Kürtçe Makaleler

LI SER MESSENGERÊ


26.05.2005-STENBOL
 


Bi messengera hotmailê gelek caran sohbet dikim, digel dost u hevalan. Hevalên li her çar- pênc beşên welêt ên li tirkiyeyê û diyasporayê; Elmanya, Fransa, Holanda, Emerîka û nexasim Swêd.

Mijara axavtinê cur be cur, cihêreng… mijar li me zêde bûne, ma te negot hema tenê emê behsa êzingên xwe û dexl û baran û zîwanê bikin… Çima bavo êdî kurd jî bûne civaka teknolojî û ragihandinê.

Her çiqas mijar zêde bûne û em kurd ji pêşveçûnan ne bêpar bin jî, çawa ku gotine “çil çîrokên hirçê hebûne, hemû jî li ser hirmiyê bûne; li taxa me, wekî Kek Yaşar Kaya gotî li “newala kurdayetiyê” jî mijar tê diçe û dîsa tê li ser “gelo ewê çawa be hal û hewala gel û welatê me?” radiweste…

Wê rojê ligel dostekî xwe ku penaber e li Ewrupayê diaxivîm-wê demê mîkrofona min tunebû, me ji hev re dinivîsî- ; mijar ji nivîskariyê çû ser helwesta rewşenbîran a li hemberî hev. Di babeta gazin, rexne û kurtepistê de germtir bû sohbet.

Nizanim çawa bû, ji min lê ket an ji hevalê min; ji nişkê ve dîsa mijar hate ser, “yawo emê çi bikin, çawa bikin ku rewşa me kurdan baş bibe?”

Hevalê min gelek teorî anîn, pirsa çend kesên ku heval û naskiriyên me yê hevpar in kir, got ma felankes û bêhvankes çi dikin, nifir li hinek serkirdayetiyên kurdan kirin, dawiya dawî got, divê tevgereke paqij, ji kesên paqij bête damezrandin û gelek pîvanên din jî hijmartin.

Pîvanên ku li min dihatin, bi “erê gelekî rast e” dihatin piştrastkirin û destekkirin. Yên ku li hesabê min nedihatin, min bi nermî lê bê şirove, bi “êê” û “aa”yan dihatin vebirî û me nîqaşeke sist li ser dikir.

Piştî ku hevalê min mesele zêde dirêj kir, nizanim ji ku hate bîra min- lê li ser meselê min xebat kiribû- ji nişkê ve min got, “yawo wele bi van e-mail, Messenger û telefonan nabe. Ku hûn carnan bihatana tirkiyeyê; me dê hem hevdu bidîta, sohbet bikira û hem jî we dê bi awayekî rasteqîntir, berbiçavtir lêkolîn bikira û rewş ji nêzîk ve, bi çavên xwe bidîta…

Xwezî min ev gotin negota. Mesele bi van gotinan gur û geş bû. Bû wekî “çîroka şûjinê”, gotinê gotin anî, me yek ji yekê pêxist.

Dema min got hûn werin van deran hevalê min –bê henek, ji dil dibêjim-çewt têgihîşt. Wisa texmîn dikim ku berê bi vî rengî rexneyên dijwar lê hatine girtin ji aliyê Narodnîkan ve; dibe ku hinekan jê re gotibe hûn ji welat çûne zêde meaxivin! Bi awayeki tengijî got, “ We welatek ava nekir ku em werin !”…

Ha ev gotin bû ya ku bû kilîta dirêjkirina meseleyê. Ez, li ser vê gotina wî bi qasî gotareke dirêj û nîvzanistî axivîm.

Min wisa destpêkir: Canekem! Ma welat xanî ye, dikan e, sazgeh e ku ava bikim. Ji xwe me welatek heye û ew di cihê xwe de ye. Tu caran jî nebû koçber û penaber. Ha, belkî ne azad û serbixwe ye. Lê Cûdî her li cih e, Erez her diherike, her bihar fistiqên Dîlok û Rihayê şîn dibin û havînî dikevin zikan de. Ev çend sal in, êdî fisteq li Sêrt, Mêrdîn û gelek cihên din jî têne çandin…Carê genim li benda baranê dima, îsal bi ava berajan û ya bîran av dan… Welahasil min xwest bibêjim ew tiştên ku em welat jê re dibêjin tiştekî konkret û madî ye, lê helbet maneviyata wî jî heye.

Yê min, mebesta min ne gotinên hevalê min bûn; min dixwest dilê xwe rehet bikim, lewre îdeolojî û termên siyasî gelekî rê li ber me-min girtin. Nehiştin ku em bala xwe bidin ser xweşikayî, zengîniya cografî ya welatî… berhem, cih û mekanên dîrokî, xweşiya av, hewa, fêkî û tiştên din ên bedew…

Me; mêzîn û pîvana hinek tiştan baş nezanî. Helbet xemxur û misyonerên vî welatî bi ciwaniya dinyayê, bi çêja bêhnvedaneke xweş li ber deryayê, xwarineke xweş, piyalek şeraba baş, tebeqek masiyê behrê, fîlmekî xelatgirtî baş zanin.

Ne ku bi tenê jiyana misyoneran a derûnî têra çil çîrokên li ser mesela welatî û siyasetê dike. Belkî ev qederek e, barek e ku em nikaribin xwe ji ber bidin alî. Carnan di sohbetan de dibêjim: “Xwezî me jî dewletek hebûya û ez bi xwe roja duyem bibûme dijberê dewleta xwe…”

Ez tevli ramana ku hêdî hêdî li metrepolên tirkiyeyê, heta li kuçe û çayxaneyên Amedê bi xwe jî belav dibe nabim; tê gotin” yawo felankes teng difikire, neteweyî li meselan dinêre, bêhvankes îş û karê wî kurdayetî ye, yekalî ye… “ Ger mirov van gotinan wergerîne kurdî(!) wateya wan ev e: “Felankeso, dev ji doza welatê xwe bernedaye, bêhvankeso berjewendiya gelê xwe diparêze, ji serdestan re nabe destik…”  

Welhasil, hevalê min ji dûrbûnê, min ji nêzîkbûnê gilî û gazin kirin; lê me eded neguhert; em dîsa hatin ser mesela hirçê… “ Gelo ewê çawa be li halê me? Ma kengî gelê me ewê bibe xwediyê siyaseteke rast, kengî li tirkiyeyê emê bibin xwedî statu…”