Kürtçe Makaleler

REXNEGIRÎ Û RÛMETA MIROVÎ


24/8/2005

Ez gelekî şa û serbilind im ku di malpera Netkurdê de dinivîsim. Helbet wekî din jî gelek malperên kurdan ên hêja hene. Lê bi qasî ku tê guhê min, malpera me di nav wan de sereke ye. Malpereke “azad”, “demokratîk” û “pirreng” e. Li gorî pîvanên çapemeniya modern a gerdûnî dimeşe. Ev yek cihê şanaziyê ye.
 
Lê divê em dest ji wan prensîbên jorîn bernedin. Dibê ku hinek caran kêmasî bibin an jî “tecrûbe”, “kevneşopî” û zanîna me têrê neke. Ev tiştekî siruştî ye, derfetên me heta bi vir rê didin.
 
Helbet divê ez jibîr nekim, bibêjim; ez baş zanim ka hevalê ku karê amadekirina nûçe, rûpelsazî, bi cihkirina gotaran dikin, çiqas zor û zehmteyan dikşînin. Ji ber ku malpera me ne malpera holdîng, saziyên dewletê an jî ya partiyên siyasî ye.
 
Digel vê yekê di demeke kurt de, malpera me deng veda û cihekî xwe yê qedirgiran û biqîmet çêkir.
 
Piştî vê destpêkê dixwazim balê bikşînim ser mijara gotarên polemîkî û rexnegirî. Wekî mînak û mebest jî gotara bi navê “Tırr Li Ku Das Li Ku” bû nesîb ji vê gotara min re. Gotara navborî, roja 19.08.2005an, de di Netkurdê de hatiye weşandin. Xwediyê gotarê Birêz Sîrwan Hecî Berko ye.
 
Bi rastî dema min navê Sîrwan Hecî Berko di nav “Nivîskarên mêvan” de dît ji dil şa bûm. Ji xwe ew tiştê ku Netkurdê bi qedr û qîmet dike cihêrengî û zengîniya fikrî ya nivîskaran e.
 
Lê navê gotara birêz Berko bala min kişand… min got naxwe nivîs pêkenokî ye. An jî xwestiye ku bi gotineke mezinan gotara xwe birengîne. Lê dema min xwend, nivîsareke polemîkî derket pêşeberî min.
 
Ma gelo kurd wê polemîkê nekin? Çima nekin… Polemîk xweş, nexweş… belê lazim e û li nik hemû netewan heye. Lê herkes zane ku divê polemîk rûmet, heysiyet û kesatiya mirov binpê neke.  Helbet ez sansûrê hîç naparêzim. Li dinyayê dewleta herî medenî, ronakbîrê herî azad kîjane ji aliyê sansûrê ve, ez bi xwe dixwazim hekumeta Kurdistana Başûr bi qasî wê dewletê, ez jî bi qasî wî ronakbîrî azadiya ramanê biparêzim. Min bi xwe, dema girtina rojnameger Ako Mihemed bihîst bûyer şermezar kir.
 
Em werin ser ramana azad û nivîsarên rexneyî. Mebesta min ne ew e ku bikevim nav dûdirêjiya gotara Birêz Berko. Peyvek tenê dikare ji gotara min re bibe mînak. Gotineke xweş û sed gotinên xweş her yek in. Gotineke nexweş û sed gotinên nexweş dîsa her yek in. Wekî mînak beşekê ji gotara Birêz Berko li vir binivîsim; “Di nivîsara xwe ya bi sernavê “Kontrolkirin ne sansûrkirin e!” de, nivîskar Têmûrê Xelîl bêbextiyan dike û mijarên ji hev cuda tevlihev dike.”
 
Dema peyva “bêbextiyan” di nivîsa Beko de ber çavên min ket, ji xwe re keniyam. Lewre hêj gotara min a bi navê “Bext û Bêbextî” di manşeta Netkurdê de bû. Wekî ku dibêjin “Hêj hibra gotara man a di mijara “Bêbextî”yê de ziwa nebûbû” dibînim ku nivîskarek ji hevalê xwe re “Bêbext” dibêje.
 
Ruhê peyvan heye. Peyveke ku bi kar anîna wê li civakekê normal be , li yeke din anormal e. Lewre, ger peyv xwediyê ruhekî heqaretî be sînorê rexneyê derbas dike.
 
Ji xwe çapemeniya kurd di vê babetê de birîndar û xwediyê tecrûbeyeke xerab e. Zirne dikeve destê kê, hema destpê dike “Dê û jina yê din dibêje.”
 
 Li kîjan civatê rûdinim, herkes ji dijûn, xeberçortiya malperên kurdan diaxive. Herkes ji vê mijarê aciz e. Tê gotin ku medyaya kurdî ya înternetê mafê kesatiyê binpê dike û êrîş li ser rûmet û heysiyeta kesan tê kirin.
 
Ji xwe civaka ku rûmet û heysiyeta kesan binpê kir… êdî sînor jê re tune. Dikare hemû sûcên din ên giran jî bike.
 
Çi dibe bila bibe, kî dibe bila bibe… ku “Dijmin”ê me be, “Rakîb”ê me be, kesê ku em jê nefretê jî dikin be, “Tîran” be, “Dîktator” be… welhasil her kî be… em mecbûr in rêzê ji “rûmeta mirovî” re bigrin.
 
Heta dawî divê sînorê rexneyê berfireh bin, lê heta dawî divê sînorên binpêkirina mafê kesayetî teng bin. Kî ewê van sînoran dayne? Pîvan çi ye?
 
Helbet ne li gorî keyf û feraseta kesan têne danîn ev sînor. Her çiqas li hemû dewletên modern, li ser van sînoran, sed der sed konsensusek pêk nehatibe jî, bi piranî standart û pîvan çêbûne û nivîskî hene. Li hemû zankoyên pêşketî, di fakulteyên ragihandin û rojnamegeriyê de xaleke sereke ji aliyê mamosteyên ku otorîte ne ve, têne xwendin. Şagirtên ku ji van fakulteyan dîplomayê werdigrin wan xalên “Etîk” û “Bingehîn” ji ber dikin. Heta wan xalan nizanibin naşên dîplomayê wergirin. Bi qasî ku ez dizanim xalên “Bingehîn” û “Etîk” derbarê parastina “Maf û azadiya kesan” de ne.
 
Ger ez bim, dema nivîsareke ku mafê kesekî binpê dike hat ber destê min, an naweşînim an jî ezê dozê li xwediyê gotarê bikim ku peyvên heqaretwarî ji gotara xwe derbixe, an jî biguherîne.
 
Ez mafê Ako Mihemed jî diparêzim, lê ji bo ku mafê Ako Mihemed biparêzim hewce nake mafê Têmûrê Xelîl binpê bikim… lewre mafê Têmûrê Xelîl jî diparêzim.
 
Heta dawî bila raman azad be, lê bi qasî serê derziyê bila “Rûmet û “Heysiyet”a mirov rencîde nebe.