Kürtçe Makaleler

Îmzeya Talabanî, xalîçeya Barzanî û Tirk
  15.11.2005-Stenbol

Yên ku miletê tirk kirine dirûvê meymûn û  ji mirovayhiyê dûr kirine siyasetmedar û burokratên tirk ên sivîl û leşkerî ne. Çawa kirine bila wisa paşve jî vegerînin. Ger wisa mekin encama wan herçiqas heta niha dixuye ku ewê ne wek ya Saddam be jî, lê belkî nêzîkî ya Saddam be.

Bi salan e siyasetmedaran wisa li gelê tirk kirine heçku kirine hirç û meymûn. Gelekî wisa teqlîdker, wisa ji rastiya xwe, ji rastiya cîhanê dûr e, carnan kurdê ji rêzê şaş dibin, ji xwe re dibêjin “Neuzubilah bavo em vê lîstikê bi we re nalîzin… bes e. Em ne cîran, ne bira û tiştekî din… ango em ne tu tiştê hev in.”

Gotineke di tirkî de heye, dibêje, “Dewê wî tune ku vexwe,  bi hespê diçe destavê…” Bawer bikin ev gotin tam li rewşa gelê tirkî ya niha tê. Bavo heta dihu derpiyê leşkeran bi xwe ji Emerîka dihat, lê ku tu ji wan bipirse ewê bibêjin maaşê hemû leşkerên dinyayê em didin. Ev çi nakokiyeke nefsî ye!

Du tirk di kolanê de biaxivin sohbeta wan ev e: “Bavo serokwezîr bê cesaret e, ka bila rê bide leşkerên me ewê du şev û rojekê de li felan dewletê bide…” Geh li Surî didin, geh li ermaniyan didin, geh li grekiyan didin, geh ji nû ve diçin sefera Viyeneyê û geh diçin Çîn û Maçîn. Dewlet nema ku di çayxaneyan de miletê tirk ew dager nekir… dewleta ku lê didin, li gor demê tê guhertin. Mijara van axavtinên ku dewlet di şev û rojekê de, di wan de têne dagerkirin û safîkirin; her û her li kolan û meyxane û çayxaneyên Tirkiyê berdewam e. Rojekê dighin heta bi Musilê wir dager dikin, roja din li Şamê ne. Wekî ku ew bi xwe jî dibêjin; “Bavo em tirk hûr û gir hemû leşker in…”

Siyasetmedaran gelê xwe wisa pivpivandine, nav di wî dane, tûj û seqa kirine, êdî ku îro bixwazin hinek guhertinan bikin jî gel rê nade, destûrê nade. Wekî ku em bibêjin “Wan canawerek çêkiriye, êdî bûye bela serê wan, nikarin xwe jê xelas bikin.

Di barê hemû pirsgirêkên Tirkiyeyê yên bingehîn de, perspektîf, bawerî, bîr û rayeke hişk, sexte û ku hîç venazile peyda bûye li ba gelê tirk. Pirsgirêkên sereke yên wekî Kibris, Ermenî, Kurd û Laîsîzm giş bi objektîfa siyaseymader û burokratên rantxwir, şeqleban, rijît û ‘qaşo nîjadperest’ hatiye holê. Piraniya wan kesên ku xwediyê vê siyaseta han in, eslê wan, nîjada wan baş nayêt zanîn. Ger were zanîn jî ewê bête dîtin ku gelek ji wan bi eslê xwe ne tirk in. Wek Coşkun Kırca, Alpaslan Türkeş, Kamuran İnan, Doğan Güreş, İsmet İnönü, Fewzî Çakmak û yên din.

Ew serek û serokên ku ji xwe bawer be, tu caran zehmetiyê nakşîne ku diyalogê bi gelê xwe re bike. Bi rehetî dikare meselên herî zor û zehmet bi gelê xwe bidin pejirandin.

Ez du mînakên gelekî balkêş bidim. Gelo dema serokkomarê Irakê Celal Talabanî dibêje, “Ger fermana darvekirina Saddam Huseyin were ber destê min, ez îmze nakim” siyasetmedarên tirkan hîç ji xwe re nafikirin. Wî Saddamê ku zêdetir ji du sed hezarî kurd kuştine… Celal Talabanî bi rehetî vê gotinê çawa dibêje?

Di mijara darvekirina Abdullah Öcalan de li ber çavan e ka siyasetmedar û gelê tirkan çi azmûn nîşan dan. Digel ku darnevekirna Abdulalh Öcalan ji tirkan re baştir bû jî, helbet ewê herkes reaksîyonên wisa li dijî Abdullah Öcalan nîşan bidaya. Lewre siyasetmedarên tirk bi xwe ne bawer in. Herkes ji hev ditirse. YanÎ bi gotineke gelêrî, “Herkes ji bin xwe ve şil e.” Gel jî bi xwe ne bawer e. Her tişt korsan û çêkirî, palyatîf e. Ne ji dil e. Sextekarî zêde ye û herkes hevdu dixapîne.

Ma mirovekî tirk her roj deh caran çima bixwaze bide îspatkirin ku tirk e... ma mirovekî misilman her roj deh caran çima sond bixwe ku misilman e? Naxwe yê tirk, bi esilê xwe ne tirk e, yê misilman jî bi eslê xwe ne misilman e…lê xwe wisa tûj nîşan didin da ku qinyat bi wan were û xwarina bi goşt û don bibe para wan..!

Divê helwesta Celal Talabanî a ku di barê darvekirina Saddam Huseyîn de nîşan da, divê bibe ders û di zankoyên Tirkiyeyê de bête xwendin, divê burokratên leşker, sivîl û siyasetmedarên tirkan ji xwe re dersekê jê hildin.

Bila bibînin ku camêrî, bi xwe bawerî çi ye? Celal Talabanî ne wekî wan muhacirên ku têne tirkî û piştî çend salekê hema dibînin ku an serokwezîr an serokkomar in. Ew ji nav gelê xwe, bi keda xwe bûye serokkomarê Irakê. Bi salan, ji dema xwendakariya li hukukê ku li bajarê Kerkûkê bû heta bi serê çiyayên Kurdistanê yê bilind û bi berf, ji wir jî heta bi sirgoniyê şerê ji bo demokrasî, azadî, wekhevî, neteweyî û mirovahiyê kiriye.

Lewre Celal Talabanî bêkaprîs û bêkompleks e. Ji xwe bawer e. Her wisa gelê kurd jî li başûr di wê pêvajoya ku serokên wî tê re derbasûye, meşiyaye. Di nav şertên jiyanê de, di şerê insaniyet û azadiyê de hînî camêrî û demokrasiyê bûye, stewiyaye. Ango kurd dostaniyê jî, dijminatiyê jî baş zanin. Ji ber van sedemên dîrokî û civakî tu nerazîbûna kurdan li hemberî gotinên Celal Talabanî yên derheqê darvekirina Saddam Huseyîn de nehatin bihîstin. Ger hinek reaksiyon hebin jî , tiştekî normal e. Ji xwe Saddam tê zanîn ka çi kiriye, çi aniye serê kurdan û civatên din…

Mînaka duyem jî ew xelîçeya ku Serokê federsayona Kurdistana başûr Mesûd Barzanî dabû Papayê 16. Benediktus. Di serdana xwe ya Vatîkanê de, Mesûd Barzanî xalîçeyeke ku Îsa pêxember taswîr dike pêşkeşî cenabê papa kir. Gelo li rojhilata navîn kîjan serokwezîr an serokdewletê misilman dikare vê jestê bike? Zor dikaribin bikin, lewre yek ji wan bi gelê xwe ne bawer e. Gel jî bi yek serokên xwe ne bawer e. Hemû hevdu dixapînin.

Mesûd Barzanî bi rehetî dikare xalîçeyeke ku resmê Îsa li ser be, bide Papa. Lewre ew jî çawa ku ji bo Celal Talabanî min got, di pêvajoyeke dûdirêj, heta ji ya Celal Talabanî zehmetir û dijwartir re derbas bûye. Ji malbateke esîl tê û wê malbatê herdem digel ku bi ola xwe bawer û dîndar in, lê ji dil qedr û qîmet dane olên din. Çi Îsêwî, çi cihû û çi Êzîdî bin herdem li nêzîkê rehmetiyê Mele Mustefa Barzanî bûne.

Mesûd Barzanî bi terbiyeyeke wisa malbatî û neteweyî mezin bûye. Dema xalîçeyê dide Papa ji dil e… bêkompleks e û bi xwe bawer e. Lewre kurd baş zanin ka ew çiqas malbateke pak in. Di vê babetê de belkî mirov dikare vê gotinê bînê bîra xwe: “Ew kesên ku ji xwe hez bike, dikare ji hemû miroavan hez bike…” Ango “Kesê bi xwe re lihevhatî, dikare bi herkesî re li hev were…” Lê “Kesên bi gumr, bi kompleks, di nava xwe de tije înat û hesûdî û rik bikin; ne mimkun e bi mirovan re bikenin, ji dil bin û lihevhatî bin…” Ev rastiyên psîkolojîk ên ku bi zanistê ceribandî ne.

Li rojhilatanavîn, li Tirkiye, Îran, Sûrî û dewletên din yên misilman “Împaratoriyên derewîn” ango “Derewîstan” hatine avakirin. Pêşniyara min bila burokratên tirk ên leşker û sivîl, siyasetmedarên tirk dersekê ji vê jestê jî bigrin.

Bila binêrin ka çawa ew Mesûd Barzanî û Celal Talabaniyê ku tirk wan biçûk nizm dibînin çi çeleng, dînemêr, camêr û dîplomat in.

Siyasetmedarên tirkan nikarin di warê demokrasî, mafê mirovan û mafê kurdan ê neteweyî de bernameyên xurt çêbikin, nikarin rûdanên baş û mezin pêk bînin. Lewre wan wisa li gelê xwe kirine, wisa li paş hiştine, hema ku behsa “Maf, azadî, guhertin… û tiştên wisa mirovane” tê kirin, gel cinûnî dibe, dîn dibin… dibêjin emanet emanet … ha… ha.. çû.. çû… welat ji dest çû.

Bavo, qurban… heyran… welatê kê, ji dest kê diçe ezbenî..!

Gelo dibe ku formula çareseriya kurdên bakur wiha be: “Kurdên başûr ewê di her warî de… warê aborî, ticarî, dîplomasî, demokrasî, laîsîzma bi rastî, sekulerîzm û her wekî din de pêşkevin. Siyasemedarên tirkî hemû hesûdên din ên Tirkiyeyê ewê çav li wan bikin hînî van nirxan bibin. Ê… dema kurd tiştekî baş bikin, tirk mecbûr in hîn baştir bikin! Naxwe tirk ewê demokrasiya xwe baştir bikin ji ya kurdan…” Ji xwe dema demokrasiya tirkan ji ya kurdên başûr baştir bû, wê demê hewce nake kurdên bakur şer bikin, ewê bê xwînrijandin bigihin mafê xwe…!

Tew… ev jî xewna min e… Wekî dibêjin “Kero nemre bihar tê…”