Kürtçe Makaleler

Jiyana Derûnî


12.08.1997-Stenbol

Piraniya neqş û motîvên li ser dilê mirov ên ku xwe bera ser rûyê mirov didin, ji mercên wî cihê ku mirov lê dijî tên. Rûyê mirov neynika dilê mirov e. Dil jî avê ji kaniya welatê xwe vedixwe. Ava kaniyên welatekî ji nav çiya, deşt, lat û zinaran dadiwerivin. Reng, bêhn, tam û qelîteya xwe ji maden, hewa, fêkî û axê digirin.
 
Dema ku ez qala rûyê mirov dikim, her dem rûyê şaîr Cemal Süreyya tê ber çavê min. Hêj di wan salên ku ez diçûme lîseyê, min şiîrên Cemal Süreyya xwendibûn. Di şiîrên wî de xemgîniyeke dijwar a wekî tûtineke ku demarên wê ji kaniyeke cemidî av vexwaribe bû.
 
 Di hemû sûretên wî yên ku di kovar û rojnameyan derdiketin de, rûyekî mişt hezn, çavên bi keser û lêveke zîz ne mimkun bû ku bala mirov nekişandibaya ser xwe.
 
 Helbet dem hat û çû, ez hîn bûm, ku Cemal Süreyya bi eslê xwe ji kurdên Dêrsimê ye. Di terteleya Dêrsimê de, hêj şeş salî bûye. Tevî malbata wî hatine sirgun kirin; ew şandine der û dora Marmarayê, bajarê Bîlecîkê. Navê wî yê bi rastî Cemalettîn Seber bûye. Di binê siya singûyan de, tevî eşîra wan ew avêtine zikê fargona tirênê û berê wan dane xerîbiyê.
 
 Diya wî jî, bavê wî jî li sirgûnê mirine. Piştî ku ez bûme xwediyên van agahdariyan, êdî min zehmetî nekişand ji bo ku ez êş û hezna li ser rûyê Cemal Süreyya têbigihîjim.
 
Vî camêrî demeke dûdirêj nasnameya xwe ya netewqeyî ango kurdîtiya xwe veşartiye; beriya ku wefat bike bi demeke kurt li xwe mukir hatiye û gotiye, ez kurd im. Piştî mirina vî şaîrê ku di nav edebiyata tirkî de cihekî wî yê giran heye, hevalê wî ev sir eşkere kirine.
 
 Cîhana mirov a hundirîn di dema zarokatiyê de tê neqişandin. Ew têla bi dirî ya di navbera Bakur û Başûrê Rojava de, ew têla ku Nisêbîn û Qamişlo dixe du şeq di welatê me de psîkolojiya sirguniyê bi me re çêkir.
 
 Ew qaçaxçiyên ku di nav zeviyên mayinkirî de diman û cendekên wan dianîn nexweşxaneya Nisêbînê, weke a niha li ber çavên min in. Ji bîr nabin.
 
Ruhiyata min bi xwe, hinekî li ser rûyê miriyan, li ser têla bi dirî û li ser sirguniya di welatê xwe de ava bûye.