Ev çend sal in, di çend rojname û malperên kurdî de dinivîsim. Bêtir gotarên edebî. Bi ruhekî amatorî dinivîsim. Ango ne wekî nivîskarên welat û zimanên din. Çawa? Ez hinekî eşkeretir bibêjim: Yanî ne bi heq dinivîsim. Jixwe em hemû nivîskarên ku bi kurdî dinivîsin wisa ne. Bi awayekî din ê gotinê, “ bi qeweta îmanê”, “ji dil”, “ji bo xatirê xwedê”, “wekî peywireke neteweyî”… dikarim sedeman bidomînim û, û, û…
Gelo nivîskarê welatên din çawa dinivîsînin? Ma ew ji welatê xwe û neteweya xwe hez nakin? Çima hez nekin, ew jî wekî me, belkî zêdetir ji me ji ax û mirovên xwe hez dikin.
Lê mesele ne ew e. Ew karê xwe profesyonel dikin. Yanî pênûs, gotar, xwêdan ango keda xwe bazar dikin, difroşin. Ew kesên ku di rojname û kovaran de gotaran dinivîsînin; nivîsandinê wekî kar, pîşe û xebatê dikin. Heftiyê rojekê an ji rojekê zêdetir dinivîsin, bi vê nivîsandinê debara xwe dikin. Îcar ji ber ku nanê wan ji vir derdikeve, heta ji wan tê dixwazin mijarên xweştir û balkêştir peyda bikin, zimanekî rewantir bi kar bînin.
Xwedî ango patronên rojname û kovaran jî, gotar û nivîskarên bi kalîte dixwazin, wan kesan tercîh dikin ku xwendekar ji wan hez bikin, nivîsarên wan bêtin ecibandin.
Mekanîzmayên me, ototrîteyên me, xwendekarên me kêm in. Kî dinirxîne gelo ka kîjan gotara kurdî xweş e, an nexweş e? Nivîskarên bi zimanê kurdî wekî kevirekî li guhê gundekî ne.
Erê tam û çêja vê yekê jî heye. Tevî hemû zordestî, bêderfetî, bêxwendevanan; bi zimanê kurdî nivîsandin mîstîzm e, şovalyetî ye, dînîtî ye û kehanet e. Hêvî an jî ez dikarim bibêjim baweriyeke xurt divê ku mirov bi vî zimanî binivîse. Çawa ewê mirî ji tirbê rabin, li tirkiyeyê tiştekî wisa ye niha, ku kurdî li tirkî bibe xwedî statu, xwendevan jê re çêbibin, qîmet pê were dayin… Dîsa jî bi rik, bi serhişkî domandin, tameke xweş dide mirov, yê ku pê zane zane!Ya rast, mijara vê gotara min, meqsed û mirada min a ku dixwazim di vê gotarê de, ji xwînerên “netkurd” re bibêjim, bi wan re parve bikim, ne yek ji van tiştê ku min li jor nivîsiye.
Mijara min ev e: Kurdbûn, li kurdî xwedî derketin, bi kurdî nivîsandin bûye tiştekî şerm li tirkiyeyê. Na na, henekan nakim, ji dil dibêjim. Delîl û îşaretên vê yekê pir in.
Her çiqas delîl pir in, lê wisa nefikirin ku peyitandin ango îspatkirin hesanî ye. Herkes, dewlet, siyasiyên kurdan, ew kesên ku siyasiyên kurdan naecibînîn û dibêjin “em jî kurd in, lê em kurdên baş in” hema herkes, xweditiyê li kurdbûna xwe dike, lewre înkarkirin êdî qîmet nake. Çêtir e ku bêjin em kurd in, lê dema rantek nebe tu carî xwe nêzîkî wêje, çand, ziman û nirxên din ên kurdî nekin. Dema xwe nêzîk dikin jî, dibêjin gelo emê çawa nirxên kurdî bazar bikin. Ango em çi bikin ku em tiştên kurdî bi tirkî bifroşin.( ger nirxên kurdî bêyî dejenerekirin bêne firotin, ev tişekî pozîtîf e ji bo danasîn û pêşvebirina çanda kurdî) Ji xwe hîç behsa xizmeta ji van nirxan re, nekin; ew yekcar dûrî vê yekê ne.
Kesên ku kurd bin, lê "bi tirkî kurd bin" bi qîmettir in. Kesên ku kurdewar bin, dixwaze bila heft Oxford kuta kiribin, bi heft zimanan zanibin, entelektuel bin, li London û Parîsê doktora wergirtibin, medenî û sekuler bin, ji malbata kraliyeta Gallerê zewicî bin, dîsa di nav siyasetvan, “kurdên spî-kurdên tirk” de, "neteweparêz" in, ne maqûl in, li gorî moda nû ew gundî ne.
Di nav piraniya kurdan de û dostên wan ên wekî wan de -ku piraniya tirkan dostên kesê wisa ne- ew kes bi qîmet in ku bibêjin “ez jî kurd im, li dijî her cûre neteweparêzî me –ev sextekarî û durûtiyeke mezin, gelekî mezin e, nizanim kengî tarîx ewê ji heqî wê derkeve-, bi kurdî hindik zanim, lê nikarim hunera xwe îcra bikim… nikarim romana xwe bi kurdî binivîsim… nikarim çîrokên xwe bi kurdî binivîsim… “
Ew kurdên “tirkhez”, li dijî wan kesên ku “ bi kurdî pêşketî” ne. Ew naxwazin ku bête zanîn ku “kurdek dikare hem kurd be, hem jî li ser koka xwe pêşkeve, li ser çanda xwe, dîroka xwe û bi zimanê xwe şareza be; hem jî wekî entelektualê hemû welatan, Frensî, İngilîz, Tirk û hwd. modern be”
Ji wan we ye ku kesek modern bû ileh, teqez dive xwe bi tirkî îfade bike û bê esl be. Yanî kozmopolîtîzm, kesên teemandî, aşîkirî, zirmirov, zirkurdbûn bûye moda…
Di civakê de, kî qedr û qîmetê dide malbateke bê sêmyan, bê hesab û kîtab, maleke bê kewn. Rewşa kurdan li tirkiyeyê wisa ye. Bê serî, bê kewn, bê pergal in. Bi nav û nasnava kurdî , bê statu ne. Helbet ewê rewşa zimanê wan jî, wêje û çanda wan jî wisa be.
Çima li başûr statuya kurdan pêk hat û ber bi başiyê ve diçe, emê bi hevre bibînin; ne dûr nêzîk ewê ku li dijî kurdî bûn jî, dê bixwazin hîn bibin. Ev tiştekî normal û siruştiye…
Digel van tesbîtan, astengiyên li pêşiya zimanê kurdî û bêderfetiyan; evîndar û dildarên zimanê kurdî, guh nadin keleman. Ew mîsyoner in. Ewê alê hildin, teslîmî nifşên nûhatî bikin.
Xelata herî mezin, teseliya herî baş ji bo nivîskarên niha; bi bîr anîn û hezkirina xemxwirên zimanê kurdî yên merhûm e. Celadet Bedirxan, Xelîl Xeyalî, Cegerxwîn, Osman Sebrî, Nûredîn Zaza, Qedrîcan, Feqî Huseyin Sağniç, Nurettin Karacadağ û hemûyên din… Wan gelek cefa û eza dît, bêyî ku bi mirada xwe şa bibin, bêyî bedelê xebata wan li wan vegere.