Kürtçe Makaleler
QETREMÎZ
06.08.2008-Ankara
Mirov gelek caran henekê xwe bi masiyan dikin. Masî wekî heywanekî bêhiş xuya dike li ber çavê wan. Gelo mirov çawa ne li ber çavê masiyan…em nizanin. Lewre em bi zimanê masiyan nizanin. Em bi zimanê tu heywanana nizanin.
Silêman Pêxember bi zimanê hemû teyr û tilûran dizanî…Feqiyê Teyran jî;lê her du jî fanî ne niha û tu şagirtî li pey xwe nehiştine!
Zanyar li ser jiyana heywanan vedikolin. Lê heta nuha tu kesî nekariya raxin ber çavan ka gelo heywan li ser jiyana mirovan çi dibêjin, çi difikirin.
Bi gorî jeologan temenê dinyaya me zêdetir ji çar milyar salan e. Helbet temenê dinyayê û temenê mirov ne bi qasî hev e.
Dîroka Cehutiyê dibêje temenê mirovî ji heft hezar salan ne zêdetir e.
Gelek zanyar jî xwar jor temenê mirovî li dora vê jimarê li qelem didin.
Baş e di heft hezar salan de, çi ecêb hatin serê mirov, serencama mirov çi ye? Çi xwar çi vexwar…
Em gelekî hindik jê dizanin.
Dawiya dawî mirov serencama xwe dinivîsin. Digel ya xwe, dîroka her tiştê li ser rûye erdê û li kosmosê dinivîsin. Mirov dîroka her tiştî dinivîse, lê tu tiştekî din dîroka mirovan nanivîse.
Belkî hovîtî û bêwijdaniya mirov a li hemberî cinsê xwe û ya li hemberî siruşt, heywan û her tiştê din ji vir tê. Lewre mirov; her û her bi çavê xwe li xwe nêriye. Bi çavê tiştekî din; mînak bi çavê masiyekî li xwe nenêriye. Ji pênûsa masiyekî çîroka xwe nexwendiye. Xwe di neynika “Tiştekî din” de nedîtiye. Her û her “Mirov” xwe di neynika “Mirov” de dîtiye…ev neynik yekalî, ji teraziya edaletê bêpar û bêrehm e.
Mirov ev dîroka tewş, ya dagirkerî, kuştin, dorpêçkirin û meşrûkirina kuştinê wekî mîrat ji kur û keçên xwe re hiştiye.
Gunehê xwe her tim bera stuyê xweza û heywanên din daye…Xwedê girawî, “Masiyê mezin ê biçûk dadiqurtîne”…” Jiyan şerek e, xwe li ser piyan bihêle”, ”Ji bo tu neyê kuştin divê tu bikujî” û hwd.
Felsefeya şîdetê xwe bera nav rêzikên pirtûkên olî daye…ruhê şîdetê ketiye nav lorîk, klam û şeran. Canawerî û cengaweriya “Mirovê serdest” ji yasa, tore, wêje û efsenayên qedîm, îro hatiye ketiye nav, dersên akademiyen şer, sirûdên neteweyî. Canawerî û cengawerî; bi gotinên pêşiyan, biwêjan, bi perwerdeya dibistanan, bi saya filîmên xêzikî û fîlmê hollywoodwarî civakeke nexweş aniye pê.
Di civaka nexweş de fabrîke, birêveber û serekên xwînhez û serxweşê otorîteyê diafîrîne.
Her cih û xaka ku piyê mirov daye ser, şer û xwîn, hestir û janê li ser aj daye.
Her devera ku îro mirov li ser dijîn, hemû mal û dever, war û şûngeh bûne fabrîkeyên nerindî, nelirêtî, zulm, dek û dolaban.
Qirêj di ekranên telewizyon û komputuran re, xwe bera nava malan dide.
Em masiyan dibînin, em li ser jiyana wan dinîvîsin. Em zimanê wan li gora xwe şirove dikin. Tevger û lebata wan rave dikin.
Ger çem, cobar, derya, okyanûs û akwaryum qetremîzê masiyan be; ew di qetremîzê xwe de bi çavên me têne dîtin.
Gelo kengî masî ewê çîroka “Mirov” binivîsin? Cihê me, tevger û lebata me bi çavên wan çawa ye…her ku em şerekî cihanî didin destpêkirin, her ku em bombe û çekên teze li ser hevdu didin ceribandin ew di qetremîzê xwe de, çi hestî dijîn?
Teoriyên mirovan ên neteweyî, teoriyên nîjadpereset, dewlet, aşîret, partî û rêxistinên sererd û binerd ên ku îmana xwe bi tedhîş, giyanawerî û canaweriyê tînin di wêneyên masiyan de çawa hatine xêzkirin…em di çavên wan de çi mirov in xwedêkî?
Qurana Pîroz dibêje: “Xwedê pêşî mirov ji heriyê çêkir. Piştre nifşê mirov ji aveke jirêzê afirand. Pêşî ew ji heriyê çêkir, dawî got ‘Çêbe’ piştre ew çêbû. Tu dizanî xwedê gote melayîketan, ‘Ezê li ser rûyê erdê xelîfeyekî biafirînim.’ Melayîketan got, ‘ Xwedayo, tuyê yekî ku li ser rûyê erdê fitne, fesadî û xerabiyê bikî, tuyê yekî ku xwînê birijîne biafirînî?’ Xwedê got, ‘Xweda bi her tiştî dizanî’…”
Dinya qetremîzekî gilover e. Mirov di nava qetremîzê ku bi fermana xwedê çêbûye de, li benda rojên xweş in. Lê tu kesî rojên xweş bi çavên xwe nedîtine li ser rûyê erdê.
Mirov; li ber çavên lawir, siruşt û hemû tiştên din…li ber çavê xak, kevir, maden û avê sefîl in... rezîlane ne. Hetikî û bedbext in; lê bi xwe nizanin. Di nav qetremîzê îzolekirî de, li benda “Bihuşta” musteqebel in!