Xwendevanê birêz, li çiyayê Hemrîn li şikefta Ûço pîrejinek dijî. Pirejin falbaz e. Vê pîrejinê, rabû li ser daxwaza siyasetmedarên kurd falek vekir; ji bo sala pêşiya me; sala 2008an remla xwe avêt. Tiştên ku xuya kirine di remlê de, bi kurtî ezê ji we re rêz bikim. Ger li we giran neyê, heçî bihîst bila ji yên nebihîstî re bibêje.
“Hekûmeta Kurdistana Başûr, li hemwelatiyan xewa nîvro ya di nîvê meha tîrmehê, ango di germa havînê de qedexe kir! Êdî li Başûr, havîna bê, tu kes ro bi nîvro ranaze.
Rêxistina bi navê “Rizgarî” li gorî rêzika xwe ya bi navê “Zêr zanit, zor zanit, devê tivinga mor zanit” tevgeriya û hemû endamên rêxistinê ji Ewrupa ber bi çiya ve beziyan!
Hemû endamên Partiya Civaka Demokratik (DTP) zimanê kurdî li ser hemû birêveberên xwe ferz kir. Endamên vê partiyê helbestên Baba Tahirê Uryan û Mewlûda Kurmancî ji ber dixwînin!
Şaredarê Amedê li gorî pîvan û rêznameya Yekîtiya Ewrupayê, xwarina cegerê qedexe kir, ji aliyê cegerxweran ve, serê sed û pêncî zabiteyan hate şikandin; piştî vê qewmînê xwarina cegerê dîsa serbest bû.
Wergerê kurd Husên Duzen ewqasî xwe şidand û girîngiya wergerê vegot; wezareta perwerdehiyê xwe ranegirt û biryar da ku li Başûrê Kurdistanê Miduryeta Karê wergera Wejeyî damezrîne!
Salih Kevirbiriyê nivîskar û lawikê Misircî got, "Heta niha min di bîst rojname û deh kovaran de kar kir. Bi heqê nivsandina xwe min qesreke spî ji xwe re ava kir. Ji îro bi şun de, tenê ezê di malpera Netkurdê de binivîsim. Besî min e, çavê min di malê dinyayê de nema!
Memed Uzun gotiye ji payza 2008an bi şûn de, destûrê nadim nivîskarên kurd peyvên ku min çêkirine bi kar bînin. Nivîskarên kurd li Zana Farqîniyê Ferhengçêker kirine hawar û gotine, "Emanet bila Uzun tiştekî wisa meke; naxwe zimanê me dê "Lalik" bibe!
Nivîskarên Kurd (yanî nivîskarên ku bi kurdî dinivîsin) ewê êdî serê her pirtûka ku nivîsîn heqdestê xwe çil hezar dolarî wergirin!
Niştecihên herêma Soran û Behdînan li hev kirin ku poşiyên xwe bikin yek reng. Ji niha û pê de ewê herdu herêm, rengê spî bişemirînin; poşiyên reş û sor bidin serê xwe!”