Kürtçe Makaleler
AGIRÊ ZERDEŞT Û ÇIYAYÊN ME
21/4/2005-STENBOL
Va ye dîsa zarokên te yên dilkeçik, himbêza çiyayên te ji xwe re kirin nivînên herî birehm û bibext.
Welato! Wekî gelek fetlonekên dîrokê yên girîng, îro jî li ser vê xaka porkur a ku îro bûye warê cegerpolayan, peyvên ku zêde zêde têne gotin, dîsa bêhêvîbûn û bêbextî ye.
Îro peyvên ku pir ji nav dilên kewandî mîna lawijan libo libo derdikevin, bêbextî û çiya ne. Di ferhenga zarokên te de, ev her du gotin li dij hev in.
Herkes dibêje incex dilovaniya Sîpanê Xelatê, xezeba Zagrosan, bilindahî û tîna Agirî dikare qirêjî û dilreşiya ku ji cumle paytextên zulumkaran mîna dûxanekî reş, xwe bera ser sînga welatê min dide, pak bike…
Mirovahiya ku îro li nik wê çeqel û torîk û wawîk li ser textan mîr û beg in! Carek be jî binêre li rûçikê xwe yê ku deqa qewmê Lût li ser e.
Hun dizanin bîhna goştê bizin, berxik û mirişkan çawa ye. Lê ma hîç bîhna goştê laşê we yê şewitandî hatiye ber pozê we.
Ey zarokên Gandî, Bîsmark û Martîn Luter! Ey neviyên Prometehus, Mao, Che Guvara û Garîbaldî! Hîç hêvî û xewna we ya bi sedan salan bûye nêçîr û ketiye nav lepên gornebaşan? Tu caran rûmeta we, di qefesa bêbavan de hêsîr bûye?
Çawa tê bihîstin aya, nalîna keçên delalî, kizirîna canfedayên ruhê me çawa! Êş û kulên ku li taxên Xaçort û Mêrgahmed û waroşên Edeneyê bi pêsira zarokên hilmçikiyayî digre, çawa…
Wekî hozan gotî, “tenê carek be jî bêbextî nekiriye van çiyayan”, kelehên rûmet û berxwedanê ne.
Hozano! Ka stranekê biafirîne, pê derman bike kul û birînê. Dengbêjo! Destanekê biafirîne û bixemlîne. Bila nexş û rengê xwe ji Kawayê Hesinker, Kerr û Kulik û Mîrze Miheme wergire.
Ey wênevanê hemdem! Mîtolojiyekê birengîne, bi wan destên adan û pîroz mîtolojiyekê wergerîne rastiyê. Bila mîtolojiya neteweyekî ji êgir û ronahiyê be. Bila haveynê wî netewî ji agirê Zerdeşt be.
Incex Zerdeştê kal dikare bibe stêra fereca xêrê. Bi tenê ew dikare wan sefîlên ku li serê cîhanê bûne bela, pak bike. Ku tu vê qirêja cîhanê, di dojeha xwe de, nesojî, evqas xerabî wernagere rindiyê tu caran.