Kürtçe Makaleler

SERDESTÎ

8.11.2008-Ankara

Bila tapû û xwedaniya temamê milk û mal û dewletan li ser we be…li ser xêrê be hêz, qudret û mêraniya we…lê tika dikim hun bikşînin wê dax û dûmanê ji ber keskosora min. Bila aso bêserûber, ji hemû Yezdan û ferişteyan wêdetir be dîmenê li ber awirên min.

Piştî ku we hemû meywe, sebze, tam, bîhn, reng û xweşikayî di xwîna hemcinsê min da û xwest bi min bide xwarin, ma êdî kîjan gotin ewê pîroz bimîne di kalanê xwe de, kîjan bext ewê êdî têr bike ku “Slav” û “Klam” bikaribe dilan aş bike, merdî, comerdî, mêrxasî bikaribe tax, gund, bajar û gewrebajaran ragire…gelo êdî reqs, sema, edet û tore dê çawa bikaribin bav û law-kek û bira girêbidin bi benê xwînê.

Qedrê gotinê ji tiştûmiştên li ser ting û sergoyan bihatir e di ferhenga fînans-kapîtal de, lewre ka alternatîfeke ku em bikaribin gunehên xwe lê veşêrin, birînên xwe bi dizî bipêçin û hestirên xwe bera nava xwe bidin bêyî ku em bibin qirdê nekesan di nav cade û kolanan de.

Ez ne talibê dirindetiya teoriyên sosyal, ne şagirtê dibistana Makyavel ne jî siwariyekî fersendkar ê dozên pîrozawer im..bila mineta hemû serok û tîranên kêmwijdan û hemasetperwer li wî diyarê ha be…”Dostek û postek”, “Xeyalên utopîk ên çardesaliyê” bes û zêdetir in ji bo vî temenê sergerdeyî.

Ax…nizanim di kîjan rojên hîpnozekirî de me kincên jidilbûnê jixwe kirin û em bûne parsekê ezayetiyê..! Dema dejenerasyon di kirasê bûkeke xapînok de kete nav xaka me ya vewestiyayî, em xeşîm û bêgunehine kêmtalih bûn.

Pêşî dilê me gerew girtin, dawî mêjî.  Wan yezdanên ku di hemû atolye û fabrîkayên xwe de cawê nerindiyê dihonandin, bedena me seranser dager kirin û êdî ferqa laşê me, ji ya telîsekê kayê nema.

Jarê… jaro… şûrê misrî simbêlên te nedibirî…tirsa te ne ji reşiya şevên bêheyv hebû, ne jî te hesabê şerkerên destbixwîn dikir… lê îro bulwarên ku bi çavên meyxwoş û fahîşeyî te di nav singên xwe yên desteserkirî de, kirine bengiyê zewk û sefayê nahêlin çavên te bi ronahî û zanînê bikevin.

Hemwelatiyo..! Ji xwe tu hîç behsa xwe meke, zanîn û rasî ji te ve xalî ye… êdî tu pezekî li ber destên celeb î…hevsarê te di destê serek, patron û bazara serbest de ye… nîşaneya borsa û bazarê berze bibe, tu berze yî…nizim bibe tu çal î.

Min navê… bila hemû dewlet û welatên ku we bi teoriyên faşîzane, bi hesabê qurnaziyê kirine gor û kemîn ji “Mirovên jar” re, para we bin… ji we re li ser xêrê bin… lê xwezî ew kozika zarokatiyê wisa nelewitandî, bêguneh, bêhesab û kîtap ji me re serifiyaba û me bikaribûya reqsên herî nazik, romanên herî lîrîk binivîsanda li wir, li ser dahatûya xwe ya dehşetengîz û rabirduya xwe ya trajîk.

Dewletên xwe bibin…serokên xwe bibin, senemên xwe bibin, teoriyên xwe yên muqedes bibin, rahêjin hemû çek û makîneyên xwe modern û pêşketî…lê ji kerema xwe destê xwe nedin wan “Gotinên me yên nestêle”. Stranên biratiyê xera mekin, guh medinê, bila amûrên me yên dengbêjiyê “Hovane” û “Kevneperest” bin. Bihêlin, bila “Bext” û “Siruşt” nelewite.

Lewre hemû tiştên ku “Em” dikirin “Em” felişîn. Hemû nirxên ku mirov dikir “Camêr” ji ber teoriyên “Bituql”, ji ber gotinên “Qelawî” wergeriyan “Pûlên qelb”… kes du quruş û nîvê xwe bi wan nade… lê ji ber şelafî û melaqiyê em yekpare, bi yek dengî û bi yek rayê dibêjin û diqîrin: “Bijî senemê me…bijî “Afirînerê me..!”

Min dewleta we ya musteqebel navê… min welatê we yê ku li ser navê min dixwazin bikin "Qaşo bihuşt" navê… dema we ava kir, ji kerema xwe min haydar bikin. Dema hûn seranser bûne îktîdar, dema we xeyala kozika me ya zarokatiyê jî dager kir, dema we hemû parêzgeh li ber me heram kirin, bila haya min jê hebe, wê demê min bi yekcarê dinya jî nave…ezê ji xwe re li dinyayeke din bigerim êdî.

Nizanim, kê xêr û bereket ji serdestiya hêza neheq dîtiye…Hîtler an Musolînî. Skenderê Zulqerneyn an Sultan Murat an Hulago… lê hûn ên ku bi serê xurtiyê sond dixwîn…ên ku hêza xwe li ser jimara serên girseyan dipeyitînin, murîdên tîranên hemdem, evîndarê dehaqên nûjen hun felsefeya xwe li ser mazlûmiyetê dihonin lê dek, dolap bûye pîşeyê we… kujerî bûye tilyak ji bo we! 

Ne li vê dinyayê, ne jî li tu dunyayeke din…em şirîktiyê daynin dera han, ez hîç naxwazim bibim cîranê cîranê we!