Kürtçe Makaleler

PERA, SALEH Û PIRTÛKÊN KURDÎ


26.12.2005-Stenbol

Êvarê ji nişka ve hate ser hişê min: Çima digel Salehê pirtûkfiroş, bi gotineke din bi Selhedîn re, bi xwediyê dikana pirtûkfiroşiyê ya bi navê Medya re çavpêketinekê durist nakim. Bila xwendevan yekser nebêjin, “Ihı...de lê binêrin, vê heftiyê ji bo ku binivîse mijar peyda nekiriye, îcar ewê niha qelî ji serê çûkan çêbike… an jî kêçan bidoşe.” Bawer bikin ne wek we ye...Saleh kesekî cihêreng e. Şahidê gelek tişt, bûyer û kesan e. Li Stenbola me, li kolana Îstîklala ku li Ewrupa bi xwe jî yek ji mezintirîn navenda çand û hunerê ye, pirtûkan difroşe ew. Ku rastir bibêjim pirtûkên kurdî an jî pirtûkên ku di barê kurdan de ne difroşe. Rojê bi dehan kes diçin kargeha wî. Nivîskar, karker, xwenedekar, entelektuel…

Dostên ku li Ewrupa niştecih in dema piyê xwe diavêjin Stenbolê roja yekemîn nebe jî, hema ku piçekî westa xwe berdan, berê xwe didin “Medya Kîtabevî” yanî dikana pirtûkfiroşiyê Medya.

Min xwar jor pirsê xwe amade kirin. Piştî nîvro min berê xwe da Beyoğluya ku navê wê yê kevn Pera bû. Piştî trafîka Stenbolê ya xitimî, hatim ber dêra Îtalyan-Katolîk St Antoine û ketime qeyseriya bi navê Alhamra. Dikana pirtûkan Medya di hundirê vê qeyseriyê de ye.

Bêje hema ez û xwediyê waşanxaneyeke kurdan bi hev re ketin hundirê dikanê. Tesaduf...Ji xwe wê gavê nivîskarekî kurd yê ku bi tirkî dinivîse ligel xizmên xwe yên ku ji Swêdê hatibûn li wir bûn û li Cd’yên muzîkê û pirtûkan dinêrin. Çend deqe derbas nebûn xwediyê weşanxaneyeke din a kurd hat. Piştî wan wênesazeke ku diya wê kurd e hat. Piştî demeke din, du kes hatin, tirk bûn; bi sîneme û tîyatro re mijûl dibûn. Mubarek, tuyê bibêjî ev der ne dikana pirtkûkan e, konseratuar e an jî avahiya yekîtiya nivîskaran e

Berber, terzî bi gelek sirên muşteriyê xwe dizanin. Wekî pirtûkfiroşekî enteresan Saleh jî dost û hevalê kesê xwedan derd û xwedan kul e. Bi gotineke belave, ew kesên ku di “Newala kurdîtiyê re meşiyane, girêgirên kurdan diçin çaya Saleh vedixwin, gelek caran derdê xwe pê re hevpar dikin. Min got belkî Saleh derbarê rewşenbîr û siyasetmedarên kurdan de hinek agahdariyên balkêş ji me re bibêje; em jî wan gotinên wî bikin meze ji sala teze re. Ka siyasetmedar û rewşenbîrên kurd çi dixwînin, çiqasî dixwînin…? Lê, na… li ser rewşenbîrên kurdan, kî çi dixwe, çi vedixwe gotin ji devê wî derneket. Li def me kurdan hê zû ye ji bo jiyana magazînî, wisa xuya dike.

Yên ku dihatin li hal û wextê hev dipirsin, çend gotinên ku di rojname û televizyonan de manşet in şîrove dikirin, çar pênc deqeyan jî paşgotinî û kurtepist dikirin. Malûm e, Stenbol xopan e, cihê stres û acizbûnê ye; bêyî henek, laqirdî û paşgotiniyan jiyan kelê û kêmreng e.

Welhasil, dor li me vala bû. Herkes çû. Min ji nişkê ve got “Kek Saleh îro hatime bi te re çavpêketinekê durist bikim. Çi dibêjî?” Saleh got, “Wele baş e, lê ma ka ezê çi bibêjim…”Bi vê axavtina destpêkê re, ji xwe min sê çar pirs jê kiribûn û bersiv jê girtibûn jî.

De va ye hemû çavpêketin li jêr e. Beriya sala teze rûpelekî û çend dîmenan ji jiyana me kurdên Stenbolê bibînin.

- Ev çend sal in tu li Stenbolê pirtûkan difroşî?

- Ji 1997an ve vî karî dikim.

- Tu kes pirtûkan bi deyn ji te dixwazin?

- Erê çawa… Hinek pêşin dikirin. Hinek dibêjin ka ma em qerta bankê bidin tu nakî taksîd û hinek dibêjin bi deyn, hema wisa pirtûkan dibin.

- Gelo hinek nabêjin ka pirtûka bide, em bixwînin û dawî bînin?

- Na

- Kek Saleh pirseke ecêb ji te bikim; gelo diziya pirtûkan heye?

- Berê hebû. Nizanim çima… dema ku tadeya dewletê pir bû, diziya pirtûkan jî pir bû.

- Gelo dilê te bi karê te xweş e?
 
- Erê

- Tu careke din werî dinyayê, tuyê çi karî bikî?
- Ji karê xwe memnûn im.

- Tiştekî balkêş ku hatibe serê te li vir?

- ………..

- Pirtûkên ku herî zêde têne firotin?

- Herî zêde ferhengên kurdî û pirtûkên gramera zimanê kurdî difroşim. Pişt van, pirtûkên ku bi tirkî li ser dîrok û siyaseta kurdan bin têne firotin. Ji bilî ferheng û pirtûkên gramerê, pirtûkên kurdî hindik tên firotin. Di nav pirtûkên kurdî de çîrok û roman têne firotin. Helbest gelekî hindik tên firotin.

- Di çavê muşteriyan de Dikana Medya çi ye?

- Yên ku bihîstine dibêjin belkî cihekî gelekî mezin e. Dema tên dibînin, dibêjin “Wî ma evder e Medya?” Hinek civanê (randevû) xwe li vir didin. Hinek Ji Ewrupa û dewletên din tên, hem pirtûkan dikirin hem çente û bavulên xwe datînin bi emanetî. Yanî ev der heman dem wekî emanetxane ye. Di çavên wan de ev der wekî navnîşanekê an jî wekî nivîsgehekê ye.

- Muşterî hemû kurd in?

- Hemû kurd in, belkî îstîstna hebin.

- Ji sala teze çi hêvî daxwaza te heye?

- (Di pirsên şexsî de Saleh wisa radiweste û kûr difikire) Mirov nizane ji bo siwalê wanî bêje çi.

- Baş e bi giştî ji sala teze çi hêvî daxwaza te heye?

- Guhê min û bala min li ser zimanê kurdî ye; dixwazim herkes bi zimanê xwe bipeyive û lê xwedî derkeve. Berê pêşî em hînî zimanê kurdî dibûn, li dibistanê em hînî tirkî dibûn. Niha berovajî ye.

- Beyoğlu navçeyeke kozmopolît e. Tiştê ku li vir te diêşîne?

-Ev zarokên kurdan ên li kolan in… evên ku desmalkan difroşin, diziyê dikin û tînerê (neftê) didin ber pozê xwe.

-Tiştê ku dilê te xweş dike li vir?

- Ev der navenda çand û hunerê ye. Avahiyên sîneme û tiyatroyê, ev avahiyên mezin… Di dilê xwe de dibêjim xwezî li welatê me jî cihê wisa hebûna.

- Tu li Stenbolê nejî, hez dikî li ku bijî?

- Li Diyarbekir.

- Sersala te ji niha ve pîroz be.

- A te jî

Û sersala we jî pîroz be, xwîner û nivîserên hêja!