Dema karê mirov baş nebe, serê mirov ne rehet be; afirandêriya mirov kêm dibe, gotinên nexweş jî ji dilê mirov nayên û xwe bera ser ziman nadin. Çawa ku berê digotin, “Di mala falankes de, ji ber ku aramî tune, êdî xêr û bereket jî nemaye. Kar dikin û hey dikin, lê tiştek bi dest wan ve nayê.” Kesê ku karê wî xera dibe, êdî ji gelek aliyên din ve jî têk diçe.
Mînak,em bibêjin ger karê Xelefê terzî xera bû, hew te dît ku êdî wî û jina xwe an zarokên xwe li hev nekir, an li ser tiştekî biçûk ew û cîranên xwe ketin qirika hevdû. Ku li vir bisekine baş e; çawa be karê Xelefê me xera bûye, êdî te dît ku zarokên wî dest bi bêdelêliyê kirin.
Dawî Xelef ewê nerindiya zarokan bike stûyê hevsera xwe, “Keçê ma ne ev zarok ji te ne, li te hatine…” Êdî ji mala Xelef pit û kutî, xirecir, xezeb û serêşî kêm nabe. Çiqas gotinên nexweş hene di ser taştê, şîv û firavînan de –helbet ku bi hev re xwarin mabe-dê werin bi kar anîn.
Aramiya maleke ne têkûz û ya neteweyekî ne kamil hema bibêjin yek e. Ji hemû layan ve dişibin hevdû. Ma ne ji ber wê yekê ye ku neteweya me ji despêka sedsala 20. heta van salên dawî, ev sed sal in ku wekî mala Xelefê terzî ye. Çawa be carekê karê netew xera bûye, ji derba xwe ketiye. Êdî der û cîran henekên xwe bi wî dikin, bi ser de jî ew; xwe bi xwe henek û tinazan bi xwe dikin.
Di vê gotarê de, ezê hewl bidim gotinên nexweş ên ku neteweya me ji bo xwe gotine. Gotinên ku biyaniyan, der û cîranan gotine bila bimînin acreke din. Niha bi tenê ew gotinên ku ji zarokatiya min heta îro li ser hişê min mane ezê bibêjim.
Di nav civatê de, dema kesek tiştekî nû dikire, lê w Îtiştî baş bi kar nayîne, jê fam nake; gotin ji bo wî amade ye: “Kurd û bisiklêt”… an jî yawo de here lo, “Kurd û qerewat…”
Dema du cîran li ser bostan an sînorê hewşê an jî li ser tiştekî biçûktir bikevin qirika hevdû gotina pêşî ev e: “Weleh bileh em kurd nebûn tiştek lo…” an jî “Sond dixwim ku em kurd nebûn tiştek…”
Eger du heval bi hev re biçin rêwingiyekê, di trênê de an jî otobusê de bin, sohbeta wan xweş bûbe, gotinê gotin anîbe, te dît ku yekî ji wan got.” Bira, bawer bike kurd nabin zilam lo…”
Li gund, li berberojk, li ber dîwarê mizgeftê, an li bajar li çayxaneya Sêrtiyan em bibêjin civat geriyaye, xweş bûye. Ji vir ji wir Îlehî sohbet tê ser kurdan. Dema sohbet hate ser kurdan, hew te dît ku yekî ji nişka ve got: “Ma ne ji xwe Pêxember nifir li qewmê me kiriye… ka çawa emê bi ser bikevin û wekî xelkê emê jî bibin tiştek…”
Dibêjin li hêla Mêrdînê, dotmam û pismam şivan in. Her du jî welatparêz bûne. Îcar rojekê yê pismam dozê li dotmama xwe dike û dilê wî dipijiyê. Lê dotmam naxwezê ku pismamê xwe maç bike û nêzîkî wî bibe. Yê pismam dibêje; “Keçê weleh em kurd nebûn dewlet, tu rû didî herkesî, lê çima ez pismamê te me, tu rû nadî min…” Wisa dixuyê ku keç rû bide pismêm, dê kurd bibin dewlet!...
Du kurd dibin şîrîkê hev, bazirganiyê bi hev re dikin. Roj tên û diçin, yek hîleyê li yên din dike, şer dikin. Ne mumkin e yek ji wan nebêje;” Mêrkê kurd zikrêş û bextreş e… ma ne ji ber vê ye ku em nebûne dewlet.”
Li gund, li taxê an li navçeyê şer derdikeve. Dengê qelabalixê tê. Çend kesên ku li ber dilanekê rûniştine sohbet dikin, lê nizanin bê çi qewimiye hew te dît ku ji ber xwe ve, bêyî ku zanibin çi qewimiye şirove kirin: “Bavo! pa mêrikê kurd ku zengîn bû, an ewê jinekê birevîne, an ewê mêrekî bikuje…”
Li bajaran êdî şêlandina bi navê “bigre û birevîne” (ev nav min lê kir, bila zimanzanên me hêrs nebin henek e.) derketiye. Diz, di nava cade û kolanên bajêr ên herî qelabalix de, çavê xwe berdidin çente, telefon, pere an tiştekî din; ji nişkê ve pê digrin û direvînin. Tirk jê re “kaptıkaçtı” dibêjin. Ferzî mîsal em bibêjin telefona mobîl a Xalê Ehmed girtin û revandin. Bi wê hêrsbûnê te dît ku Xalê Ehmede got:” Kuro evê vî karî dikin giş kurd in ha…ji me kurdan bêbextir tu kes tune weleh bilah.” Ewê ku dixwazin qaşo dilê Xalê Ehmed rehet bikin, li gotinê zêde dikin; “We ye, we ye… tu caran baweriya xwe bi mêrikê kurmanc neyîne…”
Gelek dostên tacir ê ku welatparêz in jî di dil xwe de, gelek caran, di dema kêf û şahiyê de ku êdî ji ber meyê serê me xweş bûye, hew te dît ku yekî ji wan gotinek ji bin çengê xwe derxist: “Yê min, ez bi xwe tu caran karê dan û standinê, karê bazirganiyê bi kurdan re nakim… bi wan re dibim dost, heval… lê tu caran ticaretê bi wan re nakim… ‘alvêra’ min giş bi biyaniyan re, bit irk, laz, boşnakan re ye…”
Wa ye kurd dibin xwedî firoke û firokxane… xwedî sazî, ax, welat, pasaport. Ka em binêrin gel; ewê van gotinan êdî wergerîne çi rengî. Lewre ku em jî wekî her neteweyî bin êdî hestê bi xwe bawerbûnê dê pêş bikeve ji îro bi şûn de?