Li Şemzînan, li pêş çavê hemû dinyayê lîstokeke kirêt tê leyistin. Helbet gelê me çavnasê van bûyerên wiha ye. Ji avakirina komarê ta îro, ji cinayetên Topal Osmanê muhafizê M. Kemal Atatürk heta bi Abdullah Çatlı, ji bûyera 1ê Gulana 1977 heta bi kuştina Musa Anter û tevkujiya 33 kurdên ku bi destên General Mustafa Muğlalı hatine kuştin; hemû bi destê vê sîstemê, bi ferman û di çavdêriya hêzên ku dibêjin esil em in xwediyê vê dewletê qewimîne her tişt.
Li Şemzînan ev demeke dirêj e ku bombe diteqin. Gel tête acizkirin. Panîk, tirs û xof, tevlihevî kaos di nav civakê de tête peyda kirin. Kî dike, sedem çi ye? Lêkolînên kûr û dûdirêj jê re navin.
Şablon-Qeysa ku ji avakirina komara heta îro bi destê “İttihak ve Terakkici”yan (Komeleya yekîtî û Pêşketinê) çêkiriye, îro jî tête bi rêvebirin. Şablon Ev e ye: Li vî welatî, bi navê kurd neteweyek heye, xwedî çand, ziman, dîrok e. Xaka wî zengîn e. Divê rê li ber vî neteweyî ango kurdan venebe. Ger kurd heme bibin xwediyê tiştekî biçûk, êdî tu kes nikare rê li ber pêşveçûna wan bigre. Lewre çand, ziman, bi kurtî nasnameya wan ne nasnemeyeke çêkirî, sunî ango palyatîf e. Kurd neteweyekî niştecih in, xwediyê gelek zengîniyên ser erd û binerd in. Heta ku ew neyên dereceya Asurî, Hîtîtî, Rûm û Lazan; “Komar” di xeterê de ye. Konsept ev e. Yani heta l idarê dinyayê bi yek rêkxistin bi navê kurdan bimîne; “Komar di xeterê de ye.
Ev bawerî, weke yasa, ferman ango xetên sor in ji bo dewleta nepenî. Kîjan serokkomar, serokwezîr, wezîrê hundirîn, yê berevaniyê têtin ser kar vê “Pirtûka qaliksor” dixwînîn.” Konsepta wê dînamîk û hêza ku îro digel hemû pêvajoya Yekîtiya Ewrupayê, digel daxwaz û zordayina Emerîka jî li ser kar e, di ser hekûmetê re ye û dibêje, “Me dewlet ava kiriye, emê biryarên sereke bidin” di heqê pejirandin û naskirina kurdan de nehatiye guhertin.
Gotineke belave heye: “Li ser heyvê, li parzemîna Antartîka an wî serê dinyayê kurdek bi navê nîjada xwe dikanekê veke, nayê hesabê leşkerên tirk û ewê lê bixebitin ka çawa wê dikanê hilweşînin û xwediyê dikanê bikujin…” Çawa ku “Pirtûka Qaliksor a dewleta Tirkiye a nepenî” heye, divê hîç yek kurdekî ku dixwaze mafê kurdan biparêze vê gotinê ji bîr meke û bike guhar. Ger wisa nebe, herdem ewê hedef şêlo bibe, rêk dûr be û tiştek bi ser nekeve. Yanî her kurdek zanibe heta bîr û baweriya leşkerên tirk a ku li jor behsa wê bû neyê guhertin, kurd dê nikaribin rehet bikin li yek deverê dinyayê.
Belê, îro li Tirkiyeyê eniyek peyda bûye, kêm zêde dixwaze mafekî terxan bike ji bo kurdan. Ew eniyeke lawaz lê befireh e. Ji demokratên rastîn heta bi beşeke biçûk çepgir, ji tek û tûk nivîskar heta bi Partiya AKê ku ew bi xwe jî bi dînamîkên derve (Emerîka û Ewrupa) re di têkiliyê de ye û hinek rêxistinên sivîl wekî TÜSAİD (Komeleya karbidestên Tirkiyeyê) ev enî heye. Dibe ku beşek biçûk di nav artêşa Tirkiye de bi vê eniyê re têkilî danîbe. Helwesta serokfermandar Hilmi Özkök wisa dixuye. Yanî dixuye ku Özkök jî di konsepta eniya guhertinxwaz, ligel Recep Tayip Erdoğanê serokwezîr e.
Gelo leşkerên Tirkiye ewê bikaribin, vê konsepta 80 salane bi rê ve bibin? Ewê bikaribin heta dawî her tevkujiyê, îmhayê bikin, kurdan nenasin û mafê wan binpê bikin? Karin an nikarin tiştekî din e, lê ew tu caran bi hişmendî, bi raya xwe, bi dilê xwe dev ji vê konseptê bernadin. Karekter, plan û prıje û konsepta wan wisa ye.
Ne mimkun e êdî konsepta dewletên mezin rê bidin kirinên hovane ên ku ji damezrandina komarê heta îro didomin. Duho Saddam bû, sibe ewê dora siyaseta “Pirtûka Qaliksor” be. Lê divê siyaseta kurdan ji vê yekê re amade be.
Û em baş zanibin kurd jî tenha bi hêza xwe, bi dînamîkên xwe nikarin vê konspetê bi wan bidin şemirandin. Ev siyaseta ku li serê seranserê Rojhilata navîn, Balkan û Kafkasya, xasmen li serê Kurdan û piraniya hemwelatiyên Tirkiye bûye bela incex “ Bi alîkariya dînamîkên derve” bête guhertin. An na, wekî Seddam ewê hêj gelek qetlîam, zordarî, zulim û kirinên kirêt bînin serê neteweya me.
Yaşar Büyükanitê ku serokfermandarê duyem e, ji bo çawîşê ku bombe avêtiye dikana kesekî kurd ê welatparêz dibêje, “Ez wî çawîşî nas dikim, xortekî hêja ye…” Çi wateya vê gotinê heye? Wate ev e: Serokê wan ez im, haya min ji teqîna bombeyan heye, çi kiribin baş kirine. Ma wekî din tu maneya gotina wî heye?
Serokfermandarekî ku bi nîv-eşkere bibêje fermana kuştina kurdan ez didim, ewê çawa bihêle ku kurd li mafê xwe bibirsin. Çi ma rast nebêjim, piştî ku Büyükanıt ev gotin got, Fermandarên Saddam Huseyin hatin bîra min. Ez bi xwe tirsiyam. Niha hîç yek ji me ne di nav ewlekariyê de ye. Canê her kurdekî di talokê de ye.
Lewre, em dev ji avakirina welatekî berdin; îro heyeta her yekî ji me talokê de ye. Acîl gelekî acîl divê bîr û hizreke neteweyî, bîr û hizreke ku “Pirtûka Qaliksor” di her gav û kêliya jiyanê de ji xwe re bike amentû, yek hûrdemê ji bîr neke û hemû armancên xwe li gorî wê saz bike divêt. Munaqeşeyên navxweyî, îdeolojîk, polîtîk û her wekî din bila hebin; lê ne di asta bilind de bin, bila munaqeşeyên navxweyî tu caran nekevin pêşiya hedefa sereke.
Bi rastî siyasetvaniyeke xemxûr, hûrbîn lazim e. Bi vê gurûha fetbaz a ku roj bîst û çar saet ji bo tunekirina nîjadê ango hebûna “Kurd” cansîperanê dixebite, em nikarin bi vê siyaseta gundan a “Nexweş, kronîk, bi inyat, wek berberî û gelaciya ser tenûran” kurdan rehet bikin.
Ew kesên ku dibêjin em li ser navê kurdan siyasetê dikin! Ji bo xwedê hinekî muhasebeya wijdanî bikin! Hûnê bi van metodên xwe yên li paşmayî, bi van gotinên xwe yên tal û tûj, bi van nirxandinên lawaz, bi vî dilê xwe yê teng bibin derman ji bo kurdan?
Çi PKK, çi dijberên PKK; ji bo xwedê hinekî din însaf! Siyaseta xwe di ber çavan re derbas bikin! Binêrin, hema dersekê ji siyaseta Tirkiye bigrin. Êdî Erbakan Xoce, Ecevît, Baykal rizî ne. Heyecan û coşekê nadin civakê. Fikrekî nû nabêjin, ji dil ne alîgirê guhertinan in. Dînazorî ji bo civakê tiştekî nayîne. Rê li ber xortan vekin, wan teşwîk bikin.
Ne wisa be, guneh e ev milet. Her roj kuştin, hêstir, xwîn, îşkence… Gel perîşan bû! Ji xwe armanc û daxwaza xwediyên “Pirtûka Qaliksor” ev e. Em bi kirin û ramanên xwe, bi siyaseta xwe nebin alîkar ji wan re.
Ev çi hesabê şexsî, firaksoyenerî ne. Bila netew rehet û aram bibe, ewê têra me hemûyan bike. Ji bo meslehata vî miletî hewce bike em bi kesên herî nefrîner re jî kontakê bikin. Digel hemû tiştên bûyî û qewimî dîsa partî û rêxistinên kurdan mecbûr in ew li ser hinek tiştan werin ba hev. An kontak nebe jî, “Bila rewşenbîr, siyasetmedar, partî, komel; bi kurtî hemû organ û kesayetiyên kurd, hêz, xebat, çalakî, gotin, ango kirin û şorên xwe ji bo mesleheta netew û welat mesref bikin. Ne ji bo dijbertiya hev.
Ger em bala hekûmet, dewlet, rêxistin û raya giştî ya cîhanê neyinin ser vê gurûha xwedan “Pirtûka Qaliksor” gurê me hemûyan bixwe.