Kürtçe Makaleler

SIRÛDA RÊ Û BERBANGÊ
Va ye dîsa di pêpelûkên qesra te de radipelikim…lê hêvraz in ramanên min ên ku bi qesta kuştinê hewijandine... sernixûn û nişûv… hevoriyekî kulek im di destpêka vê berbanga kevzgirtî de. Laş li aliyekî, raman li aliyekî. Hatime… bê civan li ber deriyê te li ser kevirê sebrê rûniştime, leşkerên tabûyên te serhişk û dilreq…. Hêviyên ku bi şebnema li ser hinarikên axê vemeyîne, ji êvarê ve kezebreşî û bêçare ne.

Va ye dîsa qesta qesra te dikim… a niha ramanên min ên ku bi şîrê memikên te hatine stirihandin; di ber çiyayên te yên xewar, deştên te yên xeşîm re bihurîn. Karwanekî yek nefer im, di bin asîmanê te yê bi Qurix de.

Hatime û mayînde me… li ber deriyê qonaxa te me… Vê sibekê, şemsanî me, li benda roja xwe me, dê hilê û bireşîne tovê tîrêjên xwe bi ser atêşegede û dînemêrên çav arpêşkî yên welatê roj û agirî de.  
 
Dayik li ser rêyan in a niha…a niha… di destpêka vê berbanga ku ji êvara xwedê ve ramanên çengşikestî, di nîveka depê sînga wîjdan de dilivin… Dayik li ser rê ne… Licî, Dihî û Gewaşî… vê kêliyê li ber deriyê sultanekî dilkor û dilkevir in… bi hemû dileşqiya xwe diqîrin, heft kezîkuriyê li feleka keysgir dixwînin.

Dayik li ser rêyan in, li ser rêya paytexta ku dil, guh û wijdanê kolan û şeqemên wê kerr, kor û miçkirî û hişkûhola… Paytexta ku di qesr û qonaxên wê de, qelbemêr tevna şeqlebeniyê dihonin, dolab û teşiya xapandinê dirêsin. Ew qelbemêrên ku li ser sifra haziran, çemçika xwe ji kaniyên dagerkirî mişt dadigirin… sultanên paytexta derewistanê yên ku li ser adaniya temen û bext û xak û zuriyeta we her û her doşîner, talanker û xwedan heytehol in.
 
Keç û lawên liserxwe û xama li ser rêyan in… di bin çengê wan de pirtûkên hişsivik, digel bêtawaniyeke bê ser û ber, mîna fîguranekî sergerm ney û bilûr û çeng jibîr kirine, di orkestraya kelevajiyê de zirnevan in, sirûdên qafilqeda lêketî dinuhurin…amûrên hevnegirtî di peleguha welatê xwe yê mandû, maxrûr û mahzûn de dijenin.
 
Zarokno…axx zarokno… xortno, keçno…şîrhelalno! Hûn ên ku caw û pertalê we ji ferşika Ahûra Mazda.. hûn ên ku dilopeke pak in ji bêhnpakiya eniya Zerdeştê bejinzagrosî! Hûn… çarenûsa we ya şîrherimî.. îqbal, dahatû û hestên laşê we yê cûtî… xeyal, xewnerojkên we xir, hemû seranser di nav lepên kevneqral, birêveber, sultan û wezîrên kordunde, “yenîçerî” û dewşorme de xesandî…desteserkirî…
 
Di vê berbanga hişksayî de, hûn ên ku şêniyên bajarên qedîm in… hûn ên ku xwedan bajarên bi sur û kelehên asê…va ye dîsa hûn li ser rêyan in. Hûn ên ku rûmeta çem û çiyayên we yê pîrozîn…tilsima çiyayên efsanewî û Tewratî bi pozbilindiyeke Moxolî hatiye xewirandin û veçirandin…zanim…dilê we hêtûneke peqîner û himhimî…
 
Da ku hûn nebin xwediyê vîn, hoz, çem, deşt, gol, daristan, fêkî, sebze, rêl, nav û nîşan, kevir û kuçên welatê xwe; cumle konevanên xapîner, gurgebozên şagirtên medreseya Hîtler û Mosolînî di vê berbangê û hemû berbangan de… li ser van rêyan û li ser hemû rêyan… li nav kuçe û kolanên bajarên we û bajarên xwe… di mala we de û di mala xwe de… sipehitiya şengezerên we, çelengiya ezîzê ber dilê we darve dikin…. Sibehê darve dikin, êvarê darve dikin… temen, bext û miradê we li ser welatekî bê nîşan û bê al li ba dibe, li ba dibe.
 
Niha… di vê berbanga ku gumanên min ên ku ji hizîrîna dilsozî û xêrxwaziya talih û dahatûya we, ji şeva têrkabûs û têrgevz dawerivîn û bi ser şevekoriya barbanga we de niqutîn; di peleguha min de, digel diruşmeyên we yên xesandî û doşirme, lîlelîla diruşmeyên we yên ku bi motîfên mîtolojiyên Mezopotamya hatine neqişandin dizinzinge.
 
Zilm guhê xwe miç dikê di demên weha de, tevzînokên şermê naniqutin ber bi pozê rengemirovan. Kêra xwe li ber hesteyê Zeus disûn zulimkar… dem dema govenda li ber mirinê ye…Zarokno axx zarokno… al û reng û nîşanên we… sirûd û stran û dirûşmeyên we…ney û bilûr û amûrên we, çiksayîbûna asîmanê we, şebnema berbanga we ya ku ji şevistana kabûsan mayî… hemû di darê kelemçê de… giryan û desteserkirî…li hawîrdor qîrewîr, qerî perî.
 
Piştî vê berbangê, va ye dîsa li ber deriyê qonaxa te mêvanekî mayînde me, serencperest û têrhêvî… xwedan evîneke sotîner. Bi hêviya wan şemsaniyên li benda tîrêjên roja nûhilatî slav ey roja nû … rojbixêr hêvriz, kinêr û karçînên welatê min! Rojbixêr masiyên çemê Çexçexa Nisêbînê!
 
Rojbixêr kolanên zarokatiya min a qemer… slav hestên serberdayî yên xortaniya hilpelikî!

Beyanîbaş perperîng û xecxecokên rêlan… spêdebaş bayê hênik… spêdebaş zarokno… axx zarokno… ax… slav ji awirên we yên lomekar û têrgazin re zarokên şeveder!
 
07.09.2005-STENBOL