Kürtçe Makaleler

GUNEH JI ME DIWEŞIN

 
16.02.2006-Amed


Ez bi xwe êdî nikarim gotinên qelew, peyvên hemasî û siyaseli pey hev rêz bikim. Hema dikarim bi tenê behsa jiyana xwe ji we re bikim; bawer dikim hûnê meqseda min baştir têbigihin. Baştir e ku gotinên beloq û nepixandî yên siyasî ji we re nebêjim. Xeberek heye, “Êdî peyv qediya, dora awiran e” dibêjin. Yanî hinek caran wêje, ji heqî vegotinê dernakeve. Mirov heçku rahêje dil û mêjiyê xwe û dayne holê û bibêje, “Aha va ye, ji we re dil û mêjiyê min, heyran min nikaribû ji we re bigota. Îcar fermo lê binêrin, va ye felan tişt di nav dil û mêjiyê min de ye.”

 
Belê va ye dest pê dikim.
 
ÇIMA EM BÛNE WELATPARÊZ
 

Pêşî behsa ya xwe bikim. Bawer bikin temenê min 6-7 bû. Ji xwe bûyina min a rastî 1965 e. Naxwe sal dora 1971 an 1972yan bû. Wê demê gelek kekên niha xort û zilam bûn; lê va ye min got, temenê min 6-7 sal bû. Ez li ba Apê xwe û carna j îli lêzimekî xwe şagirtê terzîtiyê bûm. Xortên cênikdirêj diçûn û dihatin. Sohbeta Kurdîtiyê dihate kirin. Li kasetên Mihemed Şêxo û Saîd Gabarî dihate guhdarî kirin; ger ne şaş bim navê Leyla Qasim derbas dibû. Ji xwe Mele Mustefayê gorbuhişt efsanê bû.

 

Ha ew roj û ev roj ez bûme welatparêz. Ji ber xwe ve çêbû. Piştî wê demê êdî hêj em di dibistana navîn de, em ketin nav tevgerên kurdan. Em bi xwe wek malbat KUK parêz bûn Ez di dibistana navîn de li gorî xwe zarok-xortekî fanatîk ên KUKê bûm. Li ser dîwaran me peyva “Peşmerge” di şeklê kalaşînkovê de çêdikir. Me terbiyeyeke xurt a kurdperweriyê ji wir girt. Rehmetiyê mamoste Ali Kîno heta bimrim ji bîr nakim.

 

Heta 1983yan jî em li bendê man ku hevalên me werin û me bibin çiyê, em bibin şoreşger. Lê nebû. Helbet sedemê nehatina wan hebû. Ev gotara min ne tiştekî belgeyî û tarîxî ye. Belkî rojekê bi dorferehî li ser van tiştan binivîsim. Niha tenê meqsedeke min heye, ey xwendevan, ger sebra te hebe, ezê werim ser peyva kurt û zelal…

 

Îcar sal bû 1983, tesaduf li binxetê min bi çend xebatkarên PKK re sohbet kir. Ji xwe herkes zane, beriya 1980 li Nisêbîna me, PKK-KUK gelek kes ji hev kuştibûn. Lewre ya rast fobiya PKK di dilê min de bû û bi temkîn bûm. Wê demê, min fakulteya îktîsatê ji devre ve dixwend. Wan biraderên PKKyî bi raz, veşartî hinek tişt ji me re gotin. Me tam fam nekir, lê ya rast hest û baweriyeke xurt bi min re çêbû. 1984an min beşa edebiyatê li zanîngeha Dîcle qezenc kir, yanî min dest bi fakulteyê kir û şerê çekdarî dest pê kir. Piştî salekê êdî hema bêje me têkilî, danûstandin hebûn digel kesên nêzîkî tevgerê. Weşanên wan diketin destê me. Bi dil û mêjiyê xwe min piştgirî da.

 

1988an me dibistan xelas kir û di cih de tayîna min wek mamosteyê lîse derket Adiyamanê, Lîseya Îmam Xatîpê, bûme mamosteyê edebiyatê. Lê ji ber ku min propoganda û dilxwaziya xwe eşkere dikir û têkiliya min bi kesên PKKyî re hebû, ez ji mamostetiyê dûrxistim. Xwar jor nêzîkî du salan min mamostetî kir. Piştî wê rojê, pêşî kovara mamosteya “Yurtseverler Emekçiler”, karê sendîqevaniyê, dawî NÇM û Enstîtua kurdî heta Sibata 2003yan ez di saziyên ku li ser PKK têne hesibandin xebitîm. Xwedê şahid e, herdem profesyonel, nanoziko, bêhesab û kîtab… me digot çawa gerîlayek şer dike, em jî şervanên wêje, ziman û çandê ne. Gelek kesên li dijî PKK nizanin ka em çawa xebitîne, gelek caran tiştinan dibêjin hişê mirov disekîne. Ynî heçku ev xebata me kiriye vala ye, belesebeb e.

 

Helbet rojekê ger dem hat, ez bi xwe ji aliyê xwe ve ezê wan rojan binivîsim Qenc, xerab xêr û gunehên wan rojan li ser me ne. Çi çêyîtî, çi xerabî para me be , li ser çavan li ser seran. Ez ji dema bihurî, ji paşaroja xwe şanaz û serbilind im. Xete hebin jî dîrok û gel ewê wan qeyd bike; lê xweda şahid e, dil tazî, mîna kêreke bê kalan bû. Em li hespê şoreşê siwar bûn û evîna welat û gel di dilê me de sêveke sor bû. Bi wê baweriya dema ez li ba ap û xal şagirt bûm, bi ruhê wan stranên Mihemed Şêxo û Saîd Gabarî, pişt re bi wan stranên Şivan Perwer… piştre bi wan stranên Xelîl Xemgîn û Zozan… bi wî ruhî em dibeziyan.

 

Tiştê ku em tehfî nav welatparêziyê dan zarokatiya me, der û dora me, stranên ku me li wan guhdarî kir, tevgerên siyasî yên ku ji 1970 heta niha têkoşiyan bûn… belê ew tişt, ew rastî bû ku em kirin nav xebatê. Ne mal, ne şohret, ne îdeolojî ne berjewendî, ne hezkirina meqam û postan û ne tiştekî din… Welatparêzî tiştekî wisa ye; ne tê kirîn, ne tê firotin.

 

Îcar biraderên me yên siyasî çi nirxandinan dikin bila bikin, çi analîzan dikin bila bikin; ger ji psîkolojî û fitreta mirovî der û dûr bin, ew boş û belesebeb, vala, kelê û rijî ne. Ez îro bala xwe didimê siyaseta kurdan wisa qirêj bûye, hirs, kîn û dogmatîzmê çavên wan kor kirine. Ne tenê PKK, yên dijber û bêje hema hemû derdorên siyasî wisa bêedalet, bêhiquq, hişk, req û xwediyên fikrên sabît in. Bi vî şeklî hevdutêgihiştinek, çareseriyek, nêzîkbûnek ne mimkun e pêk were.

 

Lewre bibaweriya min, herkesê ku bi van hestên ez behsa wan dikim di ber welat û gel de zor û zehmetî kişandibe; ezîz e, hewarî ye, şêx e, mişayix e, derwêş e, mîsyoner e. Guneh û nazik e. Birano, em hêj wekî Tirk, Frensiz, Ereb, Alman û Farisan nebûne dewlet ku em partiyên hev, siyasetmedarên hev tund, req û bi xeberên nexweş rexne bikin. (Tew ji xwe şîdet û kuştinê daynin aliyekî) Dilên welatparêzan nazik e. Divê em neşkînin. Şûşa dil cebar nabe. Kengî em bûne desthilatdar, êdî têkoşîna îktîdarê dest pê dike; wê demê post û pere û şan û şohret heye. Li ser van tiştan siyasetmedar dilê hev bihêlin jî, hîç nebe lê hêja ye.

 

Saîd Elçî, Saîd Kirmizitoprak, Çeko, Brûsk, Şerafettin Elçi, Kemal Burkay, Orhan Kotan, Mustafa Çamlıbel, Mazlum Doğan, Mahsum Korkmaz, Alî Kîno, Alî Kîno, Mehmet Şener, Sait Aydoğmuş, Îbrahim Güçlü, Şahîn balîç, Hasan Bîndal, Mehdi Zana, Îkram Delen, Urfan Alpaslan, Necmettin Büyükkaya, Ferit Uzun, şehîdên Kawa ên Qamişlo, Ramazan Adıgüzel, Çetin Güngör, Paşa Uzun, Cevat Soysal, Mümtaz Kotan, Kendal Nezan, Hikmet Fidan, Kemalê Efrînî… Fayik Yağizay û Selîm Çürükkaya...bi deh hezaran gerîla, têkoşerên partiyan di nav vî 30 salî de canê xwe feda kirin, niha dikin. Bi deh hezaran kes di şer û heps û êşkencexaneyan de birîndar bûn. Bi sed hezaran kes bûne penaber.

 

Muhasebeya siyasî germe germ nayêt kirin. Belkî deh sal lazim in. Lê divê em ji şirove û nêzîkbûna humanîst esle û qeten dûr nekevin.

 

Werin kurdino îro em mehkemeyekê li dar bixin. Bila diya Kanî Yilmaz û Serdar Kaya bibin hakim. Fermo bila qatil û yên ku emr dane werin wekî bersûc beşdarî mehkemeyê bibin. Û fermo rewşenbîr û hunermend û xwedan wijdanno…!De fermo bersiva pirsan her du dayikan bidin..!

 

Ma ne çawa zarokatiya min wisa derbas bûye, ya we jî, ya Kanî Yilmaz û Sabriyê Torî jî, ya wan qatilan jî xwar jor wisa bûye. Bi vî ruhî, ji ber van sedemên ku ez ketime nav kar û xebata têkoşînê, hûn hemû jî bi heman şeklî ketine nav. Ma hemû partiyên me ne xwediyê dilekî wisa paqij in ji bilî wan kesên ku dilê wan kor bûye, dilê wan hişk bûye û birayê xwe dikujin.

 

Tenê tiştekî dibêjim: Xwedê li wan kurdên ku dibe qatilê birayên xwe were rehmê. We dît çawa Papa qatilê wî papazê ku li Trabzonê hate kuştin efû kir. Ji diya wî re xeber şand, got min kurê te efû kiriye.

 

Ji ber ku dizanim ew qatil jî bi van hestên wekî yên min ketiye nav têkoşîna kurdayetiyê; divê em kurd wan efû bikin. Lê çareserî ew e ku kurd rojek beriya rojekê wekî wî nifşê Alman ê ku Cihû kuştin muhasebeya wijdanî bikin.

 

Civata kurdan gelekî bi qirêj bûye; wek peyva Soranî zor zor û zor qirêjî heye. Em ber bi qewmê Lût ve diçin. Her ferdekî’/e kurd, dibe wekî îblîsekî/e bê ziman. Dirûtî, fesadî, fihûş, sextekarî kurdfiroşî, welatparêziya derewîn di civatê de serdest dibe hêdî hêdî… em dibin mîna qewmê Lût..! 

 

Şerê li pêşiya me, şerê xwepaqijkirinê, şerê xweşuştinê ye. Guneh ji her derê civaka me diweşîn. Di bin çengan de eyb veşartîne. Bila herkes gunehan ji xwe daweşîne. Bila yê ku bê guneh be xwe bide pêş! Fermo!

 
Dilê van dayikan bes bihêlin. Dilê wan ên bi kul û kovan bes bidin nalîn!...