Kürtçe Makaleler

ŞEVÎ YELDA-AHMET ALTAN

30.10.2005 


Ez bi xwe gelek caran ji berhemên ku zêde ji wan tê behs kirin, ji wan berhemên ku zû zûka dikevin dev û destê herkesî xwe dûr dikim; ya rast hinek caran li hemberî roman, fîlm, şano bi kurtî berhemên edebî û hunerî ên meşhûr helwesteke ne diyar nîşan didim û di dilê xwe de çavreşiyê diavêjim wan.

Li min wisa tê, heçku bi darê zorê berhemên wisa bi mirov didin xwendin, guhdarîkirin an temaşekirin.

Bi ser de em li bajarekî wek Stenbolê dijîn; dema mirov nêzîkayiyê li berhemên wisa “Populer” neke, yekcartir nabe. Hew te dît hevalekî/ê ji bajarekî din telefon da an tu çûyî bajarekî din an jî ew hat Stenbolê, ma pirsa wî/wê ya pêşî dê ne ve be: “Gelo romana felankes a dawî te xwend?”…yan jî, “Tu çûyî felan filmê ku hemû rojname behsa wî dikin?” Dema ev pirs ji min dibin, ger hêj neçûbim filmê navborî an min romana navborî nexwendibe hêj, ew dengê di dilê min de, min dûrî wî filmî an romanê dikin gelek caran.

Ez dibêjim bila mafê helbijartinê yê hezkerên huner û edebiyatê hebe. Bila di navbera nivîskar û hunermendan de rekabeteke adil hebe. Reklam heçku neheqiyekê li hinek hunermend û nîvîskaran dike.

Dengê di nava dilê min de dibêje, “Berhema ku tu bi xwe, bêyî ku kes bandorê li ser bîr û raya te bike tu necibînî; pût pê mede, guh mediyê…”

Welhasil ev babeteke din e, l êmin xwe negirt, diviyabû bibêjim.

Ji ber vî dengê dilê xwe, piştkul bûm ku romana Ahmet Altan, “En Uzun Gece” (Dirêjtirîn Şev) weke ku min aniye serê gelek berheman nîvçe bihêlim. Ji vê romanê, hê di heftiya pêşî de 500 hezar lib hatibû çapkirin, li her derê reklama wê hatibû kirin, roman di dest û devê herkesî de, gelek gotar li ser hatin nivîsîn û di gelek bernameyên televizyonan de li ser hate axavtin û gengeşkirin.

Tirsa dengê dilê min ji ber vê yekê bû. Lê baş bû ku wisa nebû û min romana Ahmet Atlan “En Uzun Gece” xwend. Ya rast, li hember berhemên Ahmet Altan xweşbîniyeke min heye, ku nexweş bin jî heçku dixwazim li ber dilê xwe şîrîn bikim, ango krediyeke min her dem heye ji bo berhemên wî. Nizanim sedemê vê nêzîkayiyê ji ku tê. Ji nêzîkbûna hestan, nêzîkbûna awayê nêrîna li objeyan û bûyeran… an ramanên din… nizanim.

Altan, ji hezar kulan behsa yek kula ku ez bi xwe van 20 salên axirî şev û roj mitale dibim dike. Bi çavê cîranekî… çawa bibêjim ger dilê wî nemîne wekî biyaniyekî, bi çavê biyaniyekî berê objektîfa xwe daye devereke ji welatê kurdan, li ser çend pirsgirêkên kurdan hûr bûye. Asîmîlasyon, kuştinên kiryarên wan ne diyar û xwekuştina jinên kurd… bi giranî mijar ev in.

Yeldaya ku evîna wê ya digel Selîmî nîvçe maye, lewre ji wî nefret dike û da ku evîna birîndar bikewîne berê xwe daye Kurdistanê. Digel komeke lêgerînê ya ku hatine li ser xwekuştina jinên kurd lêkolînê dikin, li gundekî nêzîkê navçeyeke Mêrdînê dimînin. Dem dema şerê Gerîla û leşkerên tirk e. Di wê navê de kontrgerîla jî bêperwa mirovan dikuje, direvîne, îşkence dike.

Xebatkarên ku li ser navê weqfeke Ewrupî hatine herêmê, her yek xwediyê derdekî ye. Leopoldê ku jina wî ew xapandiye, lewre bûye tilyakkeş, Jackuesê homoseksuel ê ku evîndarê wî miriye û yên din…Her yekî ji wan li jiyanê tepeke mezin xwariye ji destê felekê. Altan, bi çavên Yeldaya ku agirê evînê di dilê wê bûye terafeke têrxwelî li bûyera dinêre.

Dema roman xelas bû ev hizr bi min re çêbû: “Naxwe tirkekî/e ku evîndar nebûbe, dilê wî/wê nazik, zîz nebûbe nikare êşa kurdan fêm bike…

Hêja kurê ku di romanê de bûye lehengekî nivîskar ê sereke xortekî ji malbateke kurdperwer e. Her du birayên wî jî hatine kuştin bi destê dewletê. Di dawiya romanê de derdikeve holê ku bi xwe jî bi nepenî kar dike digel gerîla û guleyek li paşstûyê wî hatiye lêdan û mirî hatiye dîtin li keviya gund. Yeldaya sereka romanê, dixwaze êşa evîna xwe bi hezkirina Hêja ji bîr bike. Ji xwe hemû xebatkarên koma lêgerînê ji bilî Tanerê ku endamekî kontrgerîla ye, ji Hêja hez dikin.

Min çîroka Hêja û bêtir jî ew paragrafên ku kuştina Hêja vedibêjin digel barîna hêstiran xwend. Ahmet Altan di çavpêketineke xwe ya digel rojnamevanekî de gotibû, dema min ew beşa li ser Hêja nivîsî, heta xelas bû giriyam û hêstirên çavê min ranewestiyan. Nizanim tiştên ku berhemekê xurt dikin ev yeka ye gelo?  Ango dema hêstirên nivîskar û xwendevan tevlihev dibin û herdu hevdu himbêz dikin êdî berhemek bi ser dikeve? Belkî wisa be…

Dema min roman dixwend, pirsek hebû bû ku her tim, bi min re bû: “Gelo kesên ku bûyerên dijîn û perçeyek ji bûyerê ne dikarin rehet û xweş bûyerê vebêjin, an kesên ku bûyer bihîstine, şahidên bûyerê ne dikarin vebêjin? Min bersiv dida xwe. “Pênûsên xurt dikarin vebêjin…”

Lê heçku zehmetiyên herdu aliyan jî hene; kesê di nav bûyerê de, bi qîmetê gelek tiştan nizane, xweşiyê li ber çavên wî jê ve ne eyan in, giyayê hewşê tal e… dijwarî, zehmetî, êş û îşkence dilê wî hişk dikin, hesasiyet kêm dibe. Kesê ji derve ve li bûyerê dinêre, hesas e, qîmetê dide titekî ku ji bo wî teze ye, tiştekî xweşik li ber çavê wî xweşiktir, êşeke biçûk li ber çavê wî mezin dibe.

Ahmet Altan xweşî, zengînî û qimeta Kurdistanê wekî kevirekî elmas ku di nav heriyê de mabe, derdixe şahiîk û paqij dike. Reng, bêhn û çêja xaka Mezopotamya bi mirov dide hîskirin.

Zehmetî jî ev e: Yê xerîbê bûyerekê be, dema rabe wê bûyerê vebêje ewê hinek kêmasî û tiştên di ser re û ber re binivîse. Yanî nikare kûr û dorfereh vebêje. Kesê di nav bûyerê de be, xwedî agahdarî ye, rehet e. Ahmet Altan, ji bo ku vê biyanîbûn û acemîtiya xwe ji holê rake çûye nêzîkî mehekê li Mêrdîne maye. Ji xwe di romanê de ev tişt xuya dibe. Di gelek cihê romanê de, kifş dibe ku Altan hêj dûrî mekan-bûyer û kesên ku ji xwe re wek mijar hilbijartine ye. Mînak dema behsa jina axayê gundê “Cilveköy” dike, “Helwest, axavtin, rabûn û rûniştina” jina axê dûrî rastiya wê civakê ne.

Evîn, hezkirina bêkam, evîna ku bextewar nebûye mijara sereke, heta mirov dikare bibêje mijara bingehîn e di romanê de. Ger mijara sereke ne ev bûya, bawer nakim roman evçend bihata firotin û xwendin. Civaka tirkiyeyê ya ku tatmîn nebûye, ji hezkirin û evînê têr nebûye, birçî û birîndarê evîn, hezkirina laş û têkiliya cinsî ye, civak nexweş e û xwediyê travmaya rûhî ango nefsî ye xwe di romana Altan de dibîne. Altan gelekî çak hest, ruh, bawerî, raman bi kurtî dil û mêjiyê xwendevan di nav peyv, paragraf, sembol ango vegotina xwe de digre. Ez baş hîs dikim û têdigihim dema ku xwendevan romanê dixwîne, heçku gunehkarekî li ber destê papaz be, wisa li Ahmet Altan mukir te, mûnîs, sernerm, helîm û selîm dibe.

Ahmet Altan bi saya serê evîn, hezkirin, tekiliya cinsî bawer dikim terapiyeke baş dike. Ruhê xwendevan ê nexweş bi nexweşiya wî dihesîne. Civata tirkiyeyê ya ku dilê wî li hemberî zilma li ser kurdan bûye mîna hestiyê reqê-kîsûyê, bi saya evîneke têrteraf nerm dike. Hîç nebe dilê Yelda Xanimê nerm dibe…

Analîstên romanê ewê honak, mijar, ziman û şeklê romanê dahûrînin. Qels, xurt… serkeftî an têkçûyî… dermanê baş zeman e. Lê rastiyek heye: Milyonan mirov romanên bi vî rengî dixwînin, ji bo nivîskar tameke ji vê xweştir ma ewê çi be…

Bila rûyê we geş û betlaneya we ya dawiya heftiyê xweş be xwendevanên ezîz..!