Kürtçe Makaleler

SOHBET DIGEL KESÊ BÊÇARE


28.05.2009-Ankara


Dema heyat wekî dîwarekî herifî

Bi ser te de hate xwarê,

Çik li ser piyan be

Zorê bide hestûyê piştê,

Hewara xwe negihîne rev û xerabiyê

Berê xwe bide asmanê şîn,

Ne waweylêyan bixwaze ji yezdanê gewre

Ne jî hawara xwe bigihîne nekesan!


Dema tu li ber pêlên heyatê

Bûyî wekî kelemperê


Kî ji te bipirse warê te

Bila ne ba zanibe, ne jî dewran


Digel hêza hemû hucreyan û baweriya xwe

Neperûşkên xwe, wekî kelpetanekî têxe nava zendê serdestiyê


Ger tu şemitî ber hendefeyekê

Gindirî û hatî, li keviyeke bêmefer û kambax aliqî

Û ger ew dem êvar be

Bila heyv rêzanê te be

Ger roj be

Bibe gula ber biroj

Ger wext tune be

Tu di moda “Lamekan” de bî

Bikudîne…bila Che Guevarayek stêra sibê be


Bila hêvî berbejnek be

Bila semax amentû…

Ne li newalê kûr binêre û ne jî li xofê hay be


Ne bila heybeta jêhatiyan erza te bişkîne

Ne jî bila jiderbketina te ,deqeke şermiyê be li ser eniya te


Hema bila serê te bilind be,

Bi fîkîn

Bi rik û dilarî

Bi serbilindiyeke têrkubarî

Tevî orkestrayeke kamran bibe


Bila ken, evîn û maceraperestî kêm nebin ji tûrikê te

Nebe peyayê demên xapînok

Her zanibe rastî û comerdî

Hespekî bêwestan e; venabin destê dahatûyê ji pêsira rebenan!


Û ya mayînde,

peyva nemir,

ceweher û pertalê avzel:

Dê her gotina “Jidil û dilovan be” heta dinya heyî!