Kürtçe Makaleler

OTOGARA DIYARBEKIR
Wê rojê di ber otogara Diyarbekir a “berê” re derbas bûm. Belê ya “Berê”. Her çiqas dibêjim a berê, bila neyê ser hişê we ku heçku otogara beriya bi salan. Ne beriya mehan jî…tenê bû mehek ku navê wê bû “Otogara Berê”.
 
Êdî dema mînîbus û otobûsên nav bajêr di ber re derbas dibin, rêwingî an jî berdestkê şofêr dibêjin, “Kaptan ji kerema xwe li ber “Otogara berê daxîne. Tenê beriya mehekê navê wê bi tenê “Otogar” bû.
 
Piştî ku “Otogara Nû” kete rewacê bi rojekê, di ber “Otogara” berê re derbas bûm, ku ez çi bibînim. Heçku otogar bûbû warê pepûk û kundan. Camên pencereyan jê kiribûn. Textê derî û perwazan jêkiribûn. Ew otogara ku ji desmalkfiroş, boyaxkerên solan, benîştfiroş, diz û keleş, gerok û çakûkêşan digel rêwingiyên bi telaş tijê dibû bi roj; a niha xir û xalî bû.
 
Ramanekê wekî birûskê xwe di ser hişê min ve qevazt: Çima çîroka otogarê nenivîsim. Bila du otobus serlehengên çîroka min bin. Bila herdu otobus serpêhatiyên xwe vebêjin. Ka gelo di nav 40-50 salî de çi serpêhatî bihurîne di jiyana wan de.
 
Dema du otobus bi ziman bibin û razên rêwingiyên xwe eşkere bikin, bi gomana min ewê gelek dîmenên rengîn bibexşînin çavên me.
 
Mînak, îhtîmaleke mezin otobusek ji wan ewê behsa evîna gundiyekî Bîngolî ku dergistiya xwe revandiya û berê xwe daye Stenbolê vebêje. Dengê teptepa dilê dergistiyan dê bête bihîstin. Xofa dilê wan a ji ber xizmên wan ku dane dû wan û ger wan bigrin avê li wan venaxwin, ewê me xwendevanan bixin nava tirsê û adrenalîna me dê bilind bibe.
 
Dibe ku otobûsa din serpêhatiya milîteneke keç bîne ziman. Şervaneke welatparêz a derketî, digel nivîsên qedexe û tevî coşa dilê xwe, li nava vê otogarê çawa bêyî ku xwe deşîfre bike, bi lêvên sor, kirasekî dawkurt rûniştiye li ser kursiyê otobûsê; ewê me bike heyrana jêhatîbûna xwe.
 
Nizanim…dibe ku otobûsên me her tiştî mikur neyên û hinek razên rêwingiyên xwe eşkere nekin. Wekî mînak; belkî tu caran nexwazin bibêjin ku du dergistî di kuncikeke tarî ya otogarê de, an jî di nava otobûsê de, dema ku lembe vemirîn ketin ser dilê hev, lêvên hev miştin û destên wan çûn û hat li ser laş…nale nala wan a zewqê tevî bêdengî û tariyê bû.
 
Wê rojê, di ber “Otogara Berê a Diyarbekir” re derbas bûm. Belkî tu kesî nedît…lê ji min ve beyan bû: Bi hezeran bîranîn, kul, keser, şahî, reng, deng, pevçûn, dizî, şêlandin li ser hev bûbûn kom. Hemû li ber çavên min bûn. Di hewşa otogarê de xuya dikirin; lê bala kesî nekişandin. Gelek mirov di ber re bihurîn. Kesên ku di ber re bihurîn, tenê avahiyên wêran, pencereyên bêcam û derî, çûk û kevokên ku ji niha ve hêlîna xwe di nav de çêdikirin didîtin.
 
Dema em gihîştin nêzî otogarê mirovekî nîvbajarî got; “Otogarda inecek var” ( Dixwazim li otogarê dakevim). Berdestkê şofêr heçku henekan bike, bangî şofêr kir û got: “Eski Otogarda inecek var” ( Yên ku li Otogara Berê dakevin hene)…!
 
26.01.2007-Amed