Kürtçe Makaleler

DILYA

Bi çepilê te girtin, avêtin vê stêrê Dilya!
 

Bêyî ku danasîn û agahdariya vê stêra jihevdeketî…vê qada ku şerê man û nemanê di her gavê de li ser diqewime; stêra ku li ser xaka wê “masiyê xurt, avê li yê lawaz venaxwe” ji te re bibêjin, bi stuyê te girtin û avêtin nav pêl û diranên mengeneya hûrker.
 

Beriya ku te bişînin, tu kesî tiştek ji te nepirsî. Kes bi te neşêwirî. Ji xwe, di nav lepên Yezdanên abadîn de, tu ne xwediyê tu vînê bûyî. Lewre, tu berhemeke ceribandinê, pêlîstokek bûyî di lêkolîngeha Yezdanên fezayî de.
 

Beriya te bişînin, vîn bi şirneqê nepijiqandibûn nava rehên hişê te.
 

Deftera te ya xêr û gunehan hê venebûbû. Tu, wekî ferîşteyeke li ber şîr, basktenik, diranmircan bûyî.
 
Dilya!
 

Tu di sehereke risasî de, dema rojê weke sîniyeke sincîrî serê xwe bi ser Nemrûdan de xûz dikir; totlanî stêra ademiyan bûyî…li ser lingê xwe ketî. Ew, “Bijî û Şabaşa” yekem bû ku te ji Yezdanan werdigirt.
 

Niha jî tu wê “Şabaş”ê wekî belgeyeke zêrîn di nav xelîtika xwe de vedişêrî. Ew nîşaneya “Hebûn” û “Bixwebawerbûn”a te ye. Ma çiyê lehengan heye ji xwe, ji bilî “Serkefitaname” û “Şabaşname”yan..!
 

Wey guno… ma tu çi dizanî ku Yezdan; “Abadînî” û “Nemir”iya xwe di sûretê te de dibînin. Ku hebûna te nebûya, gelo dê Yezdan xwe li ser kîjan hişî bineqişanda!
 

Wêneyê totlanîbûna te, wêneyê roja ku ku tu hatî tehfdan ber bi stêra qedîm ve, îro jî wa ye madalyoneke di gewriya pirtûkên pîrozîn de.
 

Ew wêne wisa bû: Spîka çavê te dibiriqî. Telaşeke ber bi çav dixuya li ser rûyê te. Bêzar û matmayî bûyî. Hendefe li ber serê te bûn, hendefeyên bi mij, moran, kûr, tirsnak.
 

Heçku tu kevirekî hestemî yê sor bûyî, di besteke jibîrbûyî û talde de…tu şahîk kirin, şe kirin û kirin nav koçanîkekî ji hiriya miyên koçerî honandî…tu viz kirin, viz kirin…bi hêzeke zexm avêtin nav kambaxiya stêrê.
 

Çerx bûyî, çerx bûyî, dawî hatî, li naverasta gewrebajarekî, li ser dûvê xwe rûniştî. Energiya te wekî pîlekî qelb vemirî, tu hêz di te de nema. Pifff…Te, bi çavên beloq li hemcinsê xwe şaşo maşo nêrî.
 

Yên ku beriya te hatibûn, ên ku di navbera cuzdan, wijdan, desthilatdarî, mecbûriyet, cumhuriyet û totalîteriyetên jakoben de kerixîbûn, hemû nirx û sincên mirovahiyê beravêtibûn; wan govend gerandin li dor te.
 
Dilya!
 

Ev çi seremonî bû, xweziya te bidîta çi seremonî bû!
 

Ji dengê tilîlî, Erbane û Tamtaman…ji reqsên erotîk…te çi biviya hebû.
 

Rîtuelên reqsê û zîziya notayan ji hest û şehweteke bêhempa, bêser û ber dihatin pê. Hestên ku bi agirê tabûyan vemirandî bûn…şehweta ku di binê hişan de, xesandî, wekî meytekî mûmyakirî vezilandî. Gur dibû û dida der.
 

Di nav derz û qelşên hejandina çaqên mêr û jinan de, tevzînokên şehwetê dijenîn Dilya!
 

Lê, wan…zêrevanên namûsê, tevzînokên hezkirin û şehwetê bi sûret û lawijên ceberût kalan kirin. Kalanekî stûr û ji diranên fîlê li evîn û şehwetê pêçan.
 

Desthilatdar û zanayê olî, bi lezgînî lawijên agirkuj û qedexeker kirin nav bazbendan û li pazûyên “Mirov” pêçan.
 

Dilya ( Welatê dilan…an a ku dilê wê wek welatekî)!
 

Zanî, dema tu di vê rewşê de digevizî, nivîskar (Ku ew ji firşika agir welidî ye, ji bandor û xeleka esaretê ya Yezdanan azad e) li şaneşîna mîranî rûniştibû, bi serê pênûsa giryan nîşanek dihêla ji bo abadîniyê.
 

Devê pênûsa wî gazekê ji hev vebûbû. Pênûs bûbû hût, gamasî; ji kerba jankêşî û bêmecalbûna ruhekî din (ango ji bo te) dinaliya.
 

Şeva pêşî ku tu hatî, pênûsê; nizanim bi vîna nivîskêr, nizanim bêyî vîna wî, wiha nivîsand: “Di nav dafika senaryoya Yezdanan de, mexdûrek din li ber çavên xwediyê min ê azapkêş (yanî nivîskar), dê di berbangeke xir û xalî de, di nav bêînsafiya rêjeya borsa, dolar, şer û kedxwariyê de bibe şkêrketiyekî bê vîn…”
 
Tiştê herî xerab çibû zanî Dilya?
 

Ne xema te bû. Te bi çarenûsa xwe nezanîbû. Heta dema Yezdanan tu viz kirin, viz kirin, kirin nav qewlikê koçanîk û avêtin stêrê…dema tu totlanî bûyî, hatî li ser dûvê xwe rûniştî; piştî demekê êdî tiqe tiqa kenê te bilind dibû.
 

Te “Şabaşname”ya xwe bi serbilindî bi taqê xaniyê xwe ve dadileqand.
 

Lê pênûs…barekî din lê dibû barê wê girantir dibû. Pênûs û xwediyê xwe…ango nivîskar û pênûs, ji niha ve ketibûn heyra êş û azarên te.
 
Dilya!
 

Dema Yezdana bi çepilê te girtin û weke gulokeke ji kevirê Qercedaxê, tu avêtin valahiyeke bê ser û ber; wan wijdan û dilê te ligel xwe gerew hiştin.
 

Tu wekî telîsekî kayî avêtin mahşera mirovan a ku siruşt, kosmos, sererd û binerdê wê, di destên kartel û trostan de her roj dinaliya.
 

Dema yekemîn car çavên te bi dîmenên reklamên neonî, lembeyên ronahiyê ketin; ji te we ye ku Yezdanan rûgeşiya xwe bexişandiye êvara mirovên bêkes, tenê û reben!
 
Çiqas diltenik û safik î Dilya!
 

Ji te re nebû behr û û nesîb…te nekarî dil û wijdanê gerewkirî paşve bigrî.
 

Loma jî hemû makezagon bûne giravên bêrehm li dora bextê te Dilya. Hemû zagon bûne mîxên azadbir li dora sînorê te. Rêz û rêçikên civakî, ji Înka ta bi Sumeran…ji Manî ta bi Manîtu…Ji Olîmpîus ta bi Rêzezagrosan bûne tîreke jehrîn di dilê Kleopetra û Sîn û Nazdaran.
 

Dilya; niha dem ne ew dem e. Tu ne karî guharê xwe ji sefîneya Nûh re bikî bizmar…ne jî dikarî bazinên xwe ji iPod û iPhonan re bikî tîtanyum û radyasyon.
 

Ez gotinekê bibêjim bila dilê te nemîne Dilya, Yezdanan di vê mijarê de jî agahdariyeke çewt dane te. Tu hemû xişrên xwe yê bûkaniyê; bazin, guhar, xirxal, xizêm, berbisk û şehê sedefî jî bifroşî, nikarî di hundirê dilekî de hêlînekê ava bikî.
 

Dil; gelekî şkestî ne, ji hukmê zordariyê Dilya!
 

Tu hemû xişr û birîqîna çavên xwe yên zelal bifroşî nikarî aleke dewleteke biçûk bikirî…nikarî bikirî bêpasaportê!
 

Qurbaniyên şer, ewên ku helkehelka wan, di nav ajansên şer re dinuqute ser taştiya te, hemcinsên te yên ku ji ber bextewarnebûn û poşmaniya rêwingiya jiyanê, laşê xwe didin ber kokaînê, bedenên ku evîna wan bêmiraz mayî û di nav tabûyan de digevizin te ji xwe re dikin sembol Dilya!
 

Li bûlwara bajarê xopan,em li ber peykerê te rawestiyane niha.
 

Peykerê te, Yezdan wî weke qedir, qîmet û rûmeta hemcinsê te nîşanî evdan didin.
 

Yezdan, digel hevkarên xwe ango hemû serdestên vê stêrê li paş peykerên ku dil û wijdanê wî hatiye gerewkirin simbêlê mêraniyê ba didin.
 

Em li vê bulwara qelabalix, herkes û dilê xwe, herkes û dinya xwe, herkes di nav qelabalixan de, lê tenha li peykerê te dinêre.
 

Çaqên te yên lihevhatî, dirêj, stûnî, awirên te yên wekî ava marînayeke (bender-lîman) sernerm, porê te yê azade; siya cumle Yezdanan hermonî dike ji ser dilê me!
 

Digel van hemûyan, tu mohra dilê me vedikî Dilya…mohra dilê me… bi esareta xwe!
 
 
 
03.08.2007-Amed