Kürtçe Makaleler

MIRINA DEMÊ-XERABZEMAN
  

31.12.2008/ANKARA

Zanim dîsa îşev ezê xwe biêşînim; derbê li xwe xim, bîra xwe vekolim, hemû bîranînên kesixandî ji sandoqa dilî yê ku mazûvanî ji hemû derbederî û canbêzariyê re kiriye derxim.

Çavên min ewê zûr be zûr li kêlî, saet, roj û mehên bihurî binêrin heta biqerimin. Pirs ewê wekî baraneke bêsebr li dû hev biniqutin ser mixê min ê westiyayî..! Dilo, çawa min debar kiriye li ber van nerindiyên global..!

Êşan wekî fişekeke bêrehm depê wijdanê min xirimandiye û hê jî jipiyan mame, wekî telîsekî sivik, bi ber bayekî zexm neketime, gurpîniya ketina min a li ser pêpelûkên nav kolanên bajêr zû zû negihaye hevrik û dilnexwazên min, çawa nebûme benîştê devê çikûs û çavnebarên marûf ên ku di cîhana xwe ya bi qasî hevokeke nişmî û kelê de dijîn.

Paşguh bike; bilorîn û bilezine dilo hemû dîsgotin û terenûma hevçerxên xwe yên ku di guhê gê de, wekî meyîtekî mûmyakirî, bi çavên beloq li hemû rindî û nûjeniyan dinêrin…û her ku nûjenî û çakiyeke berhemdar dibînin, çawa ku conegayên arenayan dibezine soriyê, ew jî wisa dibezine cumle hevokên nûjen.

Ez niha heçku di dadgeheke xwedayan de dihesibînim xwe, li hawîrdor rêzik û fermanên fermî û totalîter. Ne dikarim xwe biqulibînim wî alî, ne jî vî alî. Di navbera xelîl û celîl de, sirûdên kêmwate, kêmwijdan, kêmhezkirin dixwazin bera nava dil û hişê min bidin; lewre keftelefteke bêencam, bêdawî û bêperwa dikim bi hemû şane û hêza bedenî.  

Ne tu ferîşte di hewara min tên, ne tu hêvî dixuye li ser asîman û asoyê bergeha min, ez di nav mengeneyeke polayî de tême şidandin, li benda rizgarker û mizgînîbexşînerekî bêhempa yê ku ji xeybê were me; herçend ev xewn û hêviyeke bêyom û belesebeb e, zanim…zanim lê hûn jî zanin dema mirovek ji hêvî û mirazan qut bû, gav bi gav, kêlî bi kêlî jiyan bar dike ji war û talihê wî.

Ma ji xwe, ku ne ji vê helecan û telaşa pênezanîn û bêserûbinbûnê bûya kî/kê ji me dê debar bikira li ber xedarbûna nîr, dem û hevçerxa me ya çewsîner û zilûmkar.

Sal dibe 2009, li ber nexşeya cîhanê ya wekî mirûzekî bêmirwet im; ji hemû merîdyen û xetên nexşeyê xwîn dinuqite ser komputura min, zarok ji dahatûyeke bêminet bêpar in, xwe dixin dexîlê emperyal û dagerkeran ji ber bêmecaliya çarenusa reşîn.

Guhê dilên kor wekî başokeyan, wekî “Teyrên Ebabîl” cumle kîmyewiyan dibarînin; ne dahatû dimîne, ne hêvî dimîne li nîvê nexşeya gerdûnî.

Ka çawa seranser, ji ser ta pê nelivim û nebarînim nifrînên dijwar bi ser afrîner û birêveberên van konseptên xedar de.

Cîhana ku nan, azadî, rehmet, hevalînî, dostanî, piştgirî, bawerî û dilovanî roj bi roj jê kêm dibe û rûmeta jinan… bi taybetî ya jinan, lê ya mêran jî lê kêm dibe, kêlî bi kêlî globalîzm baraneke moda, teqlîd û qalibên jiberkirî dibarîne bi ser hiş û çavên zarokên xeşîm û bêguneh de.

Xwedaê Pereyan, Xwedayên Hêzê û yên din… ma zuriyeta ku ji bêxêrî, kêmdilovanî û sinceke lawaz were pê, dê çawa bibe derman ji dahatuyeke kamil re.

Heçî mirovên çê-rind bûn; rahiştin cilik û nivîna xwe , ji nav me bar kirin; debara wan nebû…heçî ehlê dil bûn koç kirin ji cînartiya qelp…çawa ku tê gotin “Li warê şêran dixwîne pepûk u kund e…” wisa bêkes û kûs, tenha û xalî ma cîhan… bêpar bû ji bêhnpakiya peyamber û zanayan..!

Roman û helbest bi graman tê firotin, stran li borsayan, li sûk û bazaran sernuxunên şermoke ne li ber hêt û dîwaran. Waweylê, zanim îşev; ku sal diqulibe 2009an ewê fişekên şahînet û keyfê kubariyê birijînin bi ser welatên ku şer, xela û xizanî ji wan difure de…şewqa neon û fişekên hewayî dê bêtir rik û nifrîna dilê zarokên xwedanxem gur bike û çerxa bêdad ewê mîna her car bêînsaf çerx bibe, mixabin rik û nifrîn dê bibe jehrîn û li xwediyê xwe vegere.

Digel hemû bêmirazî û nerindiyan cîhan tenê ji bo kêliyekê be jî, ger ya serdest evîn be, hêja ye ku bête tehemûlkirin, pêxwas, jar û belengaz, di bin bombebaran û gulebaranê de bin jî, bêçareyek dema ku li ser evîndara xwe wiha bibêje:

"Baqek gul
 
Rihan û sorgulek
 
Nêrgizek
 
Di salewexteke virnî de
 
Ji dilekî xembar
 
Wekî maleke hilweşiyayî
 
Wekî welatekî bindest
 
Bo destên narîn
 
Bo sîngeke gewr û vexwendîner
 
Xweşbexşîn…xweşbexşîntirîn dem
 
Di sala teze de..!