Kürtçe Makaleler

EM LI PEYVAN DIGERIN
 
17.07.2006-Amed

Peyv in ewên ku em bi wan birînên xwe vedikolin; her ku serê wan digihîje serê birînê, birîneke teze di canê mirov de vedibe. Em ên ku li ser xaka pirjan û korbext rêwingiyên şevên reş… em ên ku miraz û hêviyên wan li darê dinê bi kelemê bêberî û zirberhemiyê hatine tamandin bi peyvên kêmşîrînahî ji derb dikevin.

 

Li newalên waweylê û hawarnak, qîrîn û nalînên me bi peyvên xwediyê potînên daweşîner û milên tijenîşan têne xeniqandin. Hilma me, di nava me de werdigere babelîskên zîvroker… em wekî xernûfa hişk li bar bayî… ba dizane welatê me ku der e. Hemû peyvên me yên zêrîn ji ruh û bedenên me dawerivî… em ji ji hemû sirûd û lawij û berbejnên pak û pîroz bêpar... Li ser ziman û mêjî û dilê me kerkot û qalik û kalanên peyvên navsere, mîna çîrokên vebuhurî vezilandîne. Li ser dahatû ûmîda me peyvên vejîner nateyisin û em kampeyv in di hemû mahtab û sayîrojên ronak de.

 

Ey pîrê peyvan… xweda û xwedawendên peyvafrîner! Di roja dadbelavkirinê de, li ser mêzîna xêr û gunehan “Mirovê jankêş” kîjan kenîşt, mizgeft, dêr û çîlegeh da ber kevir û çêran? “Mirovê terkewar” kîjan sîngê xwedayî da ber peyvên gunehbarîner ku îro li darê xurbetê “Mirovê winda” ne xwediyê “Peyv”a xwe ye. Ji hemû peyvên ku diyarkerê çarenûs, dahatû û xweşiya rewşa wî ne, bêpar û bênesîb e.

 

Em, ango “Mirovê biyanî”; li ser nexşeya dirandî… li nav sînorên ku bi xwîn, xwêdan, goşt û nênûkên fedakirî û qurbaniyan hatine xêzkirin, bêyî ku yek peyvê wekî bersiv pêşkeş bikin; her roj bi peyvên serdestan têne tehcîrkirin, tahkîrkirin û lanetkirin. Çima..?

 

Çima, “Çima”yên me li yek qadê nabin kilîdek û hemû dergeyên fereca xêrê li ber me bêfanûs, oxir nehilatî… seranser zilamên kîşwerekî, jinên neteweyekî di nav deryaya jankêşiyê de avjeniyê dikin?

 

Em li peyvan digerin. Peyvên veşartî. Ên ku sêhr û tilsima wan mîna giyayê di bin keviran de nepenî. Em li peyvinan digerin… peyvine ku ji berbejn, lawij û sirûdan dawerivîbin… peyvên ku ji yên pirtûkên pîroz spehîtir û bihêztir bin. Da ku qeremşikandina salan wergerîne hêzeke atomîk. Peyvên ku hestê bixwebawerbûnê vejîne û hestiyê piştê zexm bike.

 

Em li peyvan digerin. Yên winda… yên ku li ber roniya çirayê, li ser dîwarên şkeftan, di ayînên çarhezar sal berê de, ji devê pîrên bawermand derketin û bi destên xêzkeran hatin nivîsandin.

 

Em li pey şopa wan peyvên ku bîhn û rengê bêdadiyê xwe bera ser wan nedabe, digerin. Peyvên ku mîna aveke herikbar xwe bera nava dilê safî didin… peyvên ku “Soza mêrê berê” bûn. Em didin dû peyvên ku li xalîcihan ji devê evîndarên efsanewî bi kurtepist derdiketin. Li dû wan peyvên bêhesab û bêkîtab in.

 

Em îro li dinyaya têrmakîne, têrbombe, têrdeng û têrqelabalix…di nav dîmenê kuştin, şer, teqîn û qirkirinê de… li ber neynika tunekirin, înkarkirin û mêtinê de, li peyvên pak digerin. Lê peyvên me ber diavêjin…peyvên me giryan û jankêş in wekî dahatû, çarenûs û rengê sûretê me..!