A niha keçeke kejî, li Marmarîsê, li ber deryaya Egeyê, di sibeheke xewar û zelal de rûken û dilşad e. Bi awirên xilmaşî, bi şadûmanî û nazdariyeke kubarîn ji dê û bavê xwe soza diyariyê distîne.
A niha keçeke mûzerik, li Amedê, li taxa Rezan, li kolana Medîneyê, li ber barîqat û çeperan dema ku ji devê lûleyan gaza îsotê vedirîşe; bi çavên hêstirbarîner û lêvên laleşînî dirûşmeyan diqîre.
A niha, li Alanya êvar e. Hungir, qûm û yakamoz digel sofreyeke têrsohbet ji ser lêvên şerabî stranên kamraniyê diafirînin. Niha li Amedê êvar e, li ber Sûka şewitî, zarok, xort; ên ku muhtacê taştê û şîvekê ne, yên ku ji azadî, nan û bextewariyê dûr û bêpar in; di govenda mirinê de taya neçariyê digrin.
Asta borsaya bazar û mazata megapolên mezin, hay ji kutekuta dilên zarokên kurd ên malbatên bêkar û bêmal, ên ku ev e çend roj e, ji bo ziman, nasname û rûmeta xwe dirêjî ser tank û paletan dikin tune ye.
Ev e serê çend rojan e ku li Amedê bajar di nav şînê de ye; xort û zarok dibezine deng û agir. Herkes xwe li deng û agir digire. Deng û agir zarokên bajarê qedîm ên ku sûr û bircên wî serî li ber simên hespên tîranan dananiye, ber bi xwe ve dikşîne…ew agir û deng mirovan wekî miknatisê ber bi xwe ve tîne. Agir û deng, zilm û çavsoriya ku di qul û qewêrên bircên bajêr de hatiye veşartin diqewirîne.
Ev çar roj in ku li Amedê ji bilî dermanxane, firûn û nexweşxaneyan bêje hema deriyê hemû dezgehan girtiye. Li çar aliyên bajêr agir vedikeve, bi hezaran kes diruşmeyan diqîrin, dimeşin. Analîzên siyasî, naveroka diruşmeyan û ramana çalakvanan li aliyekî; divê vaqia (kirû, realîte) bi xwe bi hûrbînî were vekolîn. Bi hezaran gund hatine valakirin, dewletê zulmeke xedar li gel kiriye, siyaseta asîmîlasyon û înkarê bi rê ve biriye, li keviya bajêr taxên jar û belengazan hatine ava kirin.
Digel ku gelê Amedê ji xwe welatperwer û neteweperwer e, bi ser de jî bêkarî, xizanî, bêderfetî, tunebûna rewş û jiyaneke sosyal bi xwe re peqîneke mezin aniye pê. Wekî peyva gelêrî, “Ev lo lo ye, hê lê lê maye…”
Hemû lêkolîner û siyasetmedar divê bi çavekî rasteqîn berê xwe bidin meseleyê û jana gel hîs bikin, vê eziyetê paş guhê xwe ve neavêjin. Tenê bi peyvên hemasî-qelew, bi rexneyê birîna gel derman nabe.