Kürtçe Makaleler

LI STENBOL PENABER, LI AMED MÊVAN


 20.04.2007/Amed

Piştî 1995an, li Enstîtuya kurdî ya Stenbolê pêşî wekî cîgirê serok, dawî jî wekî serok hatim hilbijartin. Jiyana min a Stenbolê destpêkirbû êdî.

Ji wê salê, heta 2006an li Stenbolê jiyam. Xwar jor yanzdeh salên gilover. Ji destpêkê heta sala 2003an min li Stenbolê xwe wekî mêvan didît. Ew hestekî çawa ye, nikarim rave bikim. Heçku dê şoreşa me bi ser bikeve û emê li welatê xwe vegerin, dest bi avakirina saziyan bikin, emê neteweyekî bikemilînin. Bi sed hezaran wezife dê li benda me bin. Meyê dibistan, zanko, zanîngeh, enstîtu û akademî damerzrandana, xort, li benda me bûn…gel li benda me bû.

Li Sariyerê, Beşîktaşê, Bakirköyê, Pasaja Çîçêkê, li Nevîzadeyê, li Beykoz û Kadiköyê min li ser maseya xwarin û vexwarinê bi çavên tijê hêstir helbest dixwendin li ser Amedê. Heçku Amed bûkeke ku bûye jinebî, keçeke sêwî be û li benda rehma destê min be!

Di nav kolan, bûlwar, şeqam û çaterêyên bizingezing de, ez li ser tenêtiya xwe diponijîm.

Ne çîmdirêjên porzer û lêvqelew tîna min vedişikandin, ne jî serpêhatiyên bi heyecan ez dikirim xwediyê malê. Her û her mêvanekî bi lez bûm li vî bajarî.

Dirûşme, sirûd û helbestên li ser dil û zimên her ji bo “Ameda Rengîn” bûn. Me welatek hebû...me payîtaxtek hebû… me welatek hebû, ji hemû welatan ezîztir…me payîtextek hebû, ji hemû payîtextan ciwaniktir.

Axxx… hîç yek rojê di nav destên hevrîşîmî, li ser paxilên hişk û ter û nermîn bextiyar nebûm…ez; di gewrexweşiya min de, tu zîzî û lerzîna jana dijwarîn bûyî welato…!

Min her çi ji te hez kiribe Stenbolê! bi dizî û îlegal ji te hez kiriye. Min çi şopek hiştibe li ser hinarîkên te, ew maçên bi dizî ne. Lewre tirsiyame ku Amed pê bihese û bidexise.

Li wî bajarê ku bi salan re, bû mîna yareke jêneger, dema ez dûr diketim; min pir bêriya wî dikir. Êdî Stenbol ji bo min bûbû yareke ku ne min dikaribû dest jê berdim û ne jî bi wêrekî, jidil bixwazim.

Dema ez jê dûr diketim, derya, qelebalix, teq û req, navendên çandê, civîn, masî û eraq, qaqlîbazên netebitî, dîmenê sibeh û êvarê yê Bosfora bi keştî, heval û hogirên sohbetê; bi kurtî, ev bajarê ku em bi milyonan kes di zikê xwe yê hûtî de vedihewandin, em diwestandin, ji hal dixistin û dîsa bi destên xwe yên fahîşeyî em nerm dikirin, dihedinandin û westa me berdida.

Herçend dema ez diketim ber sînga bajêr, tama xweşiyê ji ser hişê min diçû û sirûdên gazindan dihat ser zimanê min, dengê lûtkeyên çiyayên herî bilind digel xezebeke zagrosîn guhê min diqulquland. Zeviyê ku ji ber şerî bûbû bêndera cendekên xort û keçan; hişê min werdigerande wêneyên Picasso û ez li ser pirên Konstanpolis, li ser Galata, li Xelîcê dibûme neçar û penaberekî mîlîtan.

Stenbol; ango fahîşeya nazenîn! Bajarê çêjtilyak û çêjafyon ! Ev salek e li Amedê me. Kolan bi kolan, pasaj bi pasaj, tax bi tax geriyam. Min gav avêtin nav heriya bajêr. Toz daqurtand. Dengê gundî, karker, bêkar, diz, keleş, ebuqat, doktor, akedemîsyen, têkoşer, dijber, mitirb û gewende, fahîşe, serokeşîr, xwendekar û mindalan baş hate guhê min.

Ev salek e ku li bajarekî birîndar im. Ez kesekî birîndar im. Bajarekî birîndar dikare çi ji kesekî birîndar re bike. Berevejê gotinê; gelo kesekî birîndar dikare çi ji bajarekî birîndar re bike?
Ew tiştê ku li Stenbolê lê digeriyam, niha li nav kolanên Ameda dewixî jî digerim. Li Stenbolê penaberekî bêmecal bûm. Li Amedê şaşbûyekî xeyalşkestî me; dîsa tenha û biyanî me.

Şopa awazê dirûşme û sirûdên ku me li Stenbolê bi ehd û eman li ser Amedê dixwendin naxuye li ser taqên burcan.

Ew diladarî û şahîkiya utopya me, li Amedê wergeriyaye kaxiz û pelikên borsayê, hilm û bîhna sebra şoreşa me; di nav avahiyên çend tebeq ên kurtîlxwirên keysperest de, di nav desteyên dolaran de sernixun û bêmefer e.

Ne li xwaringeh, seyrangeh û kolanên Amedê dilê min bi gurpe gurp evînê diafirîne, ne li Stenbolê bêyî Amedê jana min dihedinî. Digel birîndariya xwe, ya Amedê; utopyayeke seranser pelixî vedihewînim di dilê xwe de

Li Stenbolê penaber bûm, li Amedê mêvan im. Mêvanekî bêmazûvan. Tik û tenê..

Wekî baraneke nîsanê, hûrik hûrik kirêtî dibare bi ser hêvî û utopya min de. Çarmedor xewnên bi teba. Li hawîrdor agir û arzeba. Zimîniya firokan, firokeyên ku gaveke din dê welatê min, şikeft, deşt, çiya û hemû xweşikayiya siruşta bihara min, keç û xortên herî çalak û çeleng ên welatê min bombebaran bikin zingezingê dikin di peleguha min de.

Digel hemû bêqudoşî, bêbextî û kêmtalihiya nifşî; bi baweriyeke Spartakus û Zeusî ber dilistanê dibezim. Li bajarekî birîndar, digel utopyaya xwe ya birîndar di meha Nîsanê de çavê xwe li kulîlkan digerînim.

Dubare dibêjim, li Stenbolê penaber bûm, li Amedê mêvan im..!