Kürtçe Makaleler
Wêneyê Mirovê/a Jankêş û Biyanî
Em ji deştên hêşîn hez dikin. Ji deştên ku di destpêka biharê, di nîvê meha adarê de, giya bostekê dirêj dibe… deştên bê ser û ber. Wan deştên ku heta çavê mirov difitirin mirov li wan dinêre û dawiya wan nayê… dûr û dirêj.
Hezkirin û xwenêzikkirina vî dîmenî ji ber çi sedemê ye, çima em ji van deştên hêşîn ên bê ser û ber hez dikin? Çima di gelek malan de dîmenê solînek an deşteke ku bi bûkik û soring xemilî be, bi dîwarê odeya mêvanan ve daleqandî ye?
Ew deştên zarokatiya me ne. Di dema zarokatiyê de têgihên “Firehbûn”, “Dirêjbûn” , “Bilindbûn” û “Kûrbûn”ê li ser hiş hêdî hêdî dineqişin. Tirsa ku ji ber “Kûrbûn” û “Bilindbûn”ê bi zarokatiya nepijiyayî re bandorê li ser hiş dike, bi aramiya deştên hêşîn û bi ser û ber dihedine. Herçiqas ew bêser û berbûn hest û êşa “Dûrbûn”ê li ser genan nexşeya kesatiya zarokî bi soringê bihûne jî; siruşta mirov “Êşê”, ji “Tirs”ê baştir dipejirîne... Lê êdî mirovê ku li darê dinyayê “Biyanî” û “Bêçare” ye, di nav gola “Veqetîn”, “Bêrîkirin” û “Xwestina Bidestxistin”ê de, dibe “Jankêş”.
Ew hestê “Jankêş”iyê, mirovê “Tenha” û “Biyanî” li ser rûyê erdê dike “Gerok” û “Vînerek”î/ e beza û dide bezandin da ku bigihîje wê dema zarokatiya xwe ya ku ji hemû deskevtiyên cîhanî dûr, ji xirecir, pere, hesab, tirs û xofa mirin û belayê dûr a ku hêj bayê felekê bi tu awayî li ser pêsîra wî/wê nelîstiye. Lê bi tu awayî ew roja “Vuslet”, “Gihîştin” û “Bidestxistin”ê nayê.
Belkî ji ber vê yekê ye, ji ber vê westandinê ye… ji ber bezîn û biserneketina ji holêrakirina êşê ye, ji ber bidestenexistina wan “Gav”,”Kêlî” û statuya wê dema zarokatiya xwe ya ku me di seranserê temenê xwe de daye dû û her ew ji me dûr maye, em hewara xwe digihînin wêneyên di sandoqan de, dîmenên bi odeyên malan ve daleqandî. Wêneyên zarokatiyê…yên ku li deştên bêser û ber, di nav giyayê biharê de hatine kişandin
Di wan wêneyan de, bihar heye û em di wan de zarok in. Naxwe, em li bihara temenê xwe yê kesixandî, xweziyên ku di nav bablîsokên bêdadiyê de hatine îşkdan û xwedêgrawiyên bêdawî digerin belkî… Belkî em li benda sosik û xalxaloka şens û bextê xwe yê sûketî û hatiye kesixandin in…em li wan demên bê tirs, bêhesab û bêkîtab digerin…wan demê ku têgih teze teze li ser hişê me dihatin neqişandin, hûnandin û wan cih ji xwe re vediqetand.
Gelo kesek heye ku di destpêka biharê de li deşteke wisa wêneyek nekişandibe? Di nav albûma kê ji me de, li ber tavake sincirî, di nav kulîlkan de, dem, kêlî, gav nehatiye rawestandin. Kî ji me wêneyên rabirduyê, wekî gunehekî muqeder û şermeke bêdeng, tawanbariyeke bê his û kirên di zulayan de venaşêre?
Zarokatiya ku ji hemû xirecir, pere, hesab, tirs û xofa mirin û belayê dûr a ku hêj bayê felekê bi tu awayî li ser pêsîra wî nelîstiye; li ser wêneyekî reş û spî nemir bûye.
Hetmen, di wan wêneyên ku a niha di sandoqên malan ên herî ezîz de, wekî emanetên pîrozîn têne parastin; lê dema dil dixwaze carnan li wan binêre kizîn pê dikeve, ji wan kesên ku bi bişirîn û sarîtiya xwe, demekê bûbûn gula mal û civatê gelek kes kêm bûne. Ji ber hest û êşa bîranîn û bêrîkirina wan a agirgir, her ku diçe ev emanetên pîrozîn hindiktir, ji rawsetgehên xwe yên parastinê derdikevin. Wekî qinyat, bawerî û tişekî ku hêz û enerjiya jiyanê bidin mirov di sandoqên xwe de radizin.
Mirovê ku ji refê xwe qetiyaye, li darê dinyayê cinsekî hêvîqurmiçî ye… xwediyê kesatiyeke belavbûyî û şkestî ye, mekan û zeman derblêketî û hiş belavbûyî ye. Piştî ku ew deştên zarokatiya bêser û ber, li ser hiş werdigerin rasteqînê; êdî dinya ji hêşînayiyê werdigere xopaniyê; hestê “Dûrbûn”ê hê xwirtir “Jankêş”î pirtir dibe. Ruhê ku ji “Bezmî Elest” hatî û bi serencperestiyeke bêgane, di nav qerqeşûna bulwarên û qadên ku bi lempe û bîlboardên neonî yên megapolan de, dibe “Jankêşek”î/e bi guneh, bargîreke/î stûbar. Êdî “Mirovê tenha” û “Biyanî”, bi ser halê xwe de dibe “Mirovê Dûrketî”.
Lê mirov jî nizane çima û ji çi “Dûr” e. Tenê her tim wisa difikirin ku dûr in. Ew, dûrî çi ne, ew dûrê çi ne… çi ji wan dûr e… çi dûrê wan e û çi dûrî wan e?Her wisa, kerb û hesret li ser singa “Mirovê Tenha” û Biyanî” dipuşkuve, kêra ku bi bayê bêwijdaniyê tê sûkirin di mêlaka westiyayî û hestnazikiya “Biyanîbûn”ê de şopên jêmayî abadîn dike...
Digel berbejn û bazbendên liserxwendî, jan û îske îskek, dev ji berstika “Mirovê tenha” bernade. Ji bo em nêzîk bibin, “Dûriyê ji holê rabikin rehên me dijenin, em wekî bezayekî pazûqelew beza ne, wekî evîndarekî/e bêkam “Jankêş” in. Lê hezkirî û hezjêkiriyên me, her ku nêzîkayiyê li me dikin, di şûna ku baweşînek kizirîna cerga me hênik û rehet bike; em bêzar û dilsar dibin. Çima…her ku em tiştên dûr û viyayî bi dest dixin, em bêtir diêşin…çima… maratona me ya bidestxistinê ya lidûketin û lipeybezîna “Çima”yan; wergeriya senfoniyeke bêteşe.
“Mirovê Tenha” û “Biyanî” yên ku li ser rûyê erda kulbexşîner “Jankêşek” e, li erdnîgariya min jêgirekî kordunde ye; ji bo ku ji kepîra ku bext û talihê wî rapêçaye û radest kiriye rizgar bibe, her tim raçavê serkeftineke pîrozîn e. Wekî tiştekî kevnik ku li bazara kevnarikan bikeve mazatê, xwediyê bextekî rareş e. Ew nifşê ku gelek caran nekariya bi zimanê xwe hestên evîn, hezkirin, hezjêkirin, şabûn u nivîne der bike; bûye peya di senaryoya serdest û desteserkeran de…Belkî ji ber vê ye ku tekane sermaye û serwetê me ew wêneyên ku li deştên bêser û ber, di nav kulîlk û giya de, bi rûyekî ken û tewreke serhildêr, bêxem û “Jankêş”î ji bayê felekê nehaydar hatine kişandin û di wan dîmenan de li ser lêvan “Dem” û “Kêlî” hatiye rawestandin; niha weke emanetên pîrozîn di albûmên ku di sandoqan de bi cih bûne têne parastin û veşartin.
13.03.2006-Amed