Kürtçe Makaleler

Sûretê Hrant Dînk

19.01.2007-Amed

Heta min Hrant Dink nas nekir, min digot belkî tu sûret ji sûretên mirovên kurd nikarin xemgîntir bibin. Lê dema ku di sala 1996an de, li ser navê Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê ez û rêveberekî enstîtuyê em çûne serdana rojnameya Agosê ev baweriya min hate guhertin.

Cihê rojnameyê li Şîşliya Stenbolê bû. Beriya rojekê me civan danî û em çûne serdanê. Wê demê li Tirkiyeyê derkirina bîr û rayê tiştekî xeter û metersî bû.

 

Hêj Ewrupa pere nedabûn kes û rêxistinên sivîl da ku canbaz derkevin holê. Kî û kê çi digot, ji nava dilê xwe digot, wekî şîrê xwe diaxivî. Hesab û kîtab nebû ji bo comerdî û merdiyê. Wekî Ahmed Arif gotî, “Dostanî jî, neyarî jî bi mêranî” bû.

 

Dema ku em çûne nivîsgeha Agosa rojnameya Ermeniyan, li ber çavan bû ku ev cihekî qedîm e û bingehekî vê saziyê heye. Avahî, kel û pelên li hundirê avahiyê, remz, rabûn û rûniştin her tiştek li gorî rêzikekê hatibû duristkirin û têkilî li gorî protokolê bi rê ve diçûn.

 

Lê digel esaletê, bîhna nefsbiçûkbûnê difuriya ji vî mekanê ku heçku cihekî pîrozawer e. Remza nefsbiçûkbûyê xwe di sûretê Hrant Dink de dida der.

 

Me armanca Enstîtuya xwe heta ji me hat da nasîn. Dawî Hrant Dink devliken behsa têkiliyên dîrokî yên kurd û Ermenan kir. Bi zimanekî nerm rexne li yasayên fermî yên Komara Tirkiyeyê girtin. Rexneyên ku dikirin jî bi zimanekî wisa nerm û xweş bûn mirov digot heçku ew pesn dide.

 

Sal derbas bûn piştî 1999an, li Tirkiyeyê pêvajoya beşdarbûna Yekîtiya Ewrupa dest pê kir. Gelek Semposyum, panel û konferans pêk hatin li Tirkiyeyê. Civînên ku piraniya wan li ser mafê kêmnetew, demokrasî û pêvajoya beşdarbûna Tirkiyeyê ya Yekîtiya Ewrupayê bûn, li otelên bijarte yên Taksîma Stenbolê pêk dihatin. Pirên caran xebatên wiha ji çapemeniyê re ne aşkere bûn.

 
Di gelekên van civînan de, ji min re bû derfet ku digel Hrant Dink û gelek kesên wekî wî hêja û xwedî tecrûbe re pêkve rûnim.
 

Ya rast gelek caran wekî bîr û hizr di barê bikaranîna mafê kurdan de me li hev nedikir. Lê tu caran birêz Dink peyvek bi tene be jî li dijî mafê mirovan û kurdan an jî etnîsîteyeke din nekir. Carekê, di civîneke ku Karen Fogg jî beşdar bû min got kurdan û tirkan pêkve komara tirkiyeyê ava kirine, lewre kurd jî hîmekî avaker ê vê komarê ne. Piştî van gotinê min Hrant Dink bi hêrs lê nukteyî got, “Bavo ma em ji Eyşika Ereb in.”

 

Dema Hrant Dink diaxivî huznek, xemgîniyek, rebenî û xofeke mezin li ser sûretê wî peyda dibû. Tîmsala huznê bû dîmenê rûyê wî. Huzneke dîrokî û sedema wê diyar.

 

Dema min ew sûretê wî didît gelek caran di nava xwe de min dahûrandina gelê Ermen dikir. Şiroveya min ev bû: "Hîç nebe kurd li tirkiyeyê xwediyê hejmareke zêde ne; lê hejmara ermeniyan gelek kêm bûye. Gelo ev psîkolojiya kêmbûnê ye li ser sûretê wî ? Gelo, qirkirina ermeniyan a 1914an wekî mîras huzn ji sûretê Hrant Dînk re hiştiye? Pirs…..pirs.

 

Lê bawer dikim belkî tesîra sêwî mezinbûna Hrant Dink jî bandor li ser sûretê wî hiştibû. Bi qasî ku tê bîra min Hrant sêwî mezin bûbû û li dibistana êtiman xwendibû. Ma ji xwe sedsala berî, ji bilî kul û keseran çi ji bav û kalan anî ji nifşan re.

 

Niha jî qatilên xwînhez zarokên wî sêwî hiştin. Êş, xemgînî, huzn berdewam e. Xwedê zane demeke dirêj, li ser vê xakê eşa mirovan dê nehedine. Paytaxta Alî Osman bûye şahidê kuştina gelek ronakbîr û rojnamegeran.

 
Oxir be Hrant Dînk…wa ye mirî jî tu destê xwe ji mirovan re kil dikî. Sûretê te mirî ji bi hezn û mitale ye…!