Kürtçe Makaleler

Ferhenga Şaşmayiyan!
 
23.05.2007-Amed
 

Jiyana rasteqîn…ya rojane kelê, pûç û kêmwate ye. Em di nav xirecira aborî, siyasî, şer û hemasetê de, hest û vîna xwe ya heyî her ku diçe winda dikin. Aliyê me yê mirovahî, siruştî lawaz dibe. Rasteqînî û aqil; zorê didin dil û wijdan.

 

Rojeva me; ne bi hiş, îrade û daxwaza me tê xêz û destnîşankirin. Xurt û zordestê piyase û bazarê li ser nav û nîşana me; rojev, remz, yasa, rêzik û qaliban diafrînin.

 
Di nav hengameyeke wisa de, ma gelo “Em dikarin, em em bin…yanî wek xwe bimînin?” Na…em nikarin em , em bin.
 

Serdest û xurt di çeper û baregehên nepenî de, bername û pergaleke li gorî berjewendiyên xwe saz dikin. Em, gel, girse ango yên mayî, di nav van bernameyan de peya û leşkerên matmayî ne!

 
Şer, tifaq, lihevhatin, peyman, nîqaş û têkiliyên din ên xurt û serdestan li gor van bernameyên veşartî birêve diçin.
 
Hemû konsept û paradîgmayên pîrozîn! di dinyaya me ya kaotîk de, “Mirovê matmayî û bêçare” dihêrin, diçewisînin. Têgih û peyv di ferhenga şaşmayiyan de tevlihev dibin.
 

Berê gotinên felsefîk, bihikmet hebûn. Ew gotin heta roja me hatine, Gelek caran em serî li wan didin. Wekî gotinên Xanî, Nalî, Hîpokrat, Eflatûn, Yusuf Has Hacîp, Mewlana, Zerdeşt, Muhyedîn El Arabî, Farabî û yên din.

 
Ew gotin li gorî rewşa siyasî, aborî û sincî ya wan dema bûn. Îro gera çerxa felekê hatiye guhertin.
 

Li gorî nîrê ragihandin, komputurê êdî gotin, têgih di ferhengan de natebitin; wateya wan guherbar e. Heta em dikarin bibêjin ku her yek ji me xwediyê ferhengekê ye êdî…fermo ji ferhenga min çend peyv:

 
 
 
Welat: Dema ku ew heye, qesra zengînan e; efare ji xizan û hejaran re ye. Dema ku tune ye, em pê dihesin. Ango wekî bêrîkê ye!
 
Rewşenbîr: Ziqûm û tehlîşka siyasetmedar û leşkeran in. Ji bilî jin û zarokên wan herkes sûdê ji wan werdigre!
 

Evîn: Mem bi çewtî gotibû: “ Ev e, va ye, min dît!” Lê li dinyaya din pê hesiya ku diriyek e…Wekî Aragon got, Evîna bextewar tune ye!

 
Ken: Hespek e, siwarê xwe dibe nav ewran! Henekpêkirin û devavêtina senaryoya xwedê ye!
 
Siyaset: Nanê sêlê ye; ne sêla Rewşena gundî, ew sêla nanpêjê Ahmed Efendiyê bajarî yê keysperest e! Yê ku kirasê siyasetê li xwe kir; divê zankoya “Derew”lojiyê kuta bike!
 
Xweda: Dema pitik yekem car vîqiniyê dike, ew vîrûsa jênebir a ku diçe ser dilê wî ye!
 
Zarokatî: Di hundirê hemû mirovan de veşartiye; her ku qaşo mirov jê dûr dibin, nêzîkahiyê lê dikin!
 

Jihevhezkirin-Pevşabûna Jin û Mêr: Pîçek e, li ber deriyê mizgeftan. Dema Birêz Peyamber Îsa  got, “Yê ku gunehên wî tune ne, bila kevirê pêşî biavêje” çawa herkesî kevirê xwe berjor kir; ew xaçek e, bi bin çengê hemû mirovan de ye, lê gelek kes xwe jê bêrî dikin! Adem û Hawa ew nedan bi afirandêrê xwe!

 
Jin: Hemû keleh û qesrê cîhanê ji bo piyên wê hatine avakirin. Mêr, kole û bindestê wan in!
 
Dostanî: Kaxizeke herî biha ye li borsa, sûk û bazarê. Dema şikest, êdî nayê firotin!
 
Durûtî: Toksîna laşê mirov e!
 
Hezn-Xemgînî: Efyon û tilyaka şaîr e; li bazarê ne tê kirîn, ne jî tê firotin!
 
Berf: Dema ku dibare, gunehan di nav xêran de vedişêre!
 
Temen: Li ser pişta karxezalekê ye; dema peya dibe hêza mayî dide kevnik û bi poşmaniyan!
 
Zilm: Xedartirîn rîş û yek ji poşmaniya Yezdanê semawî ye. Zerdeşt li qewmê xwe qedexe kiriye!
 
Şehîd: Herçend ew li lutkeyên çiyayên bejinbilind siwarên merd û jidil in jî; zarok û xizmên wan li ber deriyê keysperestan xulam in!
 
Demsal: Xapînoker û sîxurên mirinê ne!
 
Bêbextî: Pêderîn û verişîna dil û mêjî ye!
 
Berxwedan: Xerakirina aşê cinan e!
 
Yar: Ger tiştek jê biqedirtir bû, naxwe ew neyar e!