Kürtçe Makaleler

DAWEDARÊ SEDSALA XWE ME



12.05.2009-Ankara

Di şûna ku te ez kirim şahidê bûyerên vê sedsala bêyom; ji zikê wê jiyana ku di nav kayran û aloziyê de welidandim te beravêtibuya da ku di her kêliya vê heyûleya bobelatî de ez bi heywax û keserên her yek ji ya pêşî kambaxtir nebûbûma maqtûlekî poşman nebaştir bû gelo?


Yên ku bi serencam û ceribandinên xwe navsere ne ji berê ve gotiye, “Tişte ku çû nede dû”, “Poşmanî ne çare ye…”


Lê ka ez bibêjim û ger hûn ji dilê xwe bawer bin ku hûnê mêzîna edaletê jidil bişopînin, hûn bi wijdanê xwe qayil bin û bikaribin bi dilekî rehet di navbera min û jiyanê de bibin hakimekî adil; ez vebêjim, hûn hukm bibirin…Fermo:


Pêşî bîhna beqdenûs, bacan, îsot welhasil cumle sebzeyan ji holê rabû. Hêdî hêdî fêkî û sebze li ser xaka me ya qedîm xera bûn. Piştre dor hate ser av, hewa û derdorê.



Piştre kurmê xerabiyê kete canê mirovan. Hemû nirx, moral û pîvanên ku ji dewra hovîtiye heta bi dewra feodaliyê nisilîbûn û di tornaya hemû azmûnên dijwar re derbas bûbûn û wekî “Gotina mêrê berê” hatibûn hilbijartin ji manewiyata miroavahiyê re, hêdî hêdî li gorî lîra, marq û dolaran qelb bûn.


Civatê hew dît ku êdî bira li hemberî bira, xwişk li hemberî xwişkê di nava hesabên milîmetrîk ên fînansî de bi çargavkî jêhatî dibe.


Soz, bext, evîn, dilovanî,cîrantî, kirîvatî, destebiratî, pismamî, merivantî û cumle nirxên ku me miftîbelaş paymal û winda kirin; lê belkî piştî ku çavên me têr bû êdî em hemû heyîna xwe li ser bikin jî, emê êdî bi tu awayî nikaribin bi dest bixin, êdî bi tu teknîk, pere û marîfetan emê nikaribin careke din tam û çêja tenê yek ji wan nirxan bi dest bixin.


Me lewitandin. Pêşî me sebze û meywe lewitandin. Piştre me hewa û av lewitandin. Herî dawî me “Gotin” lewitand.


Piştî ku me “Gotin” jî lewitand; êdî jê û wê de tu tişt nema. Hudud ji xapandin, fen û fût, dek û dolap, nefret û nerindiyê re nema.


Dilê lawirên kovî yên li çiyayê me bi xwe jî bi halê me şewitî, ew jî metel man: êdî ew sihor, beraz, rovî, gur, hirç û cumle teyrikên di çîrokên dapîrên me de, terqiyan; terke dinya bûn.


Yek ji van lawirê di daristan û çiyayên me de peyda nabin ku em nîşanî zarokên xwe bidin, em wan bi gotinên berê, yên pak dixapînin. Em sermiyanê berê telef dikin, tiştekî ji nû ve, em bi xwe biafrînin û pêşkeşî cîhan û mirovahiyê bikin tune ye.


Ne ku pêl û kela min a nostaljîyê vê kêliyê gur bûye, an jî kîn û êşa teknolojî û modernîzmê ketiye dilê min.


Gelekan ji me, bi hev re dersên diyalektîkê xwendin. Wan ûstadan gotibû; belê, gotinên wan di guhê me de ne, ne ku me ji bîr kirine: “Pêşî ewê aletên hilberînê, dê bi pêşkevin, pişt re ewê sermaye kom bibe, dawî ewê fabrîke çêbibin, karker û sermayedar ewê derkevin holê…jiyana madî ewê jiyana manewî biguherîne…yanî tore, exlaq, dîn, çand ewê li gorî rewşa madî, li gora pêşveçûna aletên hilberînê bêne guhertin”.


Me ev ders helbet ji ber kirin; Lê xwedê heye, ez bi xwe ne hazir bûm ku “Gotin”; ew tişta herî pîroz jî were lewitandin!


Ez bi xwe ne hazir bûm ku bibim şahidê “Bira li hemberî bira, xwişk li hemberî xwişkê di nava hesabên milîmetrîk ên fînansî de bi çargavkî jêhatî bibe!”


Ne hazir bûm ku pozê min ebeden, bîhna sebze û fêkî jibîr bike!


Ne hazir bûm ku kal êdî wekî wê çîroka; “Welatek hebû dema dê û bavê wan pîr dibûn, ew di zinarekî re wer dikirin, diavêtin xwarê..!


Ez dozdarê sedsala xwe me, pê ne qayil im û ne li hevhatî me.

Ger ew diyalektîka ku me xwendî mizgîniya “Xerabûna gotinê dabe me, heft nofan lê poşman im.

Xwedî tecrube û rihspiyan gotiye, “Poşmanî çare nîne”, ”Ku te berda nede dû”... Lê ew “Soza mêrê berê” amenetû ye û yan sedsal ewê min bixe piç û parî; an ez li ser navê xwe bibêjim, “Serî danaynim li hemberî xerabûna “Gotin”ê.