Kürtçe Makaleler

GER Û GOTAREKE APOLÎTÎK


Amed-27.01.2005

Di pencerê re li xaniyên pêşber temaşe dikim. Taxa ku dixuye, li Amedê yek ji wan taxên xizanan e. Tax, di quntara girekî biçûk de ye. Ji mala dû hildikşe, malûm e zivistan e û berfa ku çend roj berê bariya û seranserê Amedê rapêçabû digel barîna baraneke xurt jî hê bi temamî nehaliyaye.

Xaniyên ku dixuyin, wekî porê pîrebokê an jî resîmekî ku zarokeke teze çûbe dibistanê çend xaniyan xêz bike, wisa têkel, bêpergal û xwaro maro ne. Ji ber xwe ve ristikek xwe bera ser lêva min dide:

“Beriya ku Apartmanên mezin bêne lêkirin

Xaniyên xizanan evçend ne biçûk bûn li ber çavê min…”

Odeya ku niha lê rûniştîme germ e, xaniyê ku lê mêvan im bi kalorîferê tê germ kirin, lewre seqema Amadê li hemberî teknolojiyê têk çûye, lê ew xaniyên li pêşber ewê ku dûyekî lawaz ji wan hildikişe, bawer dikim niha sar in û zarokên lawaz, kêmnefes li pey hev dikûxin, di wan de diqefilin.

Bîst û du roj in ku ji Stenbolê dûr im. Digerim… li gund, navçe û bajarên derdor. Ruha, Mêrdîn, Amadê, Elezîz û Meletya… li Stîlîlê, Kerboran, Hezex, Midyad û Cizîrê… û gelek gundên derdorê. Sermayeke zêde heye… çend rojan li ser hev berf bariya. Ez hema tenê digerim û bala xwe didim gel. Ne ji bo tu karî, ne bi tu armancê… tenê ji bo ku bibînim, bîhn bikim, hîs bikim…ji bo çavdêriyê bala xwe didim zarokan, bala xwe didim kincên wan, axavtina wan, jest û lebata wan. Bala xwe didim kalan, li çayxaneyan rûdinim guh didim sohbeta wan. Li jiyana rojane dinêrim. Duh, îro û rojên bên difikirim, muhasebe dikim, belkî dixwazim xwe nas bikim.

Li her navçeyekê, li her bajarekî, li her gundekî gotinin, hevokin li ser hiş êmin dimînin.

Li Nisêbînê ev anektod di serê min de hate daçikandin: “Me ji we re sê sînema û du klûbên xwarin û meyvexwarinê hiştin, îro li bajêr ne sînemayek, ne jî yek cihê ku mirov bikaribe lê rûne û piyalek şerab lê vexwe nemaye…” Hevalekî min got şêniyên terkewar, bajêriyên kevn, fileh û bajarî vê gotinê ji kurdên gundî re dibêjin.

Li çiya û bestan dinêrim, best gelekî bala min dikşînin û min her tim dibin zarokatiya min. Bala xwe didim xaniyan, didim sobe û êzingan… li gundekî bi navê “Meranê” ku li ser Kerboran e bûme mêvan. Min li bêdengiya sirûştê guhdarî kir. Li gundekî Hezexê bûme mêvan, me berû danîn ser sobeya ku bi êzingan himhimî bû, me berû xwarin. Piştre kebaniya malê sêniyek berf anî û dims lê kir. Digel çend hevalên zarokatiyê yên ezîz şaredarekî navçeyeke me em ezimandin, li quntara çiyayekî me şeraba Suryaniyên Rayîtê pêkve vexwar.

Duyemîn roja cejna qurbanê çûme ber deriyê sînorê navbera Nisêbîn û Qamişlo. Destûr hatibû dayîn ku kurdên binxetê werin serxetê.

Min fotoyê binxetiyên ku bi coş, heyecan û telaş serxet dibûn, di serê xwe de kêşand.

Nêzîkî pirejinekê bûm, navser bû, lawaz bû, argûşkên wê bûbûn kortal. Dawa xwe çikandibû, erebokeke biçûk bi her du destan diajot, çend hûremûr, alav malav di erebokê de bûn. Eşkere bû ku ev diyarîbûn, ji xwediyên xwe yên serxetê re anîbûn. Min jê pirsî ka naví wê çi ye, ji kîjan gundî ye û çend sal in ku çûne binxetê. Got, “Navê min Şîrîn e, bi eslê xwe ji gundê Nisêbînê ‘Bizgûrê’ye û li binxetê çêbûye.” Min got “Ma tu mêvanê kê, ka tuyê biçe mala kê û gelo navnîşana ku tu biçiyê dinasî?” Got, “Mêvanê Şêxmûsê Erebeçî yê Bizgûrî me, lê mala wî nas nakim…”  Ev jî dîmenê ji dewletekê derbasî dewleteke din bû li ber çavê min. Hemû şerpezeyî, bextreşî û bêedaletiya perçekirina gel û xakekê li ber çavan bû.

Deh roj in ku li Amadê me. Du rojan ji serê sibehê saet 09.00 heta saet 14an bi tena serê xwe geriyam û hizirîm. Çûme salên 1984-1988an. Di nav wan salan de li Amadê bûm lewre. Salên min ên herî xweş. Salên temenê 19-23. Xortaniya çargavkî. Ya ku dil şilftazî û bêhesab bû. Salên ku temen û dil û gewde ji siwarbûna hemû keştiyan û kevtina nav hemû macerayan re amade…

Li nav kolanên Amadê yên bi çirav, kolanên ku li gorî bajarên modern wekî yên gundan dixuyan ji xwe re fikirîm: “Digel kolanan her tiştê vî bajarî dejenere bûye. Bajarê qedîm û xwedan şaristaniyet, îro kavil e. Belkî du sed berê jî kolanên bajêr bi kevirên reş ên şekirî hatibûn çêkirin. Niha sûr û kolan û mirov her ku diçin dûrî hebûn û koka xwe dibin.

Li Deriyê Mêrdînê, Bexçeyên Ewsel, Bazara Hesinkeran, li Bazara Zêrkeran geriyam. Avahiyên qedîm ên her du bazaran, wekî hemû avahiyên vî bajarî û hemû bajarên kurdan bêxwedî, jihevdeketî û melûl bûn. Min ji hesinkerekî pirsî, “Gelo çend sal in tu vî karî dikî?” Got, “Li vê bazarê herî kevn ez im, temenê min 70 ye, deh salî min dest bi şagirtiya hesinkeriyê kir. Li ber destê hostayekî Ermenî bûm.” Min got gelo kesekî Ermen an Suryan niha hey eli bazarê?” Got, “Na, hîç yek kesek jî nema ji wan…”

Bi soza ku careke bi taybet werim digel wî rûnim û ji serî ta îro guhdariya çîroka wî bikim, min xatir ji wî û kurê wî xwest. Bav û kur çêkirina das û biviran domandin û hesinên ku li ber agir sor bûbû kutan.

Careke din tevli nav qelebalixa kolanan bûm. Meşiyam… ji Deriyê Çiyê min berê xwe da ber bi taxa Ofîsê ku navenda bajarê nûjen e. Li cafeyekê rûniştim, bi piyalên Diyarbekir min çaye vexwar û temaşeyî rûyê mirovan kir.