde heyranê!

Di serî de min got, bêyî ku çikus, hesûd û çavnebar guhên xwe wekî radareke digîtal bel bikin bi ser deng, his û xişexişa pevşabûn, ramûsîn û pevhekandina laşên kewijî de; heçku tu xwe ji îxanet û bêbextiyên bi pistepist veşêrî, wisa bi dizî, nepenî û hêdîka bera ser sînga min bide.

Li derî mexe, tu telgraf û mesajên SMS meşîne. Îşaret û e-mailan neşîne. Hema yekser, bêxeber were, xwe bera ser êş, tîn, libendêmayîn û hesreta min bide.
Bila lêvên terikî wekî mîna xaka Haranê ku bi ser Feratê ve bûne, avjeniyeke bêser û ber bi coş, bi kelecan û xiroşî bikin.

Nizanim di bîra te de ye, an ez bibêjim; te dît diruşmeyeke me hebû: “Bi can, bi xwîn em bi te re ne ey evîn”, “Bi ruh bi can em bi te re ne ey, nivîn!”