Kürtçe Makaleler

Bêmiraz çûn !


15.06.2007-Amed

Hinek ji wan belkî bi qasî pelekî rihanê, tayek nefelê bi jiyanê şa nebibûbin.

Hinek ji wan bi qasî temenê perperikê evîn nejiyan.

Hinek ji wan bi qasî du hevokan nekeniyan.

Hinekan ji wan di temenê xwe yê kurt û kêm de, nebûn xwedî derfet da ku du pirtûkan bixwînin.

Hinek neçûne kar, hinek nebûn xwendekar, hinek nebûn dayik.

Hinek nebûn yar, hinek nebûn evîndar.

Hinekan ji bilî çend kiras û binkirasan tu tişt li pey xwe nehiştin.

Hinek nebûn xwedî gog û bisiklêt.

Bavê hinekan ji wan carek be jî ew nekirin dawa xwe, himbêz nekirin, carek be jî nehatin maç kirin û serê wan nehate mizdan.

Tenê yek carê jî, dema derî vebû bav an kek paketeke diyariyê dirêjî wan nekir.

Li balafirê siwar nebûn hinek ji wan, hinekan ji bilî gund û bajarê ku lê çêbûne, tu bajarekî din nedîtin.

Hinek ji wan tu caran neçûne bêhnvedan û seyranê.

Hinekan bêyî ku helbestekê ji ber bikin, di kadîneke ku ji deng û rehmê dûr; benekî sar kirin stûyê xwe yê narîn û spî ku di bin desmalê de veşartîbû.

Ew gewriya narîn û gewr, yek car… bi tenê yek car be jî, nebû nesîbê lêvên xortekî berketî û dilsoz. Ew ciwangewrî ne hate mistdan…ne hate mijtin…ne hate maçkirin û dîtin.

Hinekan ji wan kulek, xemek, arîşeyeke nedîtî vedişart di kûrahiya dil de. Bi salan digel wê arîşeyê jiyan…ji xwe jî vedizîn xemên xwe.

“Xemên ku werin vedizîn; dibine kujerê xwediyê xwe.” Sira veşartî her roj canekî ji xwediyê xwe dibe, hêdî hêdî dikuje.

Yek ji van “Hediye” bû. Keça pêşî bû. Piştî salan xwedê dabû. Lewre malbatê navê “Hediye” lê kiribû. Xweda li dê û bav hatibû rehmê, “Hediye”yek dabû wan. Çîroka navê wê ew bû.
Pismamê wê, di temenê wê de bû. Rojekê dema kes li mal nebû, tevzînokên nezanînê bûne kef û bi devê pismam ketin.

Temen 21 yek bû, lê hêj destê wî hîç negihabû  keçekê.
Arzû û vîna cinsî wekî dirêşikeke sorkirî nava wî dikelijand. Hediye girt û bire kîlerê. Gef lê xwendin, devê wê girt û kirasê wê anî xwar.

Piştre, deqên xwînê, digel ava mêraniyê ji ranê wê berjêr bûn.
Hediye dane mêr, êvara ku dê bibe bûk; xwe ji qata pêncan avêt.

Tenê diya Hediye girî, girî û hey girî. Heta ku êdî hişê wê winda bû. Tenê ev gotin ji devê wê derketin: “Hediye”ya min bû melek, firiya…ew li asîmanan difire…ew li asîmanan difire!”

Yeke din….Vêya tu caran di destê sibeheke sernerm, şahîk û bêng de, li şaneşînê, dema ku bayekî hênik ji bakur dihat, rûyê wê dialast; li straneke evîndariyê nehisisî!

Şeveke bi stêr, derkete ber ronahiya heyvê; destên xwe danî ser trabzana şaneşînê, ji taxa xizanan a ku li keviya bajêr ava bûbû çend salên dawîn, ber bi çiyayê Qerecedaxê bi awirên bêwate nêrî…nêrî…sernixun bû.

Dawî bi kelecaneke gumanbar, ber bi tivinga daleqandî beziya. Teqînek û ronahiyek li şeva bi stêr zêde kir.

Rûyekî bi hezn, gesûyên belave, digel qîrên maliyan, di şeva bi stêr û heyveron de, xwe spartin kûrahiya şeveke bêqidoş.

Êdî şevê, navê xwekuja me guhert.. Bila êdî navê Emîneyê “Hezn”iye be.

Belkî tu caran ez, em, civak, psîkolog, romannivîs, senarîst an jî falbazek dê tênegihe, guman jê nebe gelo “Hezniye” di wan çend kêliyan de, dema berê xwe da stêr, heyv û Qercedaxê, çi agir ji dilê wê pekiya, kêlî çiqasî dirêj bûn?

Bawer nakim, bi salan jî  hunermend berhemên ku xwekujtina wê, hestên beriya xwekuştinê pê re peyda bûne vebikolin û bikaribin nêzikayiyê li rastiyê bikin.

Taxên bajarên ku wekî rêbir û keleşekî bêhiş û bêwijdan bêhemdê xwe mezin dibin; bajarê bêpergal, bêdil, bêrehm mirovên koçber, jiderbketî, ketî di zikê xwe de dihincirînin.

Li bajarên ku xizanî, nezanî, bêrdefetî digel hayjênebûn û lêhaynebûna dewletê wekî çemekî boş zêde dibe, keçên xama, bûkê salan potansiyelek in ji bûyerên “Xwekuştin”, “Xwedaleqandin”, “Xwegulekirin”, “Xweavêtin”, “Xwekêrkirin”ê re.

Civat bûye “Şahidekî mizawir”, dewlet û saziyên dewletî xerîb û dûrî “Takekes” in. Li bajarên kurdan ji bilî rehm, humanîzm, dilovanî, wijdan; her tiştên din peyda dibin.

Tilyak, dizî, keleşî, rêbirî, hemaseta siyasetê, gotinên qelew ên welatparêziyê…gotarên welatxelaskirinê…gotin…gotin…gotin.

Lê tu kes tune ku “Hediye” û “Hezn”ê xelas bike.. Bêmiraz çûn !