Kürtçe Makaleler

ZILMA MAZLÛMAN


7.01.2008

Hur, gir, biçûk mezin herkes zilma serdestan şermezar dike.
Qenc, xerab, zana nezan herkes zilma serdsatan lanet dike.
Rewşenbîr, nezan, xwende, nexwende herkes li dijî zilma serdestan pêsîra xwe vedike.

Lê dema mazlûm zilmê dikin; dîwar ker, dev lal, kolan kor, bajar bêpêjn dibin…mêjiyê rewşenbîriyê diçeliqe, serhildêriya pênûsê nikulê xwe bera erdê dide.

Dema mazlûm zilmê dikin; helkehelk û gurpegurpa sîngê delûdîniya comerdiya çêyemêrên qada tax û bajaran fiş dibe...bajar dibe bûkeke fedyok û simbêlboq dikevine jorên malên xwe…cilikê dikşînin serê xwe.

Dema mazlûm zilmê dikin; ez, em, hûn…bajar cilikê dikşîne serê xwe.
Dema mazlûm zilmê dikin; gotinên pêşiyan, biwêj û dûrikên ku li ser comerdî û mêrxasiyê hatine vegotin, dikevin qul û qewêran.
Dema mazlûm zilmê dikin, hîç yek helbest li ser piyan namîne li welatê min.
Dema mazlûm zilmê dikin li orta bajarê min…dema mazlûm zilmê dikin li nav Diyarbekira min; helbestên Arjen sernixun dibin.

Dema mazlûm zilmê dikin li zarok, bêguneh, bêhay û kes û kûsan;qîmetê “Gotin”, “Ahd” û “Wefa”yê di nav qalikê pirtûkên pîroz de qelp dibe.

Li Diyarbekira min, comerdî û kevneşopiya hezar salan a ku serî  li ber sultan Mûrad û dagerkerên Erebên bedewî dananiye; di navbera zilma serdest û mazlûman de, hatiye xesandin.

Zalimên serdest û zalimên bindest; kewn û meharata xwe ya çavsoriyê di serê jinên ji ber xwe fedîkirî, di serê mêrên berketî û zarokên wekî nergizan re derdixin.

Zalim kêrên xwe…zalim hêrsa xwe sû dikin… zalim kursî û seltaneta xwe gur dikin. Zalim xwe tatmîn dikin; her ku ew xwe tatmîn dikin û kef bi devê wan dikeve, dayikek welatekî winda dike.

Her berxikek, her zarokek, her nergizek welatekî mişt zêr û zîv e bo dayikekê..!

Her ku zalimekî serdest…an ku her ku zalimekî mazlûm weledê dayikekê diçilmisîne; welatek seranser talan dibe, welatek dimire bo dayikekê..!

Her ku dayikek digrî li Diyarbekir; çi zilma serdest, çi zilma mazlûm guhê xwe digre, çavên xwe miç dike û kef bi dev dikeve ji eşqa kursî û seltanetê.

Her ku dayikek digrî li diyarbekir; leşkerek dibişire…her ku dayikek digrî; leşkerekî serdest û leşkerekî mazlûm dikeve cezbeya serkeftinê..!