Kürtçe Makaleler

KÎ GOTARÊN ME DIXWÎNE?


20.10.2005-STENBOL


Ya rast ez bi xwe van pirsan hemûyan meraq dikim. Ger min bersivên van pirsan bizaniya, minê bêtir xwe nêzîkî nivîskariyeke profesyonel bikira û bi baweriyê min, wê demê dê kalîteya nivîsarên me zengîntir bibûya. 

Nêzîkî deh salan e, di rojnameyan de nivîsarên pexşanî dinivîsim. Demekê gotarên ku min dinivîsin bi giştî dikarim bibêjim ku bi çav û ramanên misyonerî bûn. Yanî dema min gotarek dinivîsî, armanca min ew bû ku xwîner “hişyar” û “zana” bikim xwedêgirawî. Dema ew kesên nivîsara min bixwînin “Hestê wan ê neteweyî bilindtir” û “Asta xwendin û nivîsandina wan a zimanê kurdî bi wan re pêşketîtir” bibe. Belkî wiha bibêjim mijar ewê zelaltir bibe: Wê demê ji bo min-me dem dema “Min helbestek nivîsî, min welat xelas kir”, Min gotarek nivîsî, min welat rizgar kir” bû.

Ev tişê ku di serê min re derbas dibû ne ku wezîfeyeke eşkerekirî, bi plan û program bû. Wê demê konkektur wisa bû. Belkî ev armanca me ji xwe re pejirandî gelekî ne realîst bû jî. Lê min pênûsa xwe wekî dikir “Gorî” ji bo berjewendiyên “Netewe” û “Welatekî.” Lewre min dizanibû gotarên ku dinivîsim ne kalsÎk in, ne ew gotarên ku piştî deh an bêtirî salan li ser piyan bimînin. Gotarê rojane bûn.

Sal û zeman bihûrîn… ew “Kek”ên ku beriya me dinivîsîn çend rutbeyên din wergirtin û bûne duayenê nivîsandinê . Lê ez û hemsalên xwe jî, me hêdî hêdî cênik spî kirin di vê rêyê de. Êdî ev çend sal in înternet di nav me de jî belave bû û nivîskariya makaleyên rojnameyî ya înternetê peyda bû.

Min bi xwe, ne şaş bim di destpêka 2000an de dest bi nivîsarên “kuncik” ên rojnameyên înternetî kir. Êdî helbet li gor min profîla xwîneran hate guhertin. Piştî dest bi gotarên înternetê kir, min dizanibû êdî ew kesên ku nivîsarên min bişopînin, an dê nivîskarên ku li pêşiya min dest bi nivîskariyê kirin bin; an jî ew dê kesên wek min bin… Lewre êdî min hêdî hêdî nivîsar ji bo “Xwe” nivîsîn.

Dema mirov nivîsarekê ji bo xwe binivîse, bi awayekî îzafî xwîner ji holê radibe…xwîner tune ye. Li gorî nivîskar, pîvana asta nivîsara nivîskêr, “Rehetbûn û firîqetmana dilê wî ye.” Lê helbet nivîskar rewanbûn, ecibandin û xweşbûna nivîsarê li gora texmîn, gûmana “Dilekî” ku pîvanên wî kêm zêde di nav beşeke civakê peyda dibin, hêvî dike. Bi gotineke din, karê nivîskar, hunermend ev e: Çi ji nav dilê wî hat bi alikariya beden û mêjî wî “Tiştî” diafirînî. Endîşeyên hunerî, estetîk, naverok, şêwe li pêş in. Helbet her nivîskar dixwaze ew tiştê ku afirandiye, “Çavên din” çawa dibînin, “Dilên din” çawa dihebînin…? nivîskar dixwaze bersiva van pirsan bi awayekî erênî bibihîze. Ew mafê wî ye, ji xwe xelata wî ya mezin jÎ ew e.

Îcar ev mekanîzmaya ku nivîskar agahdar bike, di heqê xwendin, ecibandin û hezjêkirina nivîsarên wî de, hêj tun e li nik civata me. Wekî gelek tiştên din, ev babeta xwîner, gotar û nivîskar jî, di nav civata me de, ne li gorî rêz û rêçikên civatên din ên pêşketî ye, helbet ji ber statuya civaka me ya rasteqîn e ev rewşa wiha.

Berê dema min di rojnameya “Welatê Me” û “Azadiya Welat” de dinivîsand, carcaran li hineke deveran jin, mêr an jî xortek pêrgî min dihat û digot, “Me nivîsara te ya vê heftê xwend, wele em têr giriyan.” Di vê diyalogê de, pîvan û asta nivîsara min, bi kirdeya “Girînê” rave dibû. Min li gorî xwe tecrubeyek ji van gotinan hiltanî. Di van diyalogên wiha de em, ast û ecibandina nivîsarên xwe tedigihan.

Îro e-mail ji me re tên, em dixwazin di nav hevokên wan e-mailan de, şop û reng û bîhna nivîsarên xwe hîs bikin. Em ji pesn, rexne, pîrozbahî, pêşniyar û çêrnameyên elektronîkî dixwazin pêjna nivîsarên xwe bikin, wan bizanibin… ecizker in, xerab in, lawaz in… an jî rewan, herikbar, nazik, têr û tije ne?

Wekî din, mekanîzmeya tikandinê heye. Gelek malper bi hejmara tikandinê têdigihin gelo ka nivîsakarek an goatrek çiqas hatiye xwendin û ecibandin. Lê ev mekanîzma jî hêj nayê bikaranîn ji aliyê malpera me NETKURDê ve.

Mijareke din a ku ji min re meraq e, profîla xwendevanên me ye. Kî gotarên me dixwînin, xort, navser, pîr û kal… jin, mêr…karker, xwendekar, bêkar, mamoste an nivîskar? Ji kîjan welat û bajaran in xwendevan?

Tişekî ku afirandêriya nivîskariya “kolumne”yiyê (kunciknivîsiyê) dikuje ev baweriî ye: “Xwendevanên kurd bi tenê ji nivîsarên analîzî, siyasî hez dike, dixwîne.”  Ji ber vê ferastê ye, dema ez berê xwe didim rojname û kovarên înternetê, ji bilî kovarên edebî û çandî, bêje hema di yên din de, bi kurdî pexşan û makaleyên sivik, edebî, felsefî kêm, nukteyî kêm in.

Xweziya malperên kurdî, di serî de jî malpera me NETKURD car caran anketên di heqê van mijarên navborî de amade bike, bikin...