Kürtçe Makaleler

Nirxandina Romana Metin Aktaş-Nîşangîr

20/12/2005

 

“Ev nivîsarên di defterê te te nivîsîn?“

“Belê dosto. Min nivîsîn.”

“Tu leşkerê Şêx Saîd bûyî?”

“Belê ji serî heta bi dawiyê ez di nav şer de bûm.”

“Ma navê te ne Şêxmûs e ?”

“Nexêr.”

“Naxwe navê te yê rastîn çi ye? Çima tu hatî vî bajarî?”

“Ji bo ku mirovekî bikujim.”

“ Ew kî ye?”

“Mîralay Qasim.”

Mîral Qasim kî ye?”

“ Ew xayinê ku giliyê Xalit Begê Cibrî kiriye. Xalid Beg, yek ji damezrînerê ‘Partiya Azadî’ bû.  Mîralay Qasim, ew û hevalên wî dane girtin. Hevlingê Şêx Saît û zavayê Xalid Beg bû.

 

Ev axavtina li jor ji ji beşa destpêka romana Metin Aktaş a bi navê “Nîşangîr” hatiye wergirtin. Jiyana Şêxmûsê ku lehengê romanê ye, di remza koda wî de veşartiye. Şêxmûs wekî aveke ku ji kaniya xwe bêhis û bê deng bize û heta hetayê biherike ye… wekî wan çemên ku di deşt û newalên bê nav û nîşan re, ber bi bêser û beriyê ve her û her diherikin.

 

 

 Û şer…! Di romanê de mijara sereke ye.

Şerê ku di dawiya demsala herî serma û seqem de, li der û dora Palo, Varto û Hênê destpê dike û di himbêza bihara bexşîner de dikudîne. Siruşt, ew siruşta bi bereket û bexşîner… di wan dem û dîmenên ku şer bi derbên xwe yên bêdad û bêbext mirov ji rengê mirovahiyê derdixe û dike dirûvê rengemirov û canaweran de bi xwe jî, dîsa çavfireh û dilpak dixuye siruşt di nav rêzikên romanê de. Kereng, perperînk, hêlînên çûkan, mêşehungiv, berxikên ku qarqarê dikin…Û evîn! Evîna ku weke bombeyekê di nav qada cengê de diteqe, evîna wî ya ku hê di wê dema ku ew xwediyê navê xwe yê rastîn bû û hê şer dil û mêjiyê wî ji xwe re nekiribû kole dest pê kiribû; Evîna Cem ango Şêxmûs bi gotina Şêx Saîd “Emîn”. Beriya şer Cem bû, di şer de bû Emîn, piştî şer bû Şêxmûs. Evîna Zela korşens, xwedan soz û bext. Jiyana Zela ciwan a li ber deriyê heps û dadgehan. Emînê şervan çû kîjan hepsê Zela kêmtalih daye dû wî.

 

Peyama romanê a sereke rasteqîniya erjeng e; ango  şer e! Ew şerê ku şilftazî li meydanê ye. Bi hemû nerindiya xwe ve li ber çavan e. Dînemêrên ku ji kuştin û mirinê re her dem amade ne, ji nav pelên romanê dipekine ser sofraya me.  Desthilatdariya jakoben a komara ciwan ku pêmayiya Conturkan e û li ser kavilê dewleta Osmaniyan hatiye avakirin, pençeyên neferên desthilatdariyê yên polayî û gundiyên kurd ên xizan yên ku ji bo mafê xwe yê neteweyî  bi korfelaqî û acemîtî dane ser rê, di destê wan de dilê wan, pêsîra xwe ji mirinê re vekirine û rahiştine tevr, bivir, kêr, xencer û şûran dibezine ser mîtralyoz û reşaşeyan; ronakbîr û serokên serhildanê yên ku serbilind û bi rûmet çûne ber sêdarê. Li ber dara xaçê ben bi xwe kirine stûyê xwe. Û zilm… bi gotina şaîr, zilma ku “ bi destê xwe rûyê xwe nixûmandibû…”

 

Ma manzûmeya Nazım Hikmet a bi navê “Ji welatê min, dîmenên mirovan” li ber van tiştên ku em di romanê de dixwînin çi ne…! Ya rast mirov nikare zilm, êş, îşkence û xizaniyê bide ber hev û qiyas bike. Mirov nikare dereceya wan bipirse; lê xwedê heye, dema mirov vê romanê dixwîne, “Evqasî zulm li dereke din a dinyayê tune dibêje mirov…”

 

 

Dîmenên trajîk ên wekî xelekê di nav hev de. Biçûk, mezin… cur be cur. Ev dîmen, ev bûyara dîrokî bi zimanekî ji slogan û hemasetê dûr; bi şêweyekî efsanewî hatine vegotin. Bûyer wisa hatine honandin, heçku li ber çavên mirov diqewimin.

 

Bûyer wisa hatine honandin, bi zimanekî wisa hatine vegotin heçku mirov di nav deryaya xeman de noq dibe. Pirs… pirs li ser hev tên. Yek rê nade ya din. Gelek pirs, bi desteyan pirs li ser hişê mirov govendê digrin. “Gelo vê civakê herî dawî kengî xwe muhakeme kir?”, “Gelo serketî û binketiyên vî şerî çi li wan hat, bi ku de çûn?”, “Bêhenek wan di heqê vî şerî de çi got ji zarokên xwe re?” “Kesek heye ji wan ku bi madalyaya şer xwe pesinandibe?”, “Gelo hinek beşdarên vî şerî hene hestên wekî wan Almanên Cihûkuj bihîstibin?” “Wan kesên ku travma jiyabûn çi teslîmî nifşên nû kirin?”

 

Gelo me çi wergirt ji sûretê wan ê têrjan ên wan kesên ku bayê felekê li pêsîra wan xistibû… sirrên  ku wan bapîran di tûrikê xwe yê bîranînan û kevçîka dilê xwe de vedişartin bandoreke çawa li ser nasname û kesatiya me ya şkestî çêkir? Ji ber wan, çi ji me re ma? Nasname û kesayetiya me ya ku em pê têne nasîn, jiyana me ya kêmber; ji sedî çend rengê xwe ji jiyana wan bapîrên ku wekî bêhiskan bêdeng dijiyan û bermayiyên şer bûn wergirtiye? Û birek pirsên din… pirs û hey pirs… heta roman diqede ji dû hev qût nabin. 

 

Bi ya min, bila teknîka romanê, nirxandina şerê Şêx Saîd a siyasî li dera han be; di nav vê sala dawîn de heyecantirîn romana ku bi dilgermî min xwend “Nîşangîr” bû. Romaneke ku hezkirina dîrokê dixe dilê mirov e “Nîşangîr.” Ez pê hesiyam ku ev romana Metin Aktaş a şeşemîn e.

 

Lê mixabin nivîskar zêde nayê naskirin. Belkî berhemên wî jî zêde nayên xwendin. Min piçekî serê xwe bi vê meselê re jî êşand. Gelo çima wisa ye. Em baş zanin ku di vê serdemê de çanda populer bi destê şirketên bazirganiyê bera nav mejî û dilan de didin. Gelek nivîskar û hunermend di astengiyê de ne, nikarin xwe bigihîjinin civakê. Reklam, danasîn û firotina berheman, xwegihandina civakê astengiya herî mezin eli ber nivîskar û hunermend. Lê tiştê xerab, dema tu li trkiyeyê dijberê sîstemê bî zehmet e; lê dema tu kurdekî li ser eslê xwe bî karê te hê zortir e. Ji xwe dema tu kurdekî li ser eslê xwe bî û bi ser de jî, tu ne alîgirê partiyeke kurd a serdest bî wey li halê te be!

 

Metin Aktaş ji Dêrsimê ye. Dêrsimîbûna wî nizanim û nikarim tarîf bikim lê heçku tamekê dide romanê. Ji ber ku kesekî Dêrsimî ev roman nivîsiye bawer dikim ewê romanê balkêştir bike.

 

Mixabin roman ne bi kurdî hatiye nivîsîn. Dilê mirov dixwaze ku lehengên romanê bi zimanê xwe hez bikin, hêrs bibin, bigrîn û bitirsin, ne bi zimanekî ku pê nizanin.

 

 Divê piçekî dabaşa hêviyan bikim. Bi y amin romana Metin Aktaş ewê di dahatûde dê bibe xwediyê cihêkî bi qedr û qîmet. Hêvîdar im ku li Başûrê Kurdistanê ev roman li kurdî were wergerandin. Ji xwe wekî niha li ber çav êmin e: Ev roman ewê bibe filmekî sînemayê.

 

Her weşanxane romanên wisa çap nakin. Xeter e; hem ji aliyê diravî, hem ji aliyê cezakirina dewletê û berjewendiyên şexsî ve kulfet e. Wekî din gelek weşanxaneyên Tirkiyeyê û weşanxaneyên kurdan ji ber ramana xwe ya siyasî van berhemên wisa paqij û li ser rastiyê çap nakin mixabin. Lewre wekî xwendevan em deynadarê weşanxaneyan Dozê yê spasiyekê ne.