Kürtçe Makaleler

RÊVEBEREKANÎ PDK Û YNK !: LE ESTENBOL TIKA Û REXNE YE


HASAN KAYA/STENBOL 28.05.2005




 Piştî konferansa PENA kurd a li Amadê, em wekî heyetekê çûne Başûr. Yê min belkî çûna dehem bû, belkî zêdetir. Lê piraniya hevalên me yekem car, hinek ji wan jî piştî salan, dîsa pê li vê xakê kiribûn.

Ma çima rast nebêjim, her caran ku diçim, dixwazim bi çavekî din, bi rengekî din, bi şêweyeke din binêrim, bibînim û bêhn bikim, hîs bikim… Ma ne heqê me ye, temenê min, va ye bû çil. Ji vî çilî bêje ne kêm be ne zêde ye; ev 25 sal in bi xewn û xeyala welatekî azad bihûrîn.

Bi stranên Mihemed Şêxo, Seîd Gebarî, Şivan Perwer, bi mîtosa peşmerge û gerîla, di zarokatiya xwe de bi efsanebûna navê Mele Mustefa Berzanî, Leyla Qasim, di xortaniya xwe de, bi navê Mahsûm Korkmaz ez mezin bûm. 25 sal, li ber Xwişk û kekê me yên ku bi nav salan de meşîne wekî çend salekan têt,- lê li gorî gelek hevalan bi qasî temenê wan e. Gotin hêsanî ye û ziman bê hestî ye! Lê çawa bibêjim, pir hindik me jî têra xwe tişt dîtin.

Piştî evqas sal, ne wisa rehet e ku ez bibêjim hema diçim başûr, û bi çend gotinan vebêjim… dema yekem car çûm, wekî xewnekê bû. Dema ez li wir digeriyam min got ezê li ser gera xwe binivîsim; mixabin digel ku çend carên din jî çûm, min dil nekir binivîsim, lewre heçku ew xewna min berdewam be, û nexwazim biqede… Belkî min niha jî ev nivîs nenivîsanda, lê ji ber sedemên ku min xwe mecbûr hesiband û piştî çend rêzên din, ezê eşkere bikim min nivîsand.

Di vê serlêdana me ya dawîn a ku em wekî “heyeta PENA kurd” çûn, me derfet dît ku em gelek dem û dezgehan , gelek kesan û gelek cihan bibînin. Her du hekumetan jî bi rastî, ji dil û bi dilgermî rê, rû mêvanperweriyek nîşan dan dilê me wisa fereh bû, baweriya me xurt, hestên me nazik bûn. Hinek hevalên me yên di heyetê de, heçku xewnê bibînin, ji rûyê wan bextewarî dipijiqî…

Mesela dema ku Kekê Dr. Nasih Ramazan li parlemana Kurdistanê pêşwazî li me kir û merasimek ji bo me hat li dar xistin, me ew leşkerên ku ji hemû gelên Kurdistanê (kildanî, tirkmen û yên din) di nav de hebûn dîtin; hest û coşeke bê tarîf li ba me peyda bû. Hestên wisa, di her gav û kêliyê, di seradana wezaretê perwerdehiyê û rewşenbîriyê, li serdana zankoyan û deverên din her li gel me bû û tozek jî kêm nebû.

Di van deman de, ev hest di ser her tiştî re ne, di ser îdeolijiyan, di ser baweriya olî, mezhebî, herêmî, eşîrî, siyasî re… Ev rizgarî û serxwebûn, li Rojava pêk bihata emê li wir wisa coşdar bibûna, li Rojhilat pêk bihata emê li wir, li Bakur pêk bihata jixwe emê zêdetir coşdar bibûna…

Rewşa gera me, wekî wan helbestên Cegerxwîn ên ku roja azdiyê tarîf dikin, “zordar nemayê, xwediyê malê em in…”

Heta bi vir, bi qasî nuqteyeke gelekî hûr ji hestên me yên gera Başûr min vegotin. Ma gelo dema em bûn mêvanê du hekumetan hîç şik û guman, nerazîbûn, daxwaza rexnekirinê bi me re çênebû? Çawa çênebû. Çêbû. Lê her yekî ji me di dilê xwe de, an jî eşkere; behane, ravekirin, îzahat û dahûrandinek peyda kir. Çi hêncetên ne di cih de, çi jî dahûrandinê di ser û ber re…

Hinekan ji em got, Elmanya jî federal e, em ferz bikin Kurdistana me jî ferderal e, hinekan got, em bişikirênin du hekumet hebin jî, di demeke ne dûr de ewê bibin yek. Hinekan jî tiştê din gotin, rexneyên tund li her du aliyan jî kirin.

Welhasil, jiyan rast û hişk e, dimeşe, xwediyê rêz û rêçikan e, guh nade tiştê eletewş… Her û her berdewam e. Min mebest ew e ku em çi bibêjin bila bêjin, ka gelo ya rasteqîn çi ye? Rastî nayê binax kirin.

Ez jî nizanim ya rasteqîn çi ye, bersiva wê li nik min niye. Mijar û armanca nivîsa min jî ew e. Dema em li parlemena Kurdistanê bûn, Kek Nasuh derbarê dîrok û birêveberiya wê de agahdarî dan. Got di demeke nêzîk de ev parlemnto ewê ji nû ve vebe û hekumet ewê were avakirin. Êdî li kurdistanê ewê yek hekumet û yek parleman hebe.

Em 26 Nîsan-03 Gulan 2005 li wir bûn Va ye, îro 28 Gulan e. Ne hekumet ava bû, ne jî parlemen vebû. Ez bi xwe heta ji min tê pozîtîf difikirim. Ji xwe re dibêjim, “li hemû welatan, heta li welatên herî pêşketî, wekî Elmanya, Holanda û Avusturya jî piştî hilbijartinan carnan bi zehmetî hekumet ava dibin, ev li gorî demokrasiyê normal e. Heta dibe ku hekumetek ava nebe û hilbijartin ji nû ve bibin jî. Ya girîng ew e ku sîstem hebe, têk neçe û wekî ku gotineke navdar e, hêvî neyêt birîn ji gotina, ‘di demokrasiyê de bêçarebûn tune’. başûr demokrasiyeke teze ye, tiştê weha normal in û hwd.”

Carna jî ji xwe re dibêjim, “ van camêran bi sed hezaran qurbanî, şehîd, bedel dane, bi hezaran birîndar bûne, bi ser de koçberî, talan, wêran… Ma weke me nizanin û bîr nabin. Dilekî min wisa dibêje, dilê din dibêje, ma tu dîroka kurdan nizanî? Xwedbînî, berjewendiyên şexsî û nexweşiyên genetîkî…”

Ka ez werim ser kakilê nivîsara xwe! Gelo çima PDK û YNK li ser serokatiya herêma Kurdistanê li hev nakin?

Nizanim… Lê tiştekî baş zanim. Ji kerema xwe ey serokno “ey endamî lijneyî mektebî siyasî, ey gotingirno! Ez wuşeyî hemasat nazanim”. Ez vir de wir de nizanim. Tiştê min eleqedar dike, rast û rê berjewendiya gelê kurd e? Ger ne zehmet be, gotinên Evdila Pêşew bînin bîra xwe: Reng jî li hev dabaş kirin… peyvên nav ferhengê jî we beş kirin…”

Yê min, min bi xwe ev beşkirin jî normal dît, wekî gihîştin, pijandin û merhaleya netewîbûnê.

Lê na, evqas jî nabe ezbenî!

Ew kursiyê hûn li ser rûdinin, didanîşin “milkî bawkî we niye ezîzim!” Dinya ji Siltan Silêman re nema, ku ew milûkê sê parzemînan bû. Kurdistana emro, yanî ya başûr mistek ax e. Çar alî, dewletên ku cîranên wan çar aliyan in, ereb, tirk, ecem wekî gur li ber derî mexel dane û xapînok in. Hê jî braderên me dibêjin, “gelo berjewandiya min çawa dibe, ez, ez û tu…”

Şermezar im, kêmhêvî û birîndar im… Birêzan, serokên delal! Kek Mesûd û Mam Celal, endamên payebilind ên mektebên siyasî; ew meqam û post ê Paşayê Kore, Şêx Ubeydulah, Berzencî, Kalê Pîran, Seyîd Rizo, Alîşêr, Îhsan Nûrî Paşa, Pêşawa Qazî, şehîdên Qamişlo, Qasimlo, Egîd û Mehmet Şener û yê LEŞKERÊ WINDA ye.

Nikarim yek gotine din binivîsim. Bawer dikim hûn baş jî bikin bi zanabûn e, xirab jî be bi zanabûn e…