Kürtçe Makaleler

ZAROKÊ MEKANEKÎ DERİZÎ, TERİKÎ, BÊ ZİMAN Û TERKKİRÎ
Em nizanin çawa dem dibihure, ew kesê/a ku me nav lê kiriye em dibînin ku bûye zilamek simbêlê wî derketine, an bûye keçeke xama. Her ku em diçin ber neynikê, em dibînin ku wa ye çend tayên spî li pirça serê me zêde bûne. Hêdî qermîçok li ser eniya me, li ser gewriya me zêde dibin, melûliyek hêlîna xwe li ser sûretê me çêdike; êdî wekî Cahit Sitki Taranci gotî, “sal sî û pênc, nîvê rêyame tewaw bû...”
 
Em dilezînin, gelek xweziyên me bi cih nehatine, dema mayî bi sînor e, divê dema ku mirinê li deriyê me da em bi tewekul, bi dilekî rehet bi xêrhatinê lê bikin. Mirin peyveke ne xweş e û ji van deran dûr be; lê rastiyeke me ye. Çawa ku şaîr gotiye, “bi tenê mirin dadwer e, bi heman himetê hem li xizanan dixe, hem li siltanan...”
 
Zeman di nava mekanekî de pîr dibe, diçilmise û dimihe. Ji xwe ya rast, nêta min bêtir ew e ku behsa cihê qonaxa êş û zingezinga dilê me, cihê ku yekem car di hindurê wan de navika hatiye birîn û em kirine pêçekê, axa sor li wir kirine bin me, cihê ku olana qîrîn û îske îska me li ser wan hatiye neqişandin...
 
Mekanên ku mazûvanî ji zavatiya me re kirine, kirîvatiya me li wir pêk hatiye... Mekanê ku nîvê şevan em ji xew hilçeniyane, polîs, esker û tîmên taybet; di bin siya çekên giran de, bi potînên xwe pê li nivîna me kiriye, xewa me li em heram kiriye, digel awirên keserkûr, dilê şikestî yê dayik, bav, xwişk û birayan bi berstika me girtine, di hewşên wefadar re em birine... mekanên hêwî, genî...
 
Heta ji min tê, dixwazim mekanê herî kevn ê ku di hişê min de maye bînim bîra xwe. Gundê me yê ku girêdayî Nisêbînê, Geliyê Pîran tê bîra min... şkeft û berehên wir di nav mêjiyê min de, ji xwe re şopeke baş hiştine. Û besteke kûr, zivistanî aveke herik, diya min bi destê min digirt, me pêl keviran dikir û em di bestê re derbas dibûn.... Li ber çavê min heçku ew best çemekî gelekî boş xuya dikir. Bawer dikim ez sê çar salî bûm wê demê, ji xwe ne gelekî piştre mala me hate Nisêbînê.
 
Ew şeva pêşî ku meyê koçbikira, malên me çend xiziman li gundekî cîran, li nav bêndêra bûn. Yek ji mekanê herî kevn ê ku di hişê min de maye jî ew bênder in, bênderên gundê Batêla mala Hesê...
 
Ma gelo em bêyî zeman çi ne, ku zeman nebe mirov çi ye? Û bêyî mekan em çi ne? Ku mekan ji nav jiyana me bête rakêşandin, em wekî telîsekî li erdê venazilin gelo?
 
Lê ka kî ji me, çiqasî li hev hatî û ahengdar e bi dewr û mekanê xwe re: Ez bi xwe, xwe wekî zarokê mekanekî derizî, terikî, bê ziman û terkkirî dihesibînim. Bi gotineke ji rêzê, “min xêr û bereket ji mekanê xwe nedîtiye.”
 
Ya rast dema ez vê gotinê dibêjim, wisa ne rehet e. Lewre ez baş nizanim ka behsa kîjan mekanî dikim. Gelo ez behsa mala xwe, qesra xwe, kargeha xwe, gundê xwe dikim? Ger erê be bersiv, ka kîjan mala min, kîjan kargeh, kîjan gund û kîjan bajarê min..?
 
Ez dihijmêrim, ji bilî wî xaniyê zarokatiya min a ku sê çar salî bûm li gund, heta min li Nisêbînê lise xelas kir; di salên zarokatiyê de, malbata min du xanî guhertin wekî kirêdar. Dawî em bûne xwediyê xaniyekî, pişt re malbat ji hev cihê bû, yanî bira û ap cihê bûn, em bûne xwediyê xaniyekî yê bi hewş û dar û ber.
 
Îcar piştî lîseyê, dema min dest bi zankoyê kir, digel razangeha xwendekaran min sê xanî guhertin. Di dema mamostetiya xwe ya lîseyê de, di nav du salan de- ji xwe hemû mamostetiya min ewqas bû- min sê dibistan û çar xanî guhertin. Piştî mamostetiyê jî li çend bajaran min nêzîkî şeş xaniyan guhertin.
 
Dema peyva xanî tê gotin, serê min gêj dibe, nizanim kîjan xanî bînim bîra xwe.
 
Piştî evqas xanî guhertinan şeklê yek xaniyê ku lê jiyîme nayê bîra min. Gelo salonên wan hebûn, oda razanê li kî derê bû, çend tebeq bûn, hewşên wan hebûn an na, odeya xebatê li ku bû, deriyê wan ê derve çawa bû, min derî bi mifteyeke çawa vedikir, cîranê me kî bûn?.. nizanim... hemû têkel in di serê min de...
 
Van salên dawîn, min ji xwe re kiriye kar, carnan dikim ku bi zorê bînim bîra xwe, gelo hîç nebe hema hinek ji wan xaniyan bi awayekî zelal bînim bîra xwe. Ku zêde nayê bîra min, dixwazim şirove-behaneyeke polîtîk û civakî jê re bibînim. Di dilê xwe de dibêjim; “Yawo ma ne ez kurê gelekî koçber im, bav û kalên em, gund û war û cihên ku li wan mane nikarin bînin bîra xwe, îcar yê min xanî nayên bîra min hîç ne xem e...”
 
Lê tîna min bi vê bersivdayînê naşke. Her û her bûye pirseke dijwar di nava min de: Wêneyê rabirdûya min, wêneyê ku digel çarçova xwe şkestiye, kanî li ku ye? Tiştê ku ez lê digerim rabirdû ye, ji ber tirsa dahatûyê, zeman zorê dide min ku rojek berî rojekê peyda bikim...
 
Gelo şehê min ê balixiyê di kîjan qul û qewerê de ma, neynika min a ku pişta bi rengê sor û zer xemilîbû, goga min a heftsaliyê li kîjan xanî ma, solên min, kincên min ên ku min herî ji wan hez dikirin di nav kîjan tingî û sergoyî de ne?...
 
Hêstirên xweziyên bi cih nehatî, li ser dîwarê kîjan xanîyî bê çav man? Ev deqa li ser enîşka min birîna kevirê kîjan hewşê ye, yekem car agirê evînê di odeya kîjan xanîyî de li ser cerga min kizînî kiribû û sirê xortaniyê li ku ne?
 
Ez xwe wekî perçeyekî mekanekî lalbûyî, terkewar û hişderizî dihesibînim. Mekan, nikare ji jiyana min re şahidiyê bike.
 
Ez pê mijûl im û li dûv im biçim wêneyê rabirdûyê peyda bikim, bi ser şahidê jiyana xwe ve bibim, bi mekanan rabirdûya xwe bidim gotin lewre ji derba dahatûyê; piştkul û bê mecal im...
 
HASAN KAYA/STENBOL
07.10.2005