Kürtçe Makaleler

NIVÎSEKE BÊ NAV
Di demeke wisa de ku şev bi ser sibehê de digindirî, asîman, erd û pêlên tariyê yên ku seranserê bajêr rapêçabûn bi tirêjên nepenî û pir pir dûr yên roja ku ji evarê ve çûbû ava û bi ser tariya welatekî din ve hilabû hêdî hêdî gewr dibûn, di dema ku di xeweke giran de bûm, heçku xencerek di mêlaka min de cih ji xwe re çêbike wisa bi kizîniyekê hesiyam, ji nişka ve hilçenîm. Ew kizînî ramaneke bersivxwaz bû di hişê min de ku ji wê kêliyê pê ve, bû celat û îşkencekerê mêjî, laş û ruhê min.

Yek caran wisa li min diqewime. Herkes doktorê xwe ye. Ez jî baş bi vê êşê dizanim. Weke bersûcekî ku êdî tu mehkeme û parêzer nikaribin wî ji tawanbariyê xelas bikin û ber bi gunehê xwe ve hatibe, stûyê xwe ji kêrê re dirêj kiribe… di demên wiha de, zanim ku tûşî qewmîneke zêdeyî hêza beden, mêjî û ruhê xwe hatime. Neçar… ruh, beden û mêjî teslîmî celatê xwe ango pirsên bersivxwaz dikim û hewara xwe digihînim zemên. Ma ne zeman e dermanê her kul û derd û birînê?

Ji xwe roja berê û hemû rojên bihurî ên vî bajarî bi; qelabalixiya mirovan, deng, hewa xwe a qirêj û tenêtiyeke bê ser û ber laş, mêjî û ruh dewixandibûn.
 
Min guhê xwe da bajêr, gurmîneke ji kûr û dûr ve, dengê balafirên ku an datanîn an jî difiriyan û car caran dengê motorên erebêyên ku dihatin şixulandin dihat bihîstîn. Piştî kêliyeke din dengê qemyona çopê û teqreqa xebatkarên ku çopa bajêr berhev dikin di kolana me de belav bû.
 
Ez, digel balgîh, doşeke sentetîk û betaniya xwe ya malê Sînê ya gulgulî… taqê dîwar ê ku bi lembeya kolanê ya lawaz spîçolkî dixuya, celadê ruh, beden û mêjiyê min… em pêkve di berbanga vî hûtebajarê ku ji êvarê ve bi dengê tolaz û fahîşeyên bajêr, lorîn û gazindên evîndarên bêkam, bi kolan, şeqem û meydanê xwe, bi reqs, meşrûb û tiqetiqa keçên xama yên xeşîm sermest, tik û tenê bûn.
 
Bi gavên sist, rûyekî bifikar qilqilîm û ber bi pencerê ve çûm, min vekir. Nizanim, hewa paqij hat hundir û ji ber wê yekê bi bêhna hewa hundir hesiyam, lewre bêhneke nexweş ajote ber pozê min, an hewa derve wisa li min genî hat, nizanim... Ji xwe taxeke bê dar û ber e taxa me. Digel vê dudiliyê jî, heta ji min hat hilmeke ji kezebê min wergirt.
 
Hatim, min xwe li ser dîwana salonê dirêj kir û rahişte aleta televizyonêya ku kanalan gigûhêze; min tiliya xwe danî ser pişkokê.
 
Dema êvarê karê min diqede û dixwazim binivim, li ber kenaleke kurdî ku distrîne dixwazim di xewre biçim. Televizyonekê li ser saetekê an duyan saz dikim. Piştî ku dem tijê dibe, televizyon ji ber xwe ve tê girtin. Dawî ger şiyar bibim û bi xwe bihesim ku li salonê me, diçim odeya razanê.
 
Şevê din dîsa min wisa kiriye, lewre televizyon li ser kenaleke kurdî hatibû girtin. Dema televizyon vebû, dîsa kanal kurdÎ bû û dengê Behcet Yahya yê hevrîşîmî, bitilsim û sofiyane xwe di rehikên min ve bera nav derzên dilê min da.Êz rabûm ku biçim betaniyeya xwe ya gulgulî bînim, pê xwe binixumînim û li ber dengê wî di xew re biçim. Stran sotîner bû:
 
“Henasey sard û xeyalî xawim

Azîz dildarî sêt û peyman e                                                  
 
 Saetê şadî ye, saetê giryan e
 Şepoley deryayî soz û helçûnim
 
 Le bawaş bigirim, bibê be ferheng                                
 Wek gul bixemlê, bibê renga û reng

…                                                        ”
 

Ma ne ji wan dewrên qedîm ve nexweşiyên nefsî bi mûsîkê derman kirine. Îro jî bawer dikim li gelek welatên pêşketî mûsîk wek ku di ravekirina wê ya di ferhengê de hatiye nivîsîn, “ Derman û serkaniya giyan e …” tê pejirandin; di bijûnkariyê de wekî metodeke saxkirinê tê bi kar anîn.
 
Di nav hemû xirecir û serêşayiya vî metrepolî de, digel hemû arîşeyên takekesî, civakî, ew arîşeyên ku em bi wan hatine pêçan, ew arîşeyên ku êdî wekî leqeb û siya me li dû me digerin; bi baweriya ku divê ez gav û kêliyê jiyanê ji kêfdariya dilî bêpar nehêlim û serberdayiya hestên coşîner bi kelemçeya muhafazakariyê nexesînim û nekewînim.. û çawa hozan gotî, “Ji rika dijmin re, divê rojekê zêde bijîm…” wisa xwe teslîmî destên jiyanê yên maceraperest dikim.

                                                       ***

Rabûm, ber bi komputura xwe çûm, min pêl bişkoka vekirinê kir, pêşi min hizir kir ku bi van hevokan dest bi nivîsandinê bikim; lê dawî nizanim çima ji ji ser hişê min çûn û tiştekî din rê li ber wan girt, lewre ew mane dawiya nivîsê. Hevok ev bûn: “Her çi dibe, çi şert û merc û bêbextî, hevalfiroşî, bêwijdanî hebe bila hebe, bila ken ji bîbikên çavên te kêm nebe… dibe ku rûyê te hinek caran nikaribe bibeşişe ango dil, ken vekişînê ji ser sûretê te, lê bila bîbik bi hostayiya “mêrên berê” kenbexşîner bin. Bila hêvî û evîna siruşt, jin, zarokan û mirovahiyê di kevçîka dilê te de têrber be…”
 
Bi xwe re, bi dengekî nizm, hinek caran bi axaftin… di nav diyalogege wisa de bûm. Melayê mizgefta taxa me, banga limêja cejna Remezanê da. Piştî çend deqeyên din, dengê lib liban piyan hat ji kolanê. Dibe ku dengê piyên kesên ku dê biçûyana limêja cejnê bin.
 
Ger min dest bi vê nivîsînê nekiribûya û bêje hema min neqedanda, gotara min ewê li ser zarokan bûya. Li ser wan zarokên ku hîç pênûsek nikare firtoneya hestên wan bibilîne bûya. Li ser wan zarokên ku ewê vê cejnê bêkes û bêkûs, wekî kevirekî di guhê gundekî hatiye werankirin de pêşwazî bikin bûya.
08.11.2005-STENBOL