Kürtçe Makaleler

Rêwiyo..! Bi ku ve..!
“Ey can were, halê’m bibîn
Wer ruh ji qalib tête der
Ew rengê halê dîlberan
Dil girt û da ber xenceran”
( Melayê Cizirî)
 

Dema ji bo bîhnvedanê em rawestiyan û li ser êşên xwe hishisîn; dengê jeyîna reh û dil di nîveka mêjiyê me de wekî gurmîna aşê avê bilind bû. Diyar bû, em di bin barê xwe yê ku hemû kul û derdê salan ên ku ji ber kêmdermaniyê qemûşk girtibûn de, me taqet nema bû. Lê ji bo ku em xwe dûrî bajarê xwe yê ku rojê bîst û çar saetan xeyal, raman û hestên me dadibeşandin dûr bikin, em mecbûr bûn di bin vî barê giran de bê westan û bêrawestan bimeşin.

Westan û rawestanê girêkeke din a kor, kêleke din a şidiyayî dê biavêta bextê me û emê di nav geremol, heytehol û destên xapîner ên wî bajarî de bimayana û wekî nokekê di zikê wî de winda û hencirî bûna. Her kêliyeke derengmayî pizrik li ser rûyê me yê zerbûyî der dikir. Di meydanên bi geremol ên ku bi dengê çunehata ling û xirecira mirovan zingezing ji wan dihat, em bi diberizîn tenêtiya hev û her ku diçû hêvî, daxwaz û viyana me, bi derbên dabeşker dibûn piç û parî…ew çend hest û ramana “Rev”ê zêde dibû, mîrê tirsonek ê di hundirê me de veziliyayî ditirsand û dida ber qamçiyan.

Hilma bedena yarên bi naz, bîhna hezkirina bê rawestan, bi hev şabûna bê navberdan ji destê êvarê heta nîvê şevê…siya şeraba ku di binê şûşeyê de mayî, awaza çend goranîbêjan ku wek MP3 hatibûn têkuzkirin li ser komputurê di ber nalîn û xirîna ku ji bedenên jixweçûyî dihat…a ku çend caran temam bûbû, careke din hatibû serî…pêşgîr û desmalkên kaxezî yên li erdê belawela, sêniyên fêkî û çerez, çîkolata…ew kêliyên ku jan, pirsgirêk, serêşî di nav coş, hezkirin û jixweçûyinê de diheliyan niha di tûrê me yê koçê de, em li cihekî rawestiyane û bîhna xwe vedidin.

Ew bajarên ku bi destên keçên kubarîn mûyên sînga me mizdan û em himbêz kirin, bajarên ku ji lêvên qelew û sor em tu caran bêpar nehiştin, ji lêv û gewriya me her noşiyan û bi çargavkî em di nepeniya bedena wan de beziyan; hêza xortaniya me, tilsima ruhê me rakêşandin niha li dû me man. Her ku çûbû em tirsiyabûn…bêpêjniya her berbangê, her ku em di nav destê dostikeke bêkes de hişyar dibûn, çavên bêkes û kûsiyê em disotin    Me pişta xwe daye wan bajaran û rev… em direvin.

Em hem ditirsin, hem direvin, her ku ditirsin direvin, her ku direvin ditirsin. Dema ku em keyfa canê xwe tînin, em ruh û bedena xwe dikin mîr û hemû xweşiyên cîhanê dibexşînin wan; civak, der û dor, “Yên din” ditirsin û dilmayî ew diberizin keyf û şadiya me. Dema ku em ji bo keyf û şadiya rûh û bedena civak, der û dor û “Yên din” keyf û şadiya ruh û bedena xwe “Feda” dikin; îcar em ditirsin. Yê me, demên “Fedakirî” hene, lê demên mayî jî hene. Lê beden û ruh hene ku êdî bi temamî “Feda” bûne sûretên jankêşiyê ne û her li pêşberî me daleqandî ne.

Em berê xwe bi ku alî ve dizîvirinin ew sûret li wir daleqandî ne. Sûret bi xwe mexrûr, jixwebawer û çik rawestayî dihesibînin xwe. Lê em wan melûl, lomekar û bi gazinc dibînin. Em wisa hizir dikin, wek ku êdî xweza hemû afrandêrî, hemû bikarhênerî û hemû hêza xwe jî bi kar bîne ewê nekaribe arzû, viyan û xwesteka dilê wan bîne cih. Mînak ewê êdî nikarin bibin bav, nikarin bibin dê…ew êdî nikarin bimeşin, bibezin an bikenin.

Newala ku ji ruh û bedenên “Fedakirî” tije ye, li ser milê me ye û me pişta xwe daye bajarên ku bîranînên me bi kolan, hêwan û enîşka meydanên wan ve zeliqîye, em bê rabirdû, bê çek, bê dil li ser rêya koçê ne. Ew ruh û bedenên “Fedakirî”, hîç yek carê jî serê xwe dananîne ser sîngeke xama û tenê xwe negihandine tenekî sincirî… ew, niha di pirtûkên tûrê li ser pişta me de giryan û têrkeser in.

Em ne bi çûyina xwe şa dibin, ne bi mayîna xwe. Ne cihê mayî, yê me ye, ne cihê em diçinê..! Ne ew bajarên ku em di paxilê wan de seridîn yên me ne êdî… ne jî zozan û deştên ku berê me li wan e. Ne ew bajar dê xatir bidin me, ne jî deştên bê ser û ber ewê bibêjin “Hun bixêrhatin..!”

Cih, mekan û zemanê ku di serê me de derblêketî û deriziye niha di destpêka vê gêjgerînka (labîrent) muqader û rasteqîn de, careke din bi hemû erjengiya xwe ve, me di navbera nostaljî û dahatûyeke pelzêrîn de diqilqilîne. Heçku em hatine, li ser bîrekê rawestiyane… bîreke ava wê şêlû, tarî û kûr. Em di nav hizreke wisa de ne; wek ku hinek ewê me tafî bîrê bidin. Hestê “nediyarbûn”ê, gumana “tunebûn”ê xiroşiyê bi xwe re tîne.

Li vê rawestgeha bîhnvedanê, li ber serê vê bîra bêbin û gêjgerînka muqader, li ser pêlikên deriyê mîrê serdest, qral û hemû otorîteyan em serhildêr; li hemberî kubarî, xweşî, nefsmezinî û bêdadiya jiyanê sernixun û naçar..! Di biryardayîna çûyinan dudil, di mayin û rawestanê de xwedan hestên tirsenak. Cih û warê ku navika me li wan hatiye birîn, zarokatiya me ya qemer li ser wan kemiliye, bajarên balixiyê yên sûketî pişta xwe dane me; em ji megapol û gewrebajarên ku em li wan derketî, xwînî û penaber in di nav hestê “tunebûn” û “dudilî”yê de revok in. Em direvin.

Her ku em direvin em ditirsin û her ku em ditirsin em direvin. Li ser pişta me tûrê ji bîranînên qahf û qolî yên ku bermayiyê lêmişteke şoreşî ne, mişt… hemayîla ku şopên îşkencekeran vedişêre di stûye me de, li ser rûyên me şûna rûjê maçên dostikên bajêr û berê me bi sûretên “Fedakirî”yan ve; em li rawestega bîhnvedanê…bajarokên zarokatiya me, ji me sûketî, pişta me li bajarên me yên penaberiyê. Lê dengek heye ku hîç ji guhê me kêm nabe: Rêwiyo..! Bi ku ve..!
 
26.03.2006-Amed