Kürtçe Makaleler

CIVAK-REWŞENBÎR-SIYASET


20/3/2005-STENBOL

Her çiqas gelek ji me, xwe di nav rojavahiyan de bihesibînin; em xwe hemdem, pêşverû, bi zanistê bawer, xwediyê bîr û baweriyeke ronahîdar, li pey rêça ronesans, şoreş û reformên Ewrupa bihesibînin, heta hinek ji me li vir ranewestiyabin, xwe sosyalîst an komunîst jî bihesibînin; lê şam dûr e, ma mişar jî dûr e.

Di rabûn û rûniştina xwe de em fewrî ango ne maqûl in, di bîr û ray û hizra xwe de, em zor tûj in; an li binya sifrê ne, an di ser sed dereceyê re ne. Ew tiştê ku jê re îtidal, nermî, maqûlî tê gotin ji warê me dûr e. Yan herro yan merro. Yan reş yan spî. Yan qehreman an xayîn. Yan mêr an tirsonek… Ez dikarim vê listeyê gelekî dûdirêj bikim.

Belkî ji ber van sedeman e ku li nik me; civîn, sohbet, panel, konferans, şevbuhêrk, axavtina bi telefonê, nîqaşên di înternetê de, wekî geremolekê, kaos û teqreqekê ye. Her “yek” ji me xwe li hemberî ramana “yê din” digijgijîne, tûj dike, kemînê vedide:

“Lo te dît bê şeva din felankeso çi tiştên beradayî digot.” “Erê lo wî, ma ew jî zilam e”,  “ tew mala minê , ma ew jî jin e”…

Ji dermanê miradan re, haveynê toleransê li nik  me peyda nabe. Di zimanên Ewrûpî de, “empatî” heye. Mirov xwe dike şûna kesê “din”. Yanî, li hemberî bûyer, qewmîn, tevger, helwest, bi kurtî her tiştekî de, “gelo ku ez bûma minê çi bikira?” tê gotin.

Mirov, li gorî pîvanên sedsalan hevdû didarizînin. Civakên pêşketî, Hema bêje xwediyê yek aqil û wijdanî ne. Aqil û wijdanekî hevpar. Ne bi sedan mantik, ne bi sedan li ser navê wijdan; bêwijdanî…

Helbet kesê wekî Victor Hugo romanên mîna “rebenan” nivîsîne, yên wekî J.J Roussseu li ser bêadaletiya civak û mirovî serê xwe êşandine û şoreşgerên Frensî serê xwe dirêjî ber giyotînê kirine.

Rewşenbîrên kurdan, rast e li dijî kolonyalîstan şer kirine, helwesteke etîk nîşan dane, ji bo ronahîkirinê şer  kirine; lê hîm û kevneşopiya li dijî serdestiya xwe bi xwe hêj dest pê nekiriye. Hê dor nehatiye ku sed der sed, bi hemû hêza xwe, em li dijî dikatatorî, tabû, jakobenî, çavsorî û beradayiya navxweyî bitêkoşin.

Helbet sedemê qelsiya şerê anîna ronahiyê, şerê peydakirina demokrasiya navxweyî ne tenê mesela dorhatinê ye.

Civaka me ne xwediyê qûmaşekî pîr û pak e. 

Mînak, Elî 15 salan li serê çiyê ma, wekî şervanekî ji bo gelê xwe têkoşî, çiya neman ku li wan negera, deşt neman ku di wan re nebihurî, şikeft neman ku lê raneza. Dawî rebeno westiya. Hate mala bavê xwe, jinek ji xwe re anî û zewicî. Roja din, “kuro, keçê li vê tofanê binêre, hek û pek, ev çi hetîketî ye, şerm û eyb e, fihêt e. Elî xayîn e.” Xwediyê van gotinên qelew û wekî bangeran, mirovek e ku ji bo welatê xwe , destê xwe ji ava sar nekiriye ya cemidî.

Baş e heyran, ma ka pîvan li ku man. Çima wisa ye? Bersiv hesanî û gelek  eşkere ye: Civaka me hê xwe terbiye nekiriye. Hêj ev civak nebûye xwediyê şer û liberxwedaneke nefsî.  Heta Ewrupiyan ev pîvanên etîk, sincî çêkirin û ji bo civatê serdest kirin sed û yek bav ji hev çêkirin. Şerê mezheban, şerên derebegan, şerê komarparêz û kralparêzan… Her çiqas pirsgirêkên civata hemdem û modern hebin jî, lê wan ew xususiyetên ku mirov dikin mirov, ji zû ve, di kesayetiya civakê de, vehewandine, bi cih kirine.

Hê em li kû ne !

Wey li me feqîran! Em xwediyê civakeke wisan in ku kesên ku ji me re giregir û serok in xwedêgiravî xwe dipihpihînin, diqubqubînin, dibêjin: Jina kurd  azad bûye!

Bavo ka ew jina azad muhendisa genetîkê ye, astronot e, nivîskar e, şanoger e, çi ye? Çend pirtûk xwendine, çend, fîlmê sînemayê temaşe kirine, çend caran rêya xwe bi balo û şanoyê xistiye?

Heta bajarên kurdan ên xwedî fabrîka nebin, kurd bi statuya xwe li wan bajaran xweditiyê nekin, nebin desthilatdar, ma bi “xwendina quranê, an bi xwendina Marks, Lenîn, Apo” jin an zilam dikarin bibin medenî û azad?

Li serê çiya jin dikare bi rûmet bibe, dikare ji bo nasnameya xwe bitêkoşe, dikare, li dijî neyarê xwe şer bike; lê nikare civateke modern ava bike, nikare bibe nûnera jina hemdem.

Lewre dikare bête gotin ku jina kurd qehreman e, birûmet e û hwd. Lê kes nikare nirxên dijî modernizmê wekî tiştên baş nîşan bide. Dinya ewê pê bikene.

 Hinek bi hemd an bê hemd, dixwazin jinên kurd, zilamên kurd ango civaka kurd; nirx û teorî û rêyên li paşmayî ji xwe re bike armanc û hedef…

Ew derûdorên marginal, çepparêzên teriqetwarî, di hemû war û mijar û babetan de wisa dikin.

Li bakur, xwediyê siyaseta desthilatdar, kurdên serdest, îdeolojî, feraset û konseptên ku mirovahiya hemdem û pêşketî li dijî wan e, wekî rêber pejirandine ji gelê kurd ê li paşmayî re.

Rewşenbîrên vî miletî jî av ji kahniya vî welatî vexwarine. Guhê wan bi gotinên ser tenûran hatine qulqulandin. Hinek meziyet bûne genetîk û xwe bera nav xwîna me dane.

Qenc xerab rewşa me ev e. Ne hewce ye em bibezin “xwe”, bi kesê “di nava xwe de”; ango bi egoya xwe re şer bikin.

Em zêde tade û eziyetê nedin nefsa xwe. Rastiya xwe mukir werin. Barê vê dinyayê hemû ne li ser pişta me ye; em hinek bar ji zarokên xwe re jî bihêlin!

Rê li ber nifşê nû vekin. Dinya ne milkê we ye, hûn ne Siltan Silêman in aktorên siyaseta Kurdan…

 Li hemû welatan dema siyasetmedar û birêveberên miletekî kal û pîr dibin, temenê wan dibuhure an jî di karekî de bi ser nakevin; dev jê berdidin, xwe bi xwe, belgeya xanenişînbûnê (teqewîtbûn, derkenarbûnê) dinivîsin.

Lê belkî hinek caran, civat û rêberên ciwan, dev ji wan bernadin, wan ji xwe re dikin şêwirmend…

Di vê barê de jî, mixabin em berevajiyê cîhana modern in. Welhasil em ecêb in, em xweser in, orijinal in, lê ne li ser îcadên qenc ên ji bo civakê baş