Kürtçe Makaleler

BI XATIRÊ TE DUHOK!R


02.10.2005
 

Dema me pira navbera herdu parzemîna derbas kir çîkên baranê dibarîn. Beriya çend deqeyan dema otomobîla me dabû rê, ji germê serê me şewitîbû û Mecîdê bira yê ku dê bi rojan fedekarî bikira û bi otomobîla xwe ve, bi me re bihata, klîma vexistibû. Ewr li ser bajêr digeriyan. Hewaya vî bajarî herdem dikare mirov bixapîne. Gelek hozanan ji ber  hewaya vî bajarî a ku ji nişkê ve tê guhertin, Stenbol şibandine “Qehpeyan”…

Pira Bosforê (Boğaz Köprüsü) li pey me ma. Li dawiya pirê lewheya, “Hûn bi xêr hatin Asya” derket pêşberî me. Ji otomobîla me, dengekî nerm û bi şewat tevli şînayiya behra marmarayê dibû:

 
“Li asîman ewr tune ye, ev çi mij e
 Li taxê kes nemiriye, ev çi şîn e
 Dayê ez nemirime, ev çi ah û nalîn e
 
Warê Yemenê, cihê şembelûlkan
Kî çû nehat, gelo ev çi hal e?”
 

Ev dengê zîz ji sêlika Erkan Uğur û Dijvan Gasparyan derdiket. Perwîz Cîhanî, “Hesen ma ne Stenbol li pey me ma, ka dev ji stranên tirkî berde” got. Min got, “Mamoste ev straneke Ermeniyan e, gelekî dilşewat e û min çîroka wê got jê re.

Em ji bajarekî qedîm derdiketin û berê me li welatekî qedîmtir bû. Em vexwendiyê “Festîwala Rewşenbîrî-1” bûn ku ewê li bajarê Duhokê, bi sponsoriya parêzgerê Duhokê Temir Remezan û bi rêberiya Yekîtiya Nivîskaran-Duhok bihata li dar xistin.

Piştî ku rêzdar Pêrwîz Cîhanî hat Stenbolê em rojek duyan pêkve man. Ji bo çûna Duhokê me biryar dabû ku em bi otomobîlê bikevin ser rêka xwe û di çendan bajar navçe û gundên Bakurê Kurdistanê re bibihurin li çend deveran rawestin, bîhna xwe berdin û her wisa biçin Duhoka awazşîrîn.

Wekî me biryar dabû û em axivîbûn, roja înê bi rêberiya şifêriya Kek Mecîd Çelebîyê evîndarê çanda kurdî em derketin ser rêkan. Digel bîhnvedan û xewê, sefera me ewê 48 saetan bikudanda. Lewre min 15 Cd yên ku ji bilî du heban, hemû muzîka klasîk a kurdî bûn li def xwe anîn. Ma kîjan dengbêj nebûn. Kawis Axa, Meyremxan, Garapetê Xaço, Şeroyê Biro, Aslika Qadir, Xana Zezê, M. Arif Cizrawî, Xêro Abbas, Ciwan Haco û yên din.

Ji bilî bîhnvedan û xewê, heta em gihîştin Zaxo digel dengê van dengbêjên ku bûne remz, me sohbeta ziman, çand, wêje, civak, tore, dîrok û folklora kurdî kir. Bi sedan pêkenokên gelêrî li ser jiyana kurdan me gotin ku em mest û xweş kirin.

Dema em gihîştin deriyê gumrika Îbrahîm Xelîl dengê zengila telefona min lêda, Hesen Slevanî em agahdar kirin ku ewê Yekîtiya nivîskaran tayê Zaxo pêşwaziya me bike û telefona me dane wan. Piştî çend deqeyan dîsa zengil lêda. Ji saziya “têkiliyan-elaqetan ango VİPê” kek Ahmed li ser xetê bû. Got me nûnerek şandiye aliyê tirkî, ewê ji polîsên tirkan re bêje hûn mêvanên me ne, da ku zû karê we biqede. Piştî demekê êdî em li hola li rexê din, li hola “eleqatan-VİPê” rûniştîbûn.

Çaya me li ber me amade bû, xilmaşî, keyf, vewestîna laş, lorîn û nihurandina mîredengbêjan di guhê me de û coşiya dil, digel meraqê… pêkve…me xwe teslîmî mazûvanê xwe kir.

                                 ***

Hem di rêwingiya xwe de, hem heft rojên ku em li Duhokê bûn, ramanek hebû ku hîç ji bîra min nediçû: Ev roj girîngtirîn xelekên dahatuya me, zêrîn pelên serboriya me ne. Ji çar parzemînan; Asya, Ewrûpa, Afrîka û Avusturalya, ji seranserê Kurdistanê nivîskarên kurd, hatine li ser xakeke azad bi piştgiriya hekumetê, bi gotarên ku bîhna peyvên demokrasî, aşîtî, azadî, wekhevî, xweşbînî, zanistî ji wan difure, beşdarî fîstewalekê dibin.

Û li vir bi destûra we xwendevanên bi tolerans dixwazim beşekê ji helbesta xwe ya ku di pirtûka min a bi navê “bihêle” de heye, ji we re bilorînim. Navê helbesta min, “Duhok, hestên penaber û tu” ye:

 
“……….. 
Şevên vir,
Ba, ji çiyan
Bi bîhna rihanan re
Xeyalan dialîse
Stêr çavnas in
Mirov devliken, dostane
Çeja fêkî, nostaljîk
Destên bajêr
Qedirgir û nazikten
 
Dûrî te,
Kêmsemax im
Di nav baxê welatî
Nîv-kambax im…
 
Dihok,
Azadîhez û guherîner
Straneke nîvçemayî
Li benda destên têrhuner
Mêjiyê nûhatî
Da ku bixemile
Û li Rojhilat
Bibe bûka bajaran…
 
Li Dihok im,
Di nav kaniya wefayê
Pêlên evînê ku li kolanan veşartî
Şahida zilm û xemê
Maka çanda kurdewarî
Dihoka Dasiniyan
.......“
 

Me li Festîwalê çi kir, çi xwar, çi vexwar, çi got, çi bihîst? Her pirsek cihê gotarekê ye. Lê, me her çi kiribe, çi gotibe, çi dîtibe bila li aliyekî be, hêjayî gotinê ye ku festîwal bi kedeke mezin a muşterek pêk hatibû. Çapemaniya bajarê Duhokê û ya welatî, saziyên Duhokê û yên welatî, digel lijneya Yekîtiya nivîskaran-Duhok, rayedarên Duhokê yên hekûmetê, partiyê û yên sivîl bi kurtî kar û xebateke hevpişk û dijwar bû. Pênc-şeş rojan spêde saet 08 heta saet 00:02-03yê şevê hemû sazî û kesên wezîfedarû yên ku ne wezîfedar... hemû bi me ve bûn, ka ewê çawa memnûn bikin.

 

Em bi jixwebawerbûneke têr, bi hestên zîz, bi laşekî vewestiyayî lê ji stresê xalî vegeriyan ber bi metrepolên ku ji me re bûne zindan û gorên dorfereh.

 

Hêj li ser sînoran dîsa nasnemaya me hate dirandin, heçku bibezine dijminê xwîna bavê xwe, bezine pirtûk, kovar û gotinên me yên ku me çar rojan ew li ser xaka azad dixemilandin û dikemilandin. Dane ber pençe û neperûşkan.

 

Evîn, azadî û xweşiya dil me wekî emanet danî ba birayên xwe yên başûrî. Û em... em ên ku li welatê xwe azad bûn çend rojan, dîsa digel kul, keser, hêvî û têkoşîna di dil de veşartî, hinek ji me ber bi bajarên xwe yên desteserkirî, hinek ber bi bajarên xwe yên ku li wan penaber in ve sernuxin û dilxewirî meşiyan.

 

Lê bawer dikim herçend ji devê kesî derneketibe û tu kesî bi zimanê xwe negotibe jî, di dilê her yekê/yekî ji me de hevokeke wiha hatiye ristin: Duhok! heta careke din û bi hêviya careke din bi xatirê te...

 

Spasname: Di serî de, ji ber ku qîmetekî mezin da me, digel şertên neguncav heta bi hola konferansê hat û bi gotinên xwe yên zêrîn dilê me şa kir ji cenabê serokê Kurdistana federal birêz Mesûd Barzanî, ji bo mevanperwerî, dilovaniya wî ji parêzgerê Duhokê yê devliken, centîlmen, nefsnizm û evîndarê mûzîka kurdî Temir Remezan (Koçer), ji bo hewldana wî ya bêsînor, nazikî û hevalîniya wî ji serokê Yekîtiya nivîskaran Hesen Slevanî, ji ber hesasiyet û koordinetoriya wî ya qenc ji serekê meclîsa parêzgeriyê Dr. Fazil Umer, ji ber mêvanperweriya wî digel siyasetmedariya wî hozanvanê ji dil Kek Qadir Qeçax, ji ber keda wan a bêpîvan endamên desteya kargeriya Yekîtiya nivîskaran Evdilselam Balayî, Mihemed Evdile, Nacî Taha Berwarî... hemû nivîskarên Duhokê Muhsîn Qoçan, Reşîd Findî, Îsmaîl Slêman, Xelîl Duhokî, Hizirvan, Dayika Dalyan... ji Yekîtiya nivîskaran tayê Zaxo birêz Şewket Sindî, Beyar Banî re, ji Yekîtiya afretan re, ji Waliyê Xabûr Hamid Alî, berpirsê tayê 8 ê partiyê Elî Ewnî, ji hemû xebatkarên ragihandin û çapemeniyê re...ji Kamuran Reşîd, Adil Hesen, Fehîm Evdile, Bişar Kîkî, Behçet Hirorî xortê nûhatî û jêhatî Sabah Etrûşî re, ji İyad re spas... ji Radyoya dengê Kurdistan, Kurdistan tv-satelayt û Kurdistan tv, rojnameya Xebat, kovara Metîn û Nûbûn re spas... spas ji bo wan ku em bi Duhokiyan û bi gelê me yê başûr dane naskirin.

 

Û ji niha ve lêborîna xwe dixwazim ji wan kesên ku gelek ked di ber me de dan lê di vê gotara xwe ya ku bi lez dinivîsim de navê wan nehate bîra min...